Li seranserê Rojava bernamzetên hilbijartinên komînan zêde dibin û kelecaneke siyasî jî di nava civakê de xwe dide der. li Qamişloyê bernamzet zêde dibin, li Girê Spî Elî El-Ibêd ê kal dibe bernamzet, li Efrînê jî ji sedî 50´ê namzetan jin in.

Hejmara bernamzetên hevserokatiya komînan ên bajarê Qamişlo zêde bûye û gihîştiye 500 kesî. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan dema bernamzetiyê dirêj kir heta  roja 5`ê îlonê. Şêniyên bajarê Qamişlo berê xwe didin navendên Komîseriya Bilind a Hilbijartinan û xwe ji bo bernamzetiyê pêşniyaz dikin. Li gorî agahiyên Komîseriyê hejmara benamzetan gihîştiye 500 kesî.


Kalê Girê Spî namzet e

Kalepîrê bi navê Elî El-Ibêd ji bo xizmeta civakê bidomîne navê xwe wekî bernamzet ji bo hevserokatiya komîna gundê xwe ji Komseriya Bilind re pêşkêş kir.

Elî EL-Ibêd yek ji rûspiyê gundê EL-Sexrat a 15 kîlometreyan li bakurê navçeya Eyn Îsa ya girêdayî Kantona Girê Spî ya herêma Firatê ye. Elî 65 salî ye û tevî vê yekê jî tevlî hilbijartinên komîna gund bû û navê xwe wekî bernamzet qeyd kir.

EL-Ibêd got, piştî gundên wan sala 2016ʹan ji çeteyên DAIŞʹê hate rizgarkirin, TEV-DEM`ê dest bi rêxistinkirina gundên wan kir, EL-Ibêd bihîst ku komîn hewl dide parastina gund û rêxistinkirina wê bike, wî jî ji ber vê yekê xwe ji bo hevserokatiya komînê pêşniyaz kir. Sala 2017ʹan jî gundiyan ew wekî Hevserokê Komînê hilbijartibû.

EL-Ibêd da zanîn ku dema ew bû hevserokê komînê ti caran berjewendiya kesayetî li ber çavên xwe dananî, ji ber ku baweriya xwe bi fikra federaliyê û jiyana hevbeş û fikra “Serok Abdulah Ocalan” heye.


Li Efrîn bernamzet ji %50 jin in

Hevseroka Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Efrînê Nesrîn El-Ebîd destnîşan kir ku bernamzetên Hevserokên komînan ji %50 jin in.

Nesrîn El-Ebîd derbarê bernamzetiya Hevserokatiya komînan got, “Tevlîbûna jinan a hibijartinan çalak e û ji %50 jin bi mêr re wekhev bernamzet in”.

Nesrîn El-Ebîd got, hejmareke mezin ji bernamzetan jin in û wiha peyivî: “Ji hezar û 200 bernamzetan, 600 jin in û ev yek diyar dike ku li herêma Bakurê Sûriyeyê jin û mêr wekhev in”.

Di dawiya gotinên xwe de Nesrîn El-Ebid bang li jinan kir da ku çalak tevlî hilbijartinên Meclîs, herêm û Kongreya gelan jî bibin. 


NAVENDA NÛÇEYAN