Li van navendan, ji roja Şemiyê û vir ve elaqeya ji bo bikaranîna dengan zêde dibe. Her çend rojên nava hefteyê beşdarî kêm jî bû, duh li ber konsolosxaneyan rêzên dirêj çêbûn.Li Kolnê yekemcar e ku hejmara mirovên di nava hefteyê de dengê xwe bi kar anîn, ji 4 hezaran bihurî. Roj bi roj ev hejmara tevlîbûnê zêde dibe. Koordînasyona HDP’ê ya Hilbijartinê ji gel dixwaze ku bikaranîna dengê xwe ji roja dawî re nehêle.

Li Elmanyayê li 13 navendan ji 8’ê Cotmehê heta 18’ê Cotmehê 256 hezar kesan dengê xwe bi kar anî. Ji bo bi qasî hilbijartinên 7’ê Hezîranê deng werin bikaranîn, divê di hefteya dawî de 226 hezar mirovên din jî dengê xwe bi kar bînin. Dema hejmara mirovên ku roja duşemê dengê xwe bi kar anî were nirxandin, hingî tê dîtin ku xwegihandina vê hejmarê ne zehmet e.


Li Franseyê seferberî

Li Franseyê li bajarên Evry û Melûn ên li başûrê Parîsê dengê xwe bi kar tînin. Xebatên ji bo birina hilbijêran a ser sindoqan dewam dikin.

Li Evry û Melûn hejmare zêde ya Kurdistanî û Tirkiyeyiyan dildarên HDP’ê ne û civînek lidar xistin û destnîşan kirin ku 6 rojên mayî yên dengdayînê di asta fînalê de ne. Ji bo hilbijêr heta 25’ê Cotmehê dengê xwe bi kar bînin, li Navenda Civaka Demokratîk a Evry û Komeleya Sînemîliyan wesayît hatin amadekirin. Bi van wesayîtan wê hilbijêr karibin biçin ser sindoqan.

Endam û dildarên Komîsyona HDP’ê ya Hilbijartinê di civîna xwe de bi dirûşma ‘Eger tu nebe, yek ji me kêm e’ biryar da ku xebatên xwe berfireh bike. 

Endamên komîsyonê diyar kirin ku divê 6 rojên dawî baş bên bikaranîn û dan zanîn ku ji bo hilbijêran bibin ser sindoqan ew ê hewldanên xwe zêde bikin. Di encama civînê de hat gotin, „Ji bo têkbirina gladyoya qesrê û zîhniyeta faşîst a hikûmeta AKP’ê ya qetlîamker û xwe ji xwînê xwedî dike, divê em mafê xwe yê demokratîk ji sedî sed bi kar bînin û vê zîhniyetê di sindoqê de defin bikin.“   


 NAVENDA NÛÇEYAN