Çawa dewleta Tirk di serdema 12’ê Îlonê de girtîgeha Amedê veguherand cihê hovîtiyê û bi hezaran şoreşgerên Tirkiye û Kurdistanê tê de bi cih kirin û îşkenceyên derveyî mirovahiyê li wan kirin, girtîgeha Mûsilê jî bi pêkanînên rejîma Baasê ya Seddam Huseyn veguherîbû cihê hovîtî û îşkenceyê. Ji ber vê Kurdên Başûrê Kurdistanê jî girtîgeha Mûsilê wek ‘Qesabxaneya Mûsilê’ pênase dikin. Ev girtîgeh jî ji bo bi sedan siyasetmedar, pêşmerge û welatiyên Kurd bû cihê mirinê. Di nava van kesan de dibe bûyera herî biêş a ji bo Kurdan, qetilkirina Mela Elî ye. 

Pêşmerge û helbestvan e

Mela Elî di sala 1953’yan de li gundê Berdbirdê yê bajarokê Mawetê yê Silêmaniyê hatiye dinê. Dema di salên 1966-67’an de dibistana navîn dixwîne, dibe endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û di nava yekitiya xwendevanan de cih digire. Navê wî yê rast Husên Mewlûd Ehmed e û hêj di 26 saliya xwe de di 23’yê Tîrmeha 1979’an de tê darvekirin. Mela Elî ne tenê pêşmerge, di heman demê de helbestvan e jî. Helbestên wî di sala 2011’an de tên berhevkirin û çapkirin. Tê gotin ku berî bê darvekirin, gelek helbest li girtîgeha Mûsilê nivîsine û hêj ji darvekirina wî re çend hefte mane, wan helbestên xwe veşarî dişîne derve. 

Di keve kemîna cehşan 

Di sala 1971’an de dibe endamê Komeley Rencderanî Kurdistan û wek kadroyekî bajêr dixebite û tevlî pêşmergeyan dibe. Di sala 1975-76’an de xwe li beşa Wêjeya Kurdî ya li Zanîngeha Silêmaniyê qeyd dike. Du salan zanîngehê dixwîne û der barê wî de lêpirsîn tê vekirin. Ji bo ku neyê girtin di sala 1977’an de li Qendîlê tevlî pêşmergeyan dibe. Di 30’ê Çileya 1979’an de li herêma Surdaşê ji hêla cehşên Kurd û artêşa Iraqê ve dikeve kemînê û bi hevrêyekî xwe re bi giranî birîndar dibe û tê girtin. Ne tenê ew, malbat û hevrêyên wî jî li ber çavên wî tên îşkencekirin. Berî ku şehîd bikeve, helbestekê dinivîse û ji ber îşkenceyên li malbat û dostên wî hatine kirin ku wek sedem xwe dide nîşan, lêborînê ji malbat û dostên xwe dixwaze.

‘Kurdistan eywit pêwîstime rencî’

Piştî 6 mehan rejîma Iraqê dadgeheke ecêp sazdike û di nav çend deqeyan de cezayê darvekirinê lê dibirin. Piştre diavêjin hucreyekê, tu kes agahiyê jê nagire. Piştî meh û nîvekî di şeva 22’yê Tîrmehê de bi hevrêyekî xwe re li girtîgeha Mûsilê tê darvekirin û li goristana bêkesan tê veşartin. Elî hêj nezewicîbû û nîşanî jî nebû. Hêj pir ciwan bû û ji malbata wî tu kesî nizanibû li ku hatiye definkirin. Lê pêşmergeyekî li girtîgeha Mûsilê cezayê darvekirinê girtî, ji bo cenazeyê Mele Elî bê naskirin gustîlka xwe dixe tiliya wî û ji derve re agahiyê dişîne, bi vê rêyê heke li cenaze bê gerîn, bila cenaze bê naskirin. Di helbesteke wî de gotinên wî yên dawîn wiha ne: “Eger lêre nemtiwanî bê bicengim, Lewê be dest hawrê kewe tifeng im, Eger lêre be cê mabim le karwan, Lewê le pêş karwanewe pêşeng im.” Mela Elî nizanibû wê helbestên wî li pişt wî bimînin an na. Di helbesteke xwe ya din de dibêje ku “Dê piştî min tenê çend kaset bimînin” û aşkera dike ku dê hunermendên wek Mamlê û Zîrek her dem di hişê wî de bin. Berî ku Mela Elî bê darvekirin, berî hefteyekê helbestekî dinivîse û di vê helbesta xwe de jî wiha dibêje: “Merdane pêkî mirdin ekem noş, Çiş le min, serî hawrêyanim xoş. Belam ke emwîst nemirim be gencî, Kurdistan eywit pêwîstime rencî.” Piştî lêkolînên li goristana bêkesan, cenazeyê wî ji gustîlka tiliyê tê naskirin û wî tînin Kurdistanê, goreke nû ji bo wî tê çêkirin û li ser gora wî ‘Şehîd Helbestvan Mela Elî’ tê nivîsandin. Dîsa helbestên Mela Elî ji hêla Yekitî Niştimanî Kurdistan (YNK) ve tên berhevkirin û çapkirin. Di hucreyê de helbestekê dinvîse û di wê helbestê de jî wiha dibêje: “Serberzî ye ke pêlawim ebînin, Be ser serî dûjminewe leberzîn.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN