Di 26’ê Cotmehê de Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ), Yekîneyên Parastina Jinên Şengalê (YPJ Şengal) û Hêzên Parastina Şengalê (HPŞ) di bin navê ‘Ji Bo Rizgariya Şengalê Fermandariya Êzîdxana’ Fermandariya Hevbeş avakiribûn. Cemaeta Êzîdî pêr ya li gundê Kizilkent ê rojavayê Şengalê dimînin û erka parastinê dikin, bi daxuyaniyekê diyar kirin ku wê di bin navê Fermandariya Hevbeş de, cihê xwe di nava têkoşîna rizgarkirina Şengalê de bigirin.
Serokê cemaeta Êzîdiyên li gundê rojavayê Şengalê, Ebu Azat ê bi nasnav Kasim Şivan li hemû hêzên li Şengalê bang kir ku di bin sîwana Fermandariya Hevbeş de bên gel hev û diyar kir ku azadkirina Şengalê di yekîtiyê re derbas dibe.
Banga yekiyiyê û vegerê kirin
Şivan diyar kir ku ji 3’ê Tebaxa 2014’ê roja çeteyên DAIŞ’ê yên dijminê însanetiyê li Şengalê komkujî pêkanîne heya niha di berxwedana Şengalê de cihê xwe digire û wiha dewam kir; “Êdî divê em Şengal û gundên wê azad bikin. Û terorîstên DAIŞ’ê ji ser axa xwe temîz bikin. Ev bû zêdetirê salekê em ji ser gundên xwe dûr in. Em nikarin li ser axa xwe bi azad bijîn. Ji bo azadkirina Şengalê, divê hemû hêzên li Şengalê ne, bi hevre tevbigerin. Ji bo vê jî divê PKK, PDK, YNK û cemaetên Êzîdî yên li Şengalê ne, bên gel hev û dibin sîwana Fermandariya Hevbeş de bihev re tevbigerin. Yekane bi vî şêweyî em dikarin Şengalê ji dijminê mirovahiyê çeteyên DAIŞ’ê azad bikin. Ger ev berxwedan nebe, wê Êzîdîtî tine bibe. Ji ber vê jî divê yên ji Şengalê koçber bûne, divê vegerin ser axa xwe. Ger ev axe bê Êzîdî bimîne, wê demê ne Şengal ne jî Êzîdîtî dimîne. Ji bo vê jî divê îro em li rex hev bin.”
Endamên cemaeta Êzîdî diyar kirin ku azadiya Şengalê di yekîtî û Fermandariya Hevbeş re derbas dibe, ji bo azadkirina Şengalê bang li hemû hêzan kirin tevlî Fermandariya Hevbeş bibin û xwestin ku dinava têkoşîna azadiya Şengalê de cihê xwe bigirin.
ROJNEWS/ŞENGAL