
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ji bo hilbijartinên Îranê daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de KNK´ê xwest Kurd û neteweyên din hilbijartinan boykot bikin.
Konseya Rêveber a KNK´ê di daxuyaniyeke nivîskî de 38 salên destbikarbûna rejîma niha ya Îranê bi bîr xist û got, di bingeha wê de "sîstemeke totalîter a mezhebî, şerxwaz, paşverû û kevneperest heye. Di nav vê sîstemê de cih ji bo hebûna partî û rêxistinên siyasî, demokratîk û sivîl nîne. Îran ji bo neteweyên din ên bindest mîna Kurd, Belûç û Erebên Ehwazê û yên din dagîrkerekî hov e."
KNK´ê got, rejîm dema Kurd û neteweyên din ên bindest qala çareserîya siyasî û aşitîyane dikin, rejîma Îranê bi terorîzma dewletê, tund û tûjiyê bersiva wan dide, pê re jî dest werdide karûbarên welatên cîran.
KNK´ê ji bo hilbijartinên serokkomariyê yên19’ê Gulana 2017´an got, "Em weke KNK daxwazê ji Rojhilatê Kurdistanê dikin, dengê xwe ji bo bihêzkirina yekîtîya neteweyî bilind bikin, dengê xwe bidin kêleka dengê Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê û bi her awayî ew dikarin bi boykot yan jî bi dengê NA’yê bersiva daxwazên desthilatdaran bidin."
BRUKSEL