
Dengbêj Muhyedî Duymak ji bo kilamên dengbêjî winda nebe, dest bi karekî hêja kir û 650 kilamên dengbêjî berhev kir, wê di demeke nêz de xebatê xwe bide çapê.
Di nav Kurdan de dengbêjî bandorek xwe ya ewqas girîng heye ku mirov dikare hemû çand û hunera gelê Kurd ji berhamên stranbêjiyê fêr bibe. Çanda qedîm a Kurdî dengbêjî ku parçeyek mezin ya wêjeya devkî tê qebulkirin, tevî ku hê jî zindî ye talûkeya wendabûnê jî her dem heye. Ji bo berhevkirina kilamên dengbêjî li ser hin dezge û kesan bê meşandin jî, têrî her derê nake û li hin herêm û dever ji vê xebatan bêpar dimîne. Ji ber hewcedarî xebatkarê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Cizîrê Muhyedîn Duymak ku bi xwe jî dengbêj e, gellek kilamên dengbêjî bi hewldana xwe berhev kiriye û xebatê xwe li kelepora Kurdî ya nivîskî zêde bike.
8 sal e berhev dike
Duymak bi lêv kir ku ew 8 sal e bi berhevkirina kilaman re mijûl e, li ser pênasekirina dengbêjiyê got ku dema mirov dibêje dengbêjî dayik tên bîra mirov û wiha axivî: “Ji ber ku berhemên dengbêjiyê dayikan parastine û heya roja me ya îro vegotine. Dengbêjî êş û janên gelan, şahî û şînên gelan dîsa çanda gelan dide nasîn. Gelên ku di çanda wan de dengbêjî heyî hema bêje hemû serpihatiyên jiyana xwe bi dengbêjiyê tînin ziman.”
Li ser bangewaziya Hozan Şemdîn
Duymak bi lêv kir ku wî di zarokatiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û fikra xebata berhevkirina kilaman bi wî re çawa çêbûye wiha got: “Di salên ku ez tevli siyasetê bûm min demekê êdî dengbêjî nekir. Di sala 2008’an de Hozan Şemdîn ji bo dengbêjan bangewazî kir ku her kes li herêma xwe xwedî li çanda dengbêjiyê derkeve. Min jî li ser vê bangewaziyê dest bi xebata berhevkirinê kir.”
Armanc arşîva siberojê ye
Duymak der barê berhevkirina kilaman de da zanîn ku armanca wî ew e ku ev çand winda nebe û wiha pê de çû: “Hemû çand û hunera me di nav dengbêjiyê de veşartî ye. Ez bi taybetî li ser stranên ku heya niha nehatine gotin an jî nayên zanîn dixebitim û armanca min ew e ku ev berhevkirin ji bo siberojê weke çavkanî bimînin.”
Duymak destnîşan kir ku heya niha zêdetirî 650 stran ji herêma Botanê kom kiriye û wiha peyivî: “Bi taybetî ez zêdetir li ser stranên min di dema zarokatiyê de guhdarî kirine disekinim. Her wiha radyoya Êrîvanê û qasetên dengbêjan jî min weke çavkanî girt dest. Dîsa li derdora min jî gelek çavkanî hebûn û min bi vî awayî zêdetirî 650 stran kom kir û di demên pêş de bên çap kirin.”
Berhevkirin û dêroka kilaman
Her wiha Duymak diyar kir ku ji bilî berhevkirina stranan di heman demê de li ser dîroka kilamên kom kirine jî lêkolînê dike û axaftina xwe wiha domand: “Tenê stranan berhev nakim. Di heman demê de miqamê tê gotin û dîroka van stranan ji ku tê. Ez vê yekê jî lêkolîn dikim û heya niha min nêzî 30 stranan lêkolîn kirine.”
‘Bila ciwan xwedî li dengbêjiyê derkevin’
Dengbêj Duymak herî dawî bang li ciwanên Kurd jî kir ku ew xwedî li çanda dengbêjiyê derbikevin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Weke bangewaziyekê em hêvî dikin ku ciwanên me xwe bigehînin stranên dengbêjiyê û xwedî li dengbêjiyê derkevin. Beriya niha qet xebat li ser dengbêjiyê tunebûn. Di van demên dawî de hin xebat tên kirin lê ev yek jî qels e. Divê hê pêtir xebat û xwedîlêderketin hebe.”