Hîna yeka din ji vê Supernovayê nebihurî
Teqîna stêrkekê ya navê SN201aps’ê lê hatiye kirin, kir ku supernovayek çêbe û ev supernova heq e ku bikeve kitêba rekoran; ewçendê beriqî.
Ev stêrka dêw SN2016aps dûrî me bi 3.6 milyar salên rohniyê teqiya û supernovaya herî zêde biriqî ya ji dinyayê hat dîtin jî derxist holê. Mirov dikarin bi alîkarya enerjiya giştî ya teqînê û mîqdara dikare bê pîvan a rohnî û radyasyonê dikarin enerjiya giştî ya dayî der a supernovayekê bipîvin.
Mamosteyê Zanîngeha Birminghamê Matt Nicholl ê pisporê Astronomiya Pêlên Hêza Kêşane, ji bo vê supernovayê dibêje, "Di Supernovayeke normal de radyasyon kêmtir ji sedî 1’ê ya tevahiya enerjiyê ye. Lê di SN2016aps’ê de me dît ku radyasyon ji ya supernovayeke stêrkeke mezinahiya normal, pênc caran zêdetir e. Ev rohnî, ya herî zêde bû di nava yên heta îro me dîtî de." NAVENDA NÛÇEYAN