
Pirtûka bi navê “La Neige” (Berf) a nivîskarê Fransî, Maxence Fermine yek ji berhemên destpûêkê yên projeya hinarê ye ku armanca wê ew e ku berhemên edebî ji zimanên din wergerîne Kurmancî. Projeyê beriya du mehan destpêkiribû û bi weşana pirtûkan dewam dike.
Ebdo Şehû yê 29 salî ji bo projeya Hinar dixebite. Ew bi bîr dixe ku bi salan Kurdî li sûriyê qedexe bû, li dibistanan fêrkirina wî û weşandina pirtûk û rojnameyên bi Kurdî jî û dibêje; “Qedexekirinên li dijî Kurdî beşek ji bernameya astnegkirina Kurdan bû ku heta bi betalkirina welatîbûna wan a Sûriyê çû. Ez sala 2009´an sê mehan di girtîgeheke li Şamê de hatim ragirtin. Gef li min xwarin ku min ji zanîngehê bikin der, sedem jî ew bû ku li cem min pirtûkên bi Kurdî hatibûn girtin. Rejîma otorîter a Baesê zimanê me û çanda me qedexe kiribû, wê dixwest xwe ji Kurdan û çanda wan xilas bike.”
Belê bi destpêka Şoreşa Rojava re, êdî rejîma Baesê ne xwedî hikm e li ser Rojava û Bakurê Sûriyê. Ji hingê ve Kurdan bi baldarî û ji bo berjewediyên civakê rêya sêyem danî ber xwe. Ji hingê