Cîhan hemû di van kêliyan de li ser encamên hibijartinên Emerîkayê diaxive, diyar e ku ew ê hîn jî pirr were axaftin. Her welat ji bo xwe dixwaze rewşê çêtir nîşan bide. Yek ji sedeman ew e ku Donald Trump di dema hilbijartinan de helwesteke pirr agresîf nîşan da û di hin mijaran de jî êrişkar tevgeriya. Lewma li gel vê têgihiştina çêbûyî pirr derdor ne li bendê bûn ku Trump bibe serokê 45. yê Emerîkayê. Lê li gorî gelek çavdêran jî hilbijartin di navbera xirab û xirabtiran de bû. Ango ne Hîllary Clînton ne jî Trump ne li gorî daxwazê bûn. Li aliyê din 'welatê Super' yê cîhanê Amerîkayê, careke din surprîz kir, her weke serdema Obama, divê cîhan şaş bimîne, ma ne wisa ye. Ev Emerîka ye, welatê 'firsend û surprîzan e'. Welhasil, mesele kûr e, ya girîng ew e serokatiya Trump bû sedem ji niha ve gelek senaryo werin rojevê. Gelek welat jî ji ber gotinên derbarê Trump de kirine, ji niha ve helwêstê diguherin. Mesela Tirkiye. Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan di pêvajoya hilbijartinan de êrişî Trump kiribû û ew weke îslamofob nîşan dabû. Lê piştî ku Trump bi ser ket, pêşî Erdogan xwe avêt ber lingê wî. Helbet mesele careke din Kurd in. Ev du mehên pêşiya me gelek girîng xuya dikin, heya Trump rûne ser text, û rengê siyaseta demê diyar bibe. Lewma girîng e ku Kurd vê pêvajoyê baş bixwînin û bi rê ve bibin. Lê ev bendewariya ku dê polîtîkayên Emerîka ji bo Kurdan bi Trump re biguherin, zêde ne li cih in. Dewleteke weke Emerîka, hêza serkêşa pergala Kapîtalîst dikare polîtîkayên demî, rê û rêbazê biguhere, lê projeyên wê yên sedsalan yên ji bo herêmê zû bi zû naguherin. Zehmete Trump jî ji vê xeta sereke ya dewletê derkeve. Lê dibe ku di rê û rêbazan de li gorî polîtîkaya nediyar a Demokratan, polîtîkayeke hîn eşkere hebe. Ev jî nayê wateya guhertineke pirr mezin û bingehîn. Emerîka her heman Emerîka ye...
Em careke din bi Erdogan dewam bikin; Erdogan piştî darbeya xwe ya faşîst a li dijî vîna gel kûr û berfireh kir bi girtinên parlementerên HDP´ê, êrişkariya wî giha asta herî jor. Diyar e, ne li bendê bû girtina parlementeran di cîhanê de di vê astê de çalakiyan û helwesta siyasî ya hin welatan were pêşwazîkirin. Lê heger dewam bike, eşkere ye ku ev asta çalakiyên Kurdistaniyan li seranserê cîhanê, dikare dîktatoriya Erdogan gelekî tengav bike. Bandora van çalakiyan herî zêde jî li siyaseta van welatan dibe û ev jî xwe weke helwesteke dijberî Erdogan dide der. Me di civîna koma HDP´ê ya herî dawî de dît, bi dehan sefîrên welatên cîhanê amade bûn. Ev yek dijberiya siyaseta Erdogan eşkere nîşan dide. Ya dimîne ew e ku Kurd û eniya demokrasiyê vê rewşê baş binirxînin.
Em hinek bi paş ve herin û li çend rojên derbasbûyî binihêrin, ka tabloya polîtîkayên Erdogan yên herêmî û cîhanî çi ye? Di mijara Mûsilê de ser û ser çû! Tevî hemû hewldanan, polîtîkaya wî ya êrişkar li xwe qelibî, neçar man bi şûn ve gavê bavêjin. Niha tê gotin, bêdeng û pêjin leşkerên xwe dikişînin. Lê dikişînin ku em wê jî bibêjin; agahî ew e ku leşkeran dikişînin Başûrê Kurdistanê û di vê dema aloz de amadekariyên operasyoneke li dijî Başûr, bi taybetî Herêmên Parastina Medya tê kirin. Jixwe, li pişt perdeyan gotegoteke wiha jî heye, ku di mijara Başîqayê de ji bo Tirkiye bi şûn ve gavê biavêje, dibe operasyona ji bo Başûr hatibe erêkirin. Bila ev jî weke agahiyeke girîng li vir bisekine, ji ber ku li gel êrişên li aliyê Zagrosan ve ku artêşa Tirk xwe her roj li sînor dide û ji ber bergiriya gerîla nikare bi pêş ve gav biavêje, li Slopiya jî sewqiyateke leşkerî ya ciddî heye. Ev jî vê gotegota operasyona li dijî Başûrê Kurdistanê zêdetir dixe rojevê. Lê ew hêza dewleta Tirk heye yan na, gelo ew ê karibe pêvajoyeke din a Zapê rake, ew jî divê li bîra me be. Yanî artêşa Tirk bikeve Başûr, vê carê wê hem di warê civakî de helwesteke cidî hebe, hem jî di warê siyasî de. Li aliyê din gerîla jixwe çawa bi salan hemû hewldanên dagirkirina Başûr têk birin, vê carê jî yeqîn wê wisa be!
Xala din ya girîng ku Tirkiye lê qelibî Reqa ye. Beriya çendekê, Erdogan di mijara Reqayê de diqêriya, lê encam wisa nebû. Operasyona herî giring ya sedsalê bi pêşengiya Kurdan û li hemberî 'Mertalê Firatê' ya dagirkeriyê, bi navê Xezeba Firatê dest pê kir.
Êrişa li ser vîna gel, girtina parlementer û nûnerên gelê Kurd di hundir û derve de encam negirt, Mûsil û Reqa eşkere ye. Kurt û Kurmancî; Tirkiye hem li hundir hem jî li derve bê siyaset maye. Ti gava serketî avêtî tineye û nikare gavê jî biavêje. Tenê di dest de êrişên faşîzan mane û wê yekê dike. Em tabloyê dema bi vî rengî bînin ber çavan, bi rastî rewşa Tirkiyeya Erdogan xirab e. Cîhan hemû vê dibîne û dibêje. Û Erdogan Tirkiye bi kûrkirina kaosê ancex bi rê ve bibe. Ancex bi vê hewl bide pergala xwe ya hegemonîk ava bike. Lê rewşa herêmê û cîhanê ji vê yekê re çi qasî amade ye? Dinya heya kengî dê vî dîktatorê har hilgire? Va ye, her roj ji qada navneteweyî helwestek tê nîşandan. Û bawer im, ev yek li gel têkoşîna gelê Kurd wê hîn zêdetir bibe. Ya dimîne, her weke çend salên dawî, ka Kurd wê bikarin vê dema kaosê baş binirxînin û berdewam veguherînin qonaxa pêngav û serketinên mezin.