34 sal derbas bûn
Li ser desthilatdariya Komara Îslamî la Îranê re 34 sal derbas bûn. Salên tije şer, dijberiya azadîxwazan, temirandina serhildanên kêmnetewan, îdam, kirîza aborî, îxraca şer ji welatên cîran û dijberîkirina zilhêz û êşên din ku sal bi sal zêde û zêdetir dibin. Şoreşa ku ji hêla hemû gelên di nava sinorên Îranê de li dijî sîstema padişahî çêbû li benda hêvî û guherandinên mezin bû. Lê rayedarên komara nîhatî hema di destpêka karê xwe de gotineke wiha anîn bîra her kesî: "Rehmet li bavê kefendiz be…“.
Di hemû temenê vê komarê de hilbijartin ticarî bi awayekî azad û demokratîk çênebûne. Berî çar salan tevî ku reformxwazan serkeftin bi dest ve anîn, lê Elî Xamaney û saziyên mîna 'Sipahê Pasdaran'(1) bi bê hejmartina dengên gel bi darê zorê kesekî mîna Mehmûd Ehmedînejad anîn ser kar. Ew bi şiyanên xwe ên di qadad siyasetê de kesekî cahil û nezan û di qada cihanê de sal bi sal Îran ber bi 'tenêtiyê' ve bir. Di dema hatina wî de huştin, îşkence, îdam, zîndan û terora kor kirin ku jiyana siyasî li Îranê bikeve qadeke nû. Êdî Îran him bû mezintirîn zindana rojnamevan û azadîxwazan û him jî bû kuştargeha netewên ku bi rêyên herî meşrû doza mafên xwe yên rewa û netewî dikirin. Li Îranê Kurd yek ji wan netewane ku him ji hêla ol û him jî ji hêla xwe ya etnîkî ve tim ketiye ber çavê xezebê. Di dema heşt sal serok komariya Ehmedînejad de baştirîn ciwanên Kurd hatin girtin û îdam kirin. Ferzad Kemanger, Şirîn Elemholî, Dr. Sidîq Kebûdvend û dehan ciwanên din ew kes bûn ku bi rêbazên herî mentiqî daxwaza azadiyên siyasî û hiqûqî ji netewa xwe re dikirin.
Dîktator û azadiya ragihandinê
Hilbijartinên îsal di şert û mercên pir nazik de çêdibin. Li Îranê vê carê him hilbijartinên serok komariyê û him jî yên encûmen û şewra bajar û gundan çêdibin. Ji komên etnîkî re hilbijartinên encûmenên bajar û gundan gelekî girîngin.
Rêberê olî yê Îranê ku êdî di nava gel de paşnavê "dîktator û dijminê înternet û azadiyê" jê re hatiye dayîn, ji tirsa salên berê hemû reqîbên xwe danîne aliyêkî an jî bêdeng kirine. Li gor nêrîna piraniya çavdêrên siyasî Xamaney ji niha de ew kesên ku peyrewên rêbaza xwe dibîne ji bo posta serok komariyê li ber çav girtine! Yanî ji hêla wî ve biçûktirîn rêz û hurmet ji raya gel re nayê dîtin.
Rewşa îro li Îranê
Di roja îro de rewşeke pir dijwar û awarte li Îranê hakime. Giranî û kirîza ku li pey 'dorpêça navneteweyî' rastî jiyana xelkê hatine, êdî ji xêza sor jî derbas bûne. Çîna karker bi perê mehane û kêm (ku carna heya 6 mehan bi derengî dikeve), êdî bi zehmet dikare pariyekî nan jî ji zarokên xwe re peyda bike. Li pey îsrara rayedarên komara Îslamî li ser çêkirina 'hêza atomî' di van çend mehên derbasbûyî de perê Îranê li hemberî dolarê DYA'yê û Euro gehiştiye bihayê xwe yê herî nizim de ye. Serbarî hemû êşên heyî giranî û bêkarî du faktorên serekene ku êdî civak li benda teqîneke (înficar) nû ye. Karê ku ji ber rewşa li Sûriyeyê û bakurê Kurdistanê şertên wê amade û dikare bi yek carî temenê Komara Îslamî bigehîne dawiyê.
Rewşa rojhilatê Kurdistanê
Li rojhilatê Kurdistanê ji ber siyasetên zextê piraniya xelkê civakê li jêr xêza sor dijîn. Zextên dorpêçkirinên ku ji aliyê DEYA û welatên Ewropa li dijî Îranê çêbûne, bêhtirîn bandora xwe li ser jiyana xelkê sivîl daye diyarkirin. Lê sosret li vira tê xuyanê dema ku em di vê rewşa kambax de dibînin ku siyaseta Îranê li ser xeta xwe ya berê ye û ew naxwazin vê rêbaza çewt û xelet bigûherînîn. Yanî girtin û kuştin berdewamin, rojnamevan û çalakên siyasî tên girtin, siyasetmedarên ku li dijî sîstema serdestin, bêdeng û wenda ne. Yên ku ji mafê mirovan re jî xebatê dikin, bê ser û şûnin.
