DIYAR EHMO / HOGIR NECAR / ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN


Endama Komîteya Amadekar a Hilbijartinan a Lîsteya Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî, Zehiya Alareşî diyar kir ku ji bo rêveberiyeke demokratîk bêyî cudahiya di nava pêkhateyan de were avakirin, hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dê daxwaza hemû pêkhateyan pêk bîne û dê taybetmendiya her herêmekê biparêze.

Di çarçoveya kar û xebatên amadekariyên qonaxa duyemîn a hilbijartinên sîstema federaliya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de, nemaze piştî ku qonaxa yekemîn ku tê de hevserokên komunan hatin hilbijartin, serketî derbas bû, tê payîn qonaxa duyemîn a hilbijartinên meclîsên herêmî di 1’ê Kanûnê de bêne li darxistin. Girêdayî mijarê Endama Komîteya Amadekar a Hilbijartinan a Lîsteya Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî, Zehiya Alareşî diyar kir ku ew weke lîste beşeke sîstema Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ne û ji mafê wan ê xwezayî ye ku beşdarî hilbijartinan bibin û wiha peyivî, “Armanca Lîsteya Koalîsyona Niştimanî ya Kurdî ew e ku şaşîtî û kêmasiyên di demên bihurî de di nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêk hatine, neyên dubarekirin.”


Pêngava pêkanîna demokrasiyê

Zehiya Alareşî di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew van hilbijartinan weke pêngava pêkanîna demokrasiyê dûrî zext û desthilatdariyê bi nav dikin, ji ber ku pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bi salan e ji mafê xwe yê hilbijartinên demokratîk bê par mane û bi taybet gelê Kurd û wiha li axaftina xwe zêde kir; “Niha em dikarin çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, bêyî ku ti desthilatdarî li ser me were meşandin. Evan hilbijartin xwedî wateyeke mezin in, ji ber ku em hemû xebatên xwe bi awayekî demokratîk û bê cûdabûn didin meşandin.”



Li Cizîrê bi yek lîsteyê

Zehiya Alareşî da zanîn ku lîsteya wan tenê di çarçoveya hilbijartinên meclîsên herêmî yên herêma Cizîrê de ye û got, “Taybetmendiya her herêmekê cûda ye, li herdu herêmên Ferat û Efrînê komîteyên me yên herêmî hene û ew ê biryara xwe ya derbarê beşdarbûna hilbijartinan de bide ka dê serbixwe beşdarî hilbijartinan bibin yan dê bi lîsteyên partiyên din re beşdar bibin. Em ê li herêma Cizîrê bi yek lîsteyê beşdar bibin.”



Dengê xwe bidin namzet û lîsteyên xwe 

Zehiya Alareşî destnîşan kir ku ji bo rêveberiyeke demokratîk, bêyî cûdahiya di nava pêkhateyan de were avakirin, hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê dê daxwaza hemû pêkhateyan pêk bîne û dê taybetmendiya her herêmekê biparêze.

Zehiya Alareşî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê kir ku bi berpirsyarî beşdarî hilbijartinan bibin û ji bo avakirina welatekî demokratîk ji bo hemûyan, dengên xwe bi kar bînin.




Namzetên Lîsteya Neteweya Demokratîk


Namzetên Lîsteya Neteweya Demokratîk di çarçoveya xebatên propagandayê de, belavok li navçeya Til Hemîs a ser bi kantona Qamişlo belav kirin.

Di belavokê de “Ji bo civakeke demokratîk Lîsteya Neteweya Demokratîk hilbijêrin” hatiye nivîsandin. Şêniyên ku belavok wergirtin, hêvî kirin ku ev hilbijartin bibe destpêkekê nû ji bo gelê herêmê û pêdiviyên wan werin bicihanîn.

Koma “Lîsteya Netwa Demokratîk” a hilbijartinan di çarçoveya xebatên xwe yên propagandayê de, li bajarê Qamişloyê jî kon veda. Kon li Taxa Xerbî hatiye vedan.

Komîteya Amadekar  a “Lîsteya Netewa Demokratîk” pankartênên bi nivîsa “Dengê xwe bidin Lîsteya Neteweya Demokratîk” bi Kurdî, Erebî û Suryanî daliqand û alên partiyên di bin banê lîsteyê de beşdarî hilbijartinan dibin, hilda.