Li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê yekem car e ku li ser van erdan bi evqasî berfirehî, hilbijartinên azad û demokratîk bi rê ve diçin û xelk nûnerên xwe hildibijêre. Li seranserê Bakurê Sûriyê, li cihên hilbijartin li wan pêk tên qederê milyonek hilbijêrî bi kelecana cejnekê dengê xwe dan. Çav li rê ye ku pirraniyeke mezin a hilbijêran biçin ser sindoqan. Hilbijartinan saet 8´ê sibehê dest pê kir û heta saet 8´ê êvarê dewam kir. Derbarê mijarê de Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Firatê, Şahîn Elî got, hilbijartin serketî bi rê ve çûne. Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif jî piştî ku dengê xwe da, got, hilbijartin di astmosfêreke demokratîk de pêk tên. Ji bilî wê jin, çi Kurd û çi Ereb bi girseyî çûn ser sindoqan û ji her beş  nasnameyê gelên Rojava û Bakurê Sûriyê ji bo avakirina sîstema Federaliya Demokratîk çûn ser sindoqan.  


Hemû partî beşdar bûne

Hevserokê Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a herêma Firatê, Şahîn Elî doh di dema amadekirina nûçeya me de ku dengdanê hîna dewam dikir, got, hilbijartin bi awayekî guncaw dewam dikin û gel bi girseyî tevlî hilbijartinan dibe.

Şahîn Elî got, hilbijartin cara yekemîn bi vî rengî pêk tên û hemû partî beşdar bûne.

Hevserokê Komîseriya Bilind a Herêma Firatê bi  bîr xist ku şandeyên ji bo şopandina hilbijartinên Bakurê Sûriyê ên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî, li Kobanê karê xwe dikin û navendên dengdayînê dişopînin.


Di hewayeke demokratîk de pêk hatin

Hevseroka Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê, Hediya Yûsif li dibistana Ibrahîm Henano ya bajarê Qamişlo doh dengê xwe bi kar anî.

Hediya Yûsif piştî ku dengê xwe da, got, “Qonaxa yekemîn a hilbijartinên komunan serketî derbas bû. Niha jî qonaxa duyemîn tê kirin, ev hilbijartin ji bo sîstema demokratîkbûyînê xwedî girîngiyeke mezin e.”

Hediya Yûsif hilbijartin weke rojeke girîng di dîroka Sûriyê de bi nav kir û got, yekemîn car  e gel bi îradeya xwe dengê xwe dide û wiha peyivî: “Hilbijartin di atmosfêreke demokratîkbûnê de pêk tê. Pêşbirkeke xurt di navbera lîsteyan de heye.”


Federalî rêya çareseriyê ye

Hevserokê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Girê Spî Hemdan El-Ebid ku li cihê jidayikbûna xwe, dengê xwe bi kar anî got, di hilbijartinên demokratîk de îradeya gelê azad diyar dibe.

Hemdan El-Ebid wiha peyivî: “Gelên Sûriyê di nava 7 salên derbasyî de alozî û valahiyê de jiyan dikir. Ti hilbijartinên siyasî li welêt pêk nehatin. Rêveberiya Xweser û Federaliya Bakurê Sûriyê li ser esasê ku gel bi xwe biryara xwe ya ji bo siberojê bide, ev hilbijartin pêk anî, ev jî rastiya îradeya gelê azad diyar dike.”

El-Ebid hilbijartin wekî gaveke pîroz û dîrokî bi nav kir û got, “Em weke gelê Bakurê Sûriyê dibînin ku federalî ji bo aloziya Sûriyê riya çareseriyê ye.”


Li Efrînê lîste razî ne

Wekîlên lîste û partiyan ên herêma Cindirêsê teqez kirin ku hilbijartin demokratîk bi rê ve diçin û bal kişandin ser beşdariya mezin a welatiyan.

Wekîlê Lîsteya Neteweya Demokratîk a herêma Cindirêsê, Mihemed Cafer got, “Hilbijartinên qonaxa duyemîn bi awayekî demokratîk pêk tên. Hemû hilbijêr diçin ser sindoqan û bi azadî dengê xwe didin.”

Wekîlê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê Mihemed Ehmed ji aliyê xwe ve got, “Ev pêvajo, pêvajoya gel e, bi van hilbijartinan wê gel bi xwe, xwe bi rê ve bibe.”

Wekîlê Hevbendiya Niştimaniya Demokratîk a di lîsteya Şehbaya Paşerojê, Mihemed Behrî jî girîngiya hilbijartinan destnîşan kir û got, dema heyî ya ku Sûriye tê re derbas dibe pirr girîng e.


Jinên koçer bi rengê xwe çûn ser sindoqan



Gundên Koçerat yên herêma Dêrikê bi tevlîbûneke pir mezin hilbijartin pêşwazî kirin.

Li herêmê beşdariyeke mezin li hilbijartinan heye û jinên herêmê bi cil û bergên xwe yên gelêrî beşdarî hilbijartinan dibin û dengê xwe didin. 


QAMIŞLO / KOBANÊ / EFRÎN




Cara yekê ye gel nûnerê xwe hildibijêre


Berpirsê Partiya Aşûrî ya Demokratîk a Sûriyê, Wayîl Mîrza got, ew wekî Aşûrî beşdarî hilbijartinên dîrokî bûne û diyar kir ku gel cara yekê ye ku bi xwe nûnerê xwe hildibijêre.

Mîrza dema ku li herêma Til Temirê dengê xwe bi kar dianî, kêfxweşiya xwe vegot û wiha peyivî: “Di tecrûbeyeke nû li Sûriyê de, em beşdarî hilbijartinên dîrokî bûne. Cara yekê ye ku gel bi xwe nûnerên xwe hildibijêre. Tişta ku em li Sûriyê dixwazin jî ev e.”





Ereb bi xurtî çûn ser sindoqan


Qonaxa duyemîn a hilbijartinên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê şahidî kir li beşdariyeke xurt a li hilbijartinan li wan deveran ku Ereb bi pirranî li wan dimînin.

Li gundewarên bajarê Qamişlo yên Kantona Qamişlo, di xeta Şerqî yên taxên Qebnetsiwês, gundên Ala û Cûma ku piranî şêniyên wan Ereb in, xelk bi coş çû ser sindoqan. 

Niştecihê Taxa Qebêt Siwês, Fexreddîn Silêman piştî ku dengê xwe bi kar anî, diyar kir ku ew ji bo wekheviya gelên li heremê, diçin ser sindoqan û da zanîn ku ev jî nîşaneya demokratîkbûna gelên Bakurê Sûriyê ye.