Çeteyên DAIŞ’ê bi mehan li ser Kobanê êrîş pêk anibûn û di encama vê şerê giran de beşek mezin a Kobanê xirab bû. Piştî şerê giran, niha jî xebatên jî nû ve avakirina Kobanê di rojevê de ye. Piştî şer cara yekem e ku li Kobanê temelên avahiyên nû têne danîn. Yek ji van avahiyan jî avahiya Asayîşê ye ku çêkirina wê hatiye destpêkirin. Ji bilî avahiya asayişe di rojên pêş de xebatên avahiyên giştî jî dê were destpê kirin. Her wiha ji bo gelê Kobanê jî dê hezar û 300 avahî bê çêkirin ku projeyên wan li ber qedandinê ye. Di çarçoweya projeye de, ji bo dibistanên perwerdehiyê jî amadekariyên taybet têne kirin. Dibistanên ku di şer de ziyan dîtine ji aliye komisyona hatiye avakirin de hatin tespît kirin û zarokên Kobanê dê perwerdehiyên xwe li dibistanên xwe yên nû berdewam bikin. 



Pirsgirêka av û elektrîkê tên çareser kirin

Endama Komîsyona Ji nû ve Avakirina Kobanê Aysel Ehmed derbarê xebatên avakirinê de ji DÎHA’yê re axivî. Ehmed diyar kir ku piştî bajar ji çeteyan hate paqij kirin pêdiviyên ava Kobanê ji çemê Firatê û ji bîra didîtin. Ehmed da zanîn ku niha pirsgirêka ava vexwarinê nemaye û wiha got: „Her wiha ji bo pirsgirêka elektrîkê, em ji jeneratora mezin li gel belav dikin. Em niha nikarin bidin hemû gel. Lê em dikarin bêjin hema hema em digihînin hemû taxên xwe. Ev pirsgirêk dê di demek kin de bê çareser kirin.“ 

Ehmed destnîşan kir ku ji bo avahiyên nû qazmeya destpêkê ji bo avahiya asayîşê hatiye lêxistin û wiha axivî: „Asayîş girîng e. Ji bo ewlehiyê me destpêkê temela asayîşê avêt. Lê dibistan, nexweşxane û her wiha ji bo gel jî dê 1300 avahî bên çêkirin. Di çend rojên kin de dê xebatên me yên gelemperî destpê bike. Li milê rojava û başûr dê tax bên çêkirin. Bi rastî bi rizgarkirina Girê Spî em dikarin bêjin bêhna me vebû. Gelek amûrên avahiyan me ji Cizîrê stendin.“


Di avakirinê de jî li gel me bin

Ehmed, ji bo avakirina Kobanê daxwaza piştgiriyî jî kir û got çawa di berxwedana Kobanê de herkes li gel wan bû bila di avakirinê de jî li gel wan bin û wiha dawî li axaftina xwe anî: „Divê hevkariya gelê me bênavber bidome. Bila hemû kes bi ruhekî seferberî ji bo Kobanê bixebitin. Ji bo zarokên Kobanê dîsa di kolanên xwe azad bilîzin divê destên xwe bidin hev û û ji bo avakirinê bi rûhê seferberî her kes bixebite.“


Xebatên perwerdehiya zarokan 

Her wiha ji bo zarokên Kobanê ji perwerdehiyê nemînin xebat tên meşandin. Ji bo avakirina dibistanan komîteyek ji 6 kesan ava bûye. Komîte ji bo dibistanê li bajêr û gundan xisaran tespît bikin şev û roj dixebitin. Endamê komîteyê Beyaz Bozan wiha axivî: „Dibistanên me yên xisar dîtine emê wan demildest tamîr bikin. Yên zêde derp xwarine jî emê ji nû ve avabikin. Beriya şer li Kobanê 25 dibistan hebûn. Piştî şer 6 dibistan tenê maye. Heta niha tu carî li Kaniya Kurda dibistan çênebûye. Em ê berê li Kaniya Kurda dibistanek mezin lêkin û di demek kin de emê destpêbikin. Ji bo dibistana jî gelek kêmasî û pêdiviyên me hene. Di serî de amûrên ji bo avahiya girîng e. Divê alav û amûrên avahiyan bigihêjin destên me.“



Komkujî li hemberî piştgiriyê pêk hat

Bozan û Ehmed derbarê komkujiya Pirsûsê ya li hemberî ciwanên Sosyalîst ên ji bo avakirina Kobanê dê bihatana Kobanê û rastî komkujiyê hatin ev tişt gotin: „Ev komkujî li hemberî piştgirî û hevkariya gelan bû. Ev êrîş ji bo berxwederên hemû kesên li Kobanê berxwedabûn pêk hat. Bersiva herî mezin dê avakirina Kobanê be. Em ji malbatên kesên di qetlîama Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxiyê dixwazin. Em tu carî li hemberî wan êrîşên qirêj nasekinin û emê her tim xebat û berxwedana xwe mezin bigrin.“ 


HAYRÎ DEMÎR/M. SIDDIK DAMAR/DÎHA/KOBANÊ