Hilbijartina meclîsa bajarên Başurê Kurdistanê û Îraqê piştî yek meh ji kampanyaya qîr û hawar a nava kolanan. şerê al û hev teşhîrkirinê pêk hat. Cudahiyên vê hilbijartinê ji yên berê hene lê ti hêviyek nîne ku modeleke nû ya jiyana siyasî û civakî pêşkeş bike. Tevî vê yekê jî dikare qala hin encamên girîng ên hilbijartinê were kirin. Ev encam çi ne? Cûdahî çi ne?

Yek ji encamên vê hilbijartinê mirina peymanaya stratejîk a navberê YNK û PDK'ê ye û tê zanîn di sala 1998'an de li Washingtonê û sala 2005'an piştî mûdaxeleya Îraqê pêk hat. Ev peyamanname ji bo asta hindûrîn a Başur parvekirina desthilatdarî , meqam û hatinên petrolê bû. Ev jî dihat wateya di asta hemû Kurdistanê de; "Hemû beşên Kurdistanê divê bibin qurbanê Başurê Kurdistanê."
Di asta partiyan de li hember neheqiyan bêdengî hebû. Hemû alternatîfên  derveyî vê stratetjiyê bi teroristî didan mehkûmkirin û tepisandin. Vê yekê jî di asta Başurê Kurdistanê de jî modeleke partiyan siyasî ku wergeriyane şirketên bazirganî û aborî, komên çekdar ên girêdayî partiyan desthilatdar, parvekirina hatinên petrolê bi xwe re anî. Vê hevsengiya hêzê tenê îfade hendikayekê dikir û beşêk jî ji gel bi mûçe bi xwe ve girêdan. Lê piraniya gel di rewşeke narezî lê muhalefeteke ne rêxstinkirî da bû. Vê narezîbûna li dij bêdadî , nerêtî û dû îdareyî ya herêma Kesk a YNK'ê û herêma Zer a PDK'ê bi xwe re pavejoyeke din a siyasî anî.
Lêgerîna gel ji bo hêza sêyemîn hebû. Lêgerîna ji bo partiyeke siyasî ya alternatîf û medyaya nû, her wiha valahiya heyî ya nehatî dagirtin, li dij PDK'ê û YNK'ê bingehê muhalefeteke qaşo îslamî jî vekir.  
Divê were gotin ku herdû  partiyan, bi taybetî jî PDK'ê hejmarek partiyan yedek bi navê muhalefetê avakirin. Mabesta wê jî pêşîgirtina li muhalefeteke cidî bû. Partiyên neketin bi kontrola wan jî an marjinal kirin an parçe kirin.
Gel wer fahm nedikir YNK ku weke hêzeke alternatîf û nûxwaz hat damezirandin piştî Peymana Cezayîrê ya sala 1975'an çima niha ketiye rewşa yedekê. Gelê nerazî ev rewş weke "teslîmbûna YNK'ê" bi navdikir. Gelek nivîskar û rewşenbîran hişyarî didan li ser encamên vê yekê. Ji ber ku PDK weke partiyeke muhafezekar, navendî û malbetî didîtin.
Di vê rewşê de hem şerê desthilatdarî , hem kêşmekêş li ser pere û kursî, hem jî têkel bi daxwaziya modêleke din a siyasî tegera Gorran nava zikê YNK'ê xuliqî û hemû narezîbûnên hebûn li dora xwe komkirin. Îdîaya wê pêkanîna reforman a di sistema siyasî û îdarî de bû. Her wiha îdîaya rêgirtina ji bêdadî û nerêtiyê dida pêş.   
PDK û YNK'ê li gora peymana stratejîk di sala 2005 û 2009'an de bi yek listeyê ketin hilbijartinên Perlemana Başûrê Kurdistanê. Tevgera Gorran di sala 2009'an de ket hilbijartinê û bû hêze dûwemîn. Lê divê were gotin ku li hember hemû hêzên din ên siyasî zextêke mezin pêkhat. PÇDK ku bi lista hîwa diviyabû bikeve hilbijartinê qedexekirin û di helbijartina dawî da jî zexteke mezin li wan kirin, piraniya dengên wan hatin betalkirin.
Di hilbijartina dawî ya di 30'ê Nîsanê de YNK û PDK bi listên cuda beşdarî hilbijatinê bûn. Ev jî îşareteke din a hilweşîna peymana navberê wan bû. Tevgera Gorran jî bi îdîaya 'emê di desthilatdariya xwe de jiyana siyasî û îdarî biguherînin' ketin rê. Ev îdîa zêde bi heqîqetê re nabê yek, ji ber ku desthilat û demokrasî dû tişê li hev dûr û cuda ne. Aliyekî din tevgera Gorran bi dengên ku di hilbijartina 21'ê Îlon a 2013'an de girt bû hêza dûwemîn bi PDK'ê re li ser sazkirina himûmetê lihevkir. 13 roj piştî vê lihevkirinê hilbijartinên Başur û Îraqê pêkhatin lê weke ne dihat hêvî kirin Gorran û PDK dengê xwe kêmkirin. YNK dengê xwe zêdekirin. Bi taybetî li Kerkûkê, tevî kû li Kerkukê hemû partiyan siyasî ên Kûrd bi listeyên cuda tevlî hilbijartin bûn jî YNK'ê piraniya dengan stand û careke din li herêma Kurdistanê bû hêza dûwemîn. Ev kêmbûna dengên Gorran weke cezakirinê wê ya ji bo lihevkirina bi PDK'ê dikare were dîtin. Gel dixwazê bêjê "yên bi PDK re li hev bike ezê wê ceza bikim." Ji ber ku niha PDK ne di rewşêke baş da li hember tifaqa netewî ya gelê Kurd tevdigere. Li ser sînorê Rojava xendekan dikolê û li hemberî tevgera Bakurê Kurdistanê jî bi AKP'ê re di nava îtifaqê de ye. Ev hilbijartin di jiyana siyasî û civakî ya gelê Kurd de guhartinêk çê nake. Niha tişta bi navê guhertinê ewe ku di cihê YNK'ê de Gorran heye, lê guhartineke bingehîn nîne. Li herêma Kurdistanê pere, medya û çek di destê kê de hebe ew hêze. Bi vê jî zehmete guhartina demokratîk pêk were. Ji ber ku mîsyona her sê partiyên sereke jî  bo parastina elîtekê ye.  Hejmara deng û kursî her çi qasî bê guhartin jî di zihyetê da guhertin pêk nayê. Encam her çi bê gav berapaş nayên avêtin lê ji bo gavên pêş hêna alternatîfên demokratîk qelsin.