Hilbijartin û hêza Kurdan
Di rewşeke wiha de li Îranê Kurd wek faktorekî aktîv daxwaz dikin ku bi şêweyên demokratîk û meşrû di sîstema hakim da beşdar bibin, lê li gor zagûna bingehîn a Îranê tenê Şîî dikarin xwe wek namzetên serok komariyê bidin nasandin. Mafekî wiha ji jinan re jî nehatiye diyarkirin. Kurd, Belûç û Tirkmen ji ber ku bi mezhebê xwe Sunî ye, nikarin namzetên xwe ji bo posta serok komariyê bidin diyarkirin. Heta waliyên wilayetên Kurdistanê jî nikarin Kurd bin û divê Fars an jî Azerî bin. Elbete ger 'hikûmet û dîn' ji hev neyên cudakirin, ev sîstema totalîter yê wiha bidome. Komareke wiha ne dikare di nava koma dewletên din de jiyana xwe bidomîne û ne jî dikare ji pêwîstiyên civakê re bibe bersiv.
Li rex van tevan, vê carê Kurdên rojhilatê Kurdistanê bi boykotkirina hilbijartinan dikarin mîna Kurdên bakur, başûr û rojavayê Kurdistanê bibine dengekî nû û bilind li dijî sîstema desthilatdar li Tehranê. Ew wiha dikarin çend gavên din jî nêzî çareserkirina pirsgirêka xwe ya çend sed salî bibin.
Hilbijartinên vê carê û bi taybetî jî ji bo serok komariyê formalîte û weke şanoyeke ji berê amadekirî têne ber çav. Dîkatorekî mîna Elî Xamanêy û kesên derdora wî êdî di karên wiha da mîmarên hosta û şehrezane.
Di rewşên wiha de her tim civaka Kurd li rojhilatê Kurdistanê dengê nerazîbûna xwe daye eşkere kirin. Rolê partî û rêxistinên Kurdan û elbete ragehandina Kurdî jî di karekî wiha de pozîtîv bûye. Di 34 salên derbasbûyî de li Kurdistanê piraniya xelkê hilbijartin boykot kirine û bi rêya neçûna ser sendoqên dengdanê xeteke sor kişandine ser meşrûiyeta „komara wehşet û terorê“.
Vê carê wê çi bibe?
Vê carê jî tê çaveranîkirin ku Kurd hilbijartinan boykot bikin. Çimkî heya niha yek ji namzetên serok komariyê helwesta xwe li ser çarserkirina pirsgirêka Kurd û mafê wan di zangona bingehîn da bi awayekî şefaf nedaye diyar kirin. Hê jî kes nizane ew li ser girtiyên siyasî xwedî kîjan bername û pilanên taybetî ne. Kebûdvend tenê li ser tawana bergirîkirina ji mafê mirovan di girtîgehê de ye. Lê tevî hemû kempanyayên îmza komkirinê ji bo azadiya wî hê jî kes nizane çi bi serê wî û hempîşeyên wî anîne. Li Kurdistanê çîna karker û cotyar di rewşeke tirajîk da jiyanê derbas dikin. Gelo kesên mîna 'Hesen Ruhanî, Elîekber Wilayetî û yên din' li Îran û Kurdistanê xwedî çi pilanên nû ne ku rewşa heyî bigûherîne?
Li gor min li rojhilatê Kurdistanê beşdarîkirina di hilbijartinên vê carê de bi her biha û şêweya ku dibe, karekî şaşe û encameke pozîtîv ji doza Kurd re nanîne. Çimkî, dîktator nikarin azadiya bîr û raman, pênûsa azad û ragehandina demokratîk û modern bipejirînin. Di çavê wan de tiştê herî kêm deng û nêrîna gele. Ew li dijî pirensîpên demokratîk in. Ji kesên wiha re programên îdolojîk û zagonên hezar sal berî niha ji zagonên nû û modern girîngtirin. Kesên ku ji postên hesas re têne hilbijartin jî ne dikarin nûnerên dengê rastîn ê gel bin û ne jî dikarin di civakê de xwedî rolekî bi bandor bin ku biryarên wan bêne cî bi cî kirin.
Du rojên dîrokî
Roja înê û şemiyê(14-15. 06. 2013'an) li benda pêvajoyeke nû li Îranê bin. Ger dîsa jî dengê gel ji hêla Xamanêy û oportonîstan ve bêne şewitandin, ez texmîn dikim ku rewşa çar sal berî niha dîsa yê dubare bibe. Ewê dîsa ji bo parastina kursî û mayîna xwe ter û hişka bi hev re bişewtînin. Karê dîktatoran wiha bûye û heya dimirin jî yê wiha bidomînin.
(1). Hêza ku piştî damezirandina komara îslamî bi destûra Ayetulah Xûmêynî hate çêkirin. Armanca wan parastina şoreşa îslamî bû. Îro ew hêz di gendeliyên îdarî û serkotkirina dijberên sîstema desthilatdar de xwedî rolê herî negatîve.
KEKŞAR OREMAR