Di şer de aliyê psîkolojîk jî bi qasî aliyê fizîkî girîng e. Hin caran aliyê derûnî ji aliyê fîzîkî girîngtir e. Ji ber vê yekê hêzên desthilatdar di şerê xwe de giraniyê didin ser aliyê derûnî û dixwazin ji aliyê derûnî ve dijberên xwe têk bibin. Ji ber vê di serî de Amerîka, hemû hêzên desthilatdar di perwerdehiya xwe ya şer de giraniyê didin ser aliyê derûnî. Di vê perwerdehiyê de şervanên xwe di vî warî de perwerde dikin.
Pisporên şer berî ku li hemberî gelekî yan hêzekê dest bi şer bikin, der barê wî gelî û wê hêzê de lêkolînan dikin. Ew dixwazin ji aliyê çandî, civakî û derûnî ve dijberên xwe nas bikin. Bi vî awayî ew dixwazin aliyên qels û lawaz ên neyarên xwe bizanin û li gorî wê bi taktîk û teknîkên şerê derûnî neyarên xwe têk bibin. Pirî caran çek û amûrên şer jî bi vê mebestê tên neqandin. Dixwazin bi teknîka di destên xwe de vîn û daxwaza neyarên xwe yên serkeftinê ji holê rakin û bi vî awayî encamê bi dest bixin.
Hemû endamên şerê taybet ên welatên NATO’yê bi heman awayî tên perwerdekirin. Kesên ku li Tirkiyeyê li dijî gelan şerê taybet dimeşînin jî bi heman awayî hatine perwerdekirin. Şerê derûnî di bingeha xwe de şerê bîr û baweriyê ye. Ji ber ku tu şer bêyî bîr û bawerî naçe sêrî û bi ser nakeve. Ji bo ku hêz û şiyana şer a aliyekî şer ji holê rabe, divê ji aliyê bîr û baweriyê ve pûç û vala bibe; divê pê re tu bîr û bawerî nebîne. Ji ber vê yekê dagirkeran her tim êrîşî bîr û baweriya neteweyî ya Kurdan kiriye. Heta ji wan hatiye wan xwestiye nirxên Kurdan li ber çavan wan reş bikin. Ji ber vê yekê hemû tiştên Kurdan “sozde” ne. Ji ber vê yekê ala Kurdan “bez parçasi” ye. Ji ber vê yekê kesên ku di ber doza Kurdayetiyê canê xwe dane û didin “şaki” ne, “terorîst” in. Ji ber vê yekê Kurd “nizanin siyasetê bikin”, ji ber vê yekê “doza Kurdan tu caran bi ser nakeve”, ji ber vê yekê “zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye”…
Ev şerê psîkolojîk hunereke taybet dixwaze, armanca şer divê ji aliyê kesên ku lêqewimiyên wî şerî ne ve neyê zanîn. Ji bo vê yekê her tişt wisa bi zelalî nayê gotin. Bo nimûne, heke li cihekî hêvî û daxwaza azadiyê xurt be, hişmendiya demokratîk û neteweyî bi pêş ketibe, li wir taktîkên cuda têne meşandin.
Bala xwe anketên ku çapemeniya hevalbend a AKP’ê diweşîne. Li gorî van anketan, “Kurd bi tu awayî statûyê naxwazin” lewre “heke Kurd bibin xwedan statû dê tî û birçî bimînin”, heke “destê dilovaniyê yê dewleta tirk ji ser pişta wan rabe, dê Kurd hev bixwin û dê pergala komûnîst a PKK mala Kurdan xera bike”. Anketên wan wisa dibêjin.
Belê anketên wan wisa dibêjin. Lê rastî çi ye? Ez dixwazin qala anketeke din bikim. Ev anket bi piştgiriya hinek saziyên sivîl ên Amedê, ji hêla Navenda Lêkolînên Civakî û Siyasî (SAMER) ve li 11 bajarên Kurdan hatiye kirin. Encamên vê anketê bi tu awayî naşibin encamên anketên ku di çapemeniya hevalbend a AKP’ê de derketine.
Li gorî encamên vê anketê niştecihên van 11 bajarên Kurdan ji sedî 41.2 xweseriya demokratîk dixwazin, ji sedî 19.3 serxwebûna Kurdistanê, ji sedî 11.7 federasyonê, ji sedî 9.3 xweseriya îdarî dixwazin. Li gorî vê encamê ji sedî 80 statuyê dixwazin. Li gorî encaman ji van kesên ku xweseriya demokratîk dixwazin ji sedî 27, ji kesên ku serxwebûnê dixwazin ji sedî 17, ji kesên ku federasyonê dixwazin ji sedî 7 û ji kesên ku xweseriya îdarî dixwazin ji sedî 13 alîgirên AKP’ê ne.
Bi kurtasî gelek kesên ku di hilbijartinan de dengên xwe didin AKP’ê jî di nav de, piraniya Kurdan êdî naxwazin bêyî statû bijîn.
Tecrûbeya salan a Kurdan, ew gihandine wê encamê ku rêveberiya herî xerab a Kurdan jî ji rêveberiya herî baş a biyaniyan çêtir e. Rastî ev e, tiştên mayî vir û derewên şerê psîkolojîk in.
Hilbijêrên AKP’ê jî xweseriyê dixwazin