Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê, encamên hilbijartinê yên li 6 wîlayetên din jî eşkere kir. Her wiha Tevgera Nifşê Nû doh li Silêmanî daxuyanî da û got: “Li Herêma Kurdistan û navçeyên din sextekariyeke bi rêk û pêk ji aliyê her du partiyên desthilatdar hatiye kirin.” Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê, ji bilî Kerkûk û Duhokê, encamên hilbijartinê yên li wîlayetên Nînova, Silêmanî, Hewlêr, Necef, Selahaddîn û Meysanê eşkere kirin. Li Nînovayê Ebadî bû yekemîn Li Nînovayê Koalîsyona Nasr a bi lîderiya Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî bû yekemîn, PDK bû duyemîn. Li Hewlêrê PDK bû yekemîn, YNK duyemîn, Nifşê Nû sêyemîn û Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê jî bû çaremîn. Li Silêmanî YNK bû yekemîn, Gorran duyemîn û Nifşê Nû bû sêyemîn. Encamên li gore bajaran Encamên fermî yên ne iseh li van bajaran wiha ne: HEWLÊR: PDK: 316 hezar; YNK: 77 hezar û 792; Nifê Nû: 69 hezar û 123; Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê: 49 hezar û 266; Gorran: 39 hezar û 809; Komel: 35 hezar û 534; Yekgirtû: 23 hezar û 933 SILÊMANÎ: YNK:262 hezar û 128; Gorran:149 hezar û 930; Nifşê Nû: 61 hezar û 638; Komel: 49 hezar û 343; PDK: 46 hezar û 567; Koalîsyona ji bo Edalet û Demokrasiyê: 44 hezar û 978; Yekgirtû: 29 hezar û 161 NÎNOVA: Koalîsyona Nasr: 164 hezar; PDK: 134 hezar û 782; Koalîsyona Vatanniye: 97 hezar; Koalîsyona Fetih: 73 hezar; Koalîsyona Qerar a Iraqê: 65 hezar; YNK: 32 hezar Li Selahaddîn Walî Ahmed Cûbûrî bû yekemîn Li wîlayeta Selahaddîn a li bakurê Iraqê, Koalîsyona Gelparêz a Neteweyî ya bi lîderiya Walî Ahmed Cûbûrî bû yekemîn, Koalîsyona Fetih a bi lîderiya yek ji fermandarên Heşdî Şabî Hadî Amîrî duyemîn, Koalîsyona Vataniye bû sêyemîn. Li Necefê Muqteda es-Sadr bû yekemîn Koalîsyona Saîrûn a ku lîderê Şîî Muqteda es-Sadr destekê didiyê, dengê herî zêde wergirt û bû yekemîn. Komîsyona Hilbijartinê ya Bilind a Serbixwe ya Iraqê ragihand ku encamên hilbijartinê yên li wîlayetên Kerkûk û Duhokê ji ber hin pirsgirêkên teknîkî wê îro bên eşkerekirin. Sextekariyeke bi rêk û pêk Tevgera Nifşê Nû jî doh li Silêmaniyê daxuyaniyek da çapemeniyê û nerazîbûn nîşanî encamên hilbijartina 12’ê Gulanê da. Serokê Lîsteya Nifşê Nû ya Hewlêrê Rabûn Merûf di civîna li avahiya partiyê de axivî û got; “Encamên ku Komîsyona Bilind a Hilbijartina Xweser a Iraqê eşkere kirine ti pêwendiyeke xwe bi rastiyê re nîne. Li Herêma Kurdistan û navçeyên din sextekariyeke bi rêk û pêk ji aliyê her du partiyên desthilatdar ve hatiye kirin.” Rabûn diyar kir ku ew weke Nifşê Nû encamên hatine eşkerekirin red dikin û wiha pêde çû: “Me hemû binpêkirinên hatine kirin, tomar kirine û em ê bibin ji Dadgeha Federal ya Iraqê re. Her wiha ji bo em nerazîbûnên xwe bikin yek, me daxwaz ji wan partiyan jî kiriye ku bên gel hev.” SILÊMANÎ