Piştî hilbijartinên giştî yên li Iraqê rêjeya dengên partiyên Kurdî û hejmara kursiyên li Bexdayê bi dest xistî zêde nebû rojev, lê îdîayên sextekariyê, nexasim jî li dijî YNK´ê mohra xwe li hilbijartinan xist. Pêr li Iraqê hilbijartinên giştî bi rê ve çûn. Li Başûrê Kurdistanê ya ji ber hilbijartinan ma nerazîbûna ji encamên destpêkê bû. Hemû aliyên siyasî bawer dikin li Silêmaniyê di hilbijartinan de hîle hatiye kirin ku tenê YNK ji encamên li Silêmanî û Helebceyê razî ye. Li aliyê din li seranserê Iraqê û li parêzgehên Kurdistanê rêjeya beşdariya hilbijêran di asta herî jêr de ma û ji 24 milyon hilbijaran tenê bêhtirî 10 milyon kesan deng bi kar anî. Herçî PDK ye tevî ku dengê wê û hejmara kursiyên wê li parlamena Iraqê kêm jî bûn, xwe weke partiya yekemîn li Kurdistanê lanse dike û weke serketiyê hilbijartinan radigihîne, tevî ku li Dihokê namzetên aliyên siyasî yên weke Nifşê Nû û Tevgera Gorranê di dema propagandayê de rastî her şêwaz êrişê hatibûn. Li aliyê din Desteya Bilind a Hilbijartinan a Iraqê da zanîn ku ew ê piştî bi dawîbûna hilbijartinan bi 48 saetan ango îro encamên pêşî ên fermî eşkere bike. Li gelemperiya Iraqê rêjeya beşdariya hilbijartinên giştî ji bo diyarkirina parlamenê 44 ji sedî bû. Li gorî encamên ne fermî ku Reutersê parve kirin, serokwezîrê heyî Haydar Ebadî li gelemperiya Iraqê li pêş e. Bloka ku Muqteda Es Sadr pêşengiyê jê re dike di rêza duyemîn de ye. Li Başûrê Kurdistanê jî partiyên siyasî hevdu sûcdar dikin. Rayedarên PDK’ê, Tevgera Gorran, Partiya Komunîst û gelek aliyên siyasî gunehan dixin stuyê YNK'ê, YNK jî sûcdariyan red dike. Em hilbijartinê red dikin! Rayedarên Tevgera Gorran, Yekgirtû, Koalîsyona Edalet û Demokrasiyê û Komela li Silêmaniyeyê li hev civiyan û ragihandin ku ew encamên hilbijartinê qebûl nakin. Her çar partiyên siyasî xwestin, hilbijartin ji nû ve bê kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em temamiya hilbijartinê red dikin û qebûl nakin. Em dixwazin hilbijartina li herêma Kurdistanê, Kerkûk û herêmên din ên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ne, ji nû ve bê kirin." Tevgera Nifşên Nû jî di navê de hin partiyên siyasî jî li ber encamên hilbijartinê yên li Helebceyê rabûn. Partiyên siyasî îdîa dikin ku YNK'ê encamên li Silêmanî û Helebceyê guhertine. YNK'ê jî diyar kir ku li Dihok û Hewlêrê bi dek û dolaban encam hatine guhertin û li ber encaman rabû. Partiya Komunîst a Kurdistanê jî xwest jimartina dengan bi dest bê kirin. Hejmara parlamenteran ne zelal e Saziyên medyayê yên nêzî partiyên siyasî, li ser hejmara parlamenterên li hin bajaran agahiyan didin, lê desteya hilbijartinê di vê mijarê de hê daxuyaniyeke zelal nedaye. Lîsteya Nifşên Nû jî daxuyaniyek da û diyar kir ku encamên ne fermî yên tên eşkerekirin, dûrî ji encamên rasteqîn e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê li gorî encamên fermî helwêsta xwe nîşan bidin. YNK ji encamên li Silêmanî û Helebce razî ye Bi her halî, xuya ye ku YNK ji encamên giştî û nexasim jî yên li Silêmanî û Helebce razî ye. Di daxuyaniya YNK'ê de hate gotin, "Hevrikiya hilbijartinê qediya. Weke aliyên siyasî yên Kurd, ji bo bidestxistina mafên demokratîk û qanûnî, divê em bi ruhê Kurdîtiyê bi yekgirtî tevbigerin." PDK beşdar nebû û red dike Der barê encamên ne fermî yên hilbijartinê de YNK’ê diyar kir ku ew girêdayî biryara komisyonê ne û ji bo Kerkûkê jî got; “PDK li Kerkûk beşdarî hilbijartinê nebû, lê encamê red dike.” Berdevkê YNK’ê Sedî Ehmed Pîre diyar kir ku ew tewanbarî û reşkirinên li ser YNK’ê qebûl nakin. Pîre diyar kir ku YNK’ê di hilbijartinê de ti sextekariyek nekiriye û îdîayên wiha yên tên kirin, nerast in, ev jî spart sîstema elektronîk a hilbijartinê: “Sîstemek giştî ye. Ger bê hack-kirin, wê sîstem li gelemperiya Iraqê bê hack-kirin. Ne ku tenê li bajarek yan du bajaran. Ev îdia û tewanbarî tenê ji bo reşkirina YNK’ê ne, em qebûl jî nakin. Em dibêjin divê lêkolîn li ser tevahiya proseyê bê kirin. Ji bo hemû alî li ser hilbijartinê rehet bin.” Bexda 3 lijneyan dişîne Ji bo lêkolîna giliyên elaqedarî sextekariyên di hilbijartinan de, Bexda 3 lijne şandin Herêma Kurdistanê. Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Derbaz Mihemed, li ser hesabê xwe yê tora civakî Facebookê têkildarî giliyên hilbijartinê, wiha nivîsand; “Îro ji Bexda 3 lijne wê serdana sê parêzgehên Herêmê bikin. Ev jî bi armanca lêkolîna li ser şikayet û şêwazê pêkhatina hilbijartinên parlamentoya Iraqê ye.” NAVENDA NÛÇEYAN

Beşdariya herî kêm

Ji 2003´yan ve piştî hilweşîna rejîma Baasê ev yekemîn hilbijartina giştî ya li Iraqê ye ku rêjeya hilbijartinê di bin ji sedî 50´î de ma. Yekemîn hilbijartina piştî hingê Çileyê sala 2015´an bi rêjeya beşdariyê a ji sedî 59 pêk hat. Kanûna heman salê hilbijartineke din a giştî bi rêjeya beşdariyê ya ji sedê 63 bi rê ve çû. Sala 2010’an de di hilbijartina Parlamentoya Iraqê de rêjeya beşdariyê ji sedê 62.4 bû. Di hilbijartinên giştî yên 30’ê Nîsana 2014’an de rêjeya beşdariyê ji sedî 60 bû. Di hilbijartinên şemiya bihurî de ev rêje ma ji sedî 44 û bi vê jî di dîroka piştî Baasê de bûn hilbijartinên bi beşdariya herî kêm.

Kursiyên li gorî îdîayan

Li gorî îdîayên aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, beriya eşkerekirina encamên ne fermî, kursiyên ku van aliyan li parêzgehên Kurdistanê û parêzgehên derveyî herêmê lê bi xwe bi temamî yan jî qismî ser bi Kurdistanê bi dest xistine wisa ne: PDK: 25 kursî (sala 2014an 27 kursî bi dest xistibûn) YNK: 21 kursî (sala 2014´an 27 kursî bi dest xistibûn) Tevgera Gorran 9 kursî (sala 2014´an 12 kursî bi dest xistibûn) Nifşê nû: 3 kursî (cara yekem e dikeve hilbijartinan Koalîsyona Demokrasî û Edaletê: 4 kursî (cara yekem e dikeve hilbijartinan) Komel: 3 kursî (sala 2014´an 4 kursî bi dest xistibûn) Yekgirtû: 2 kursî (sala 2014´an 3 kursî bi dest xistibûn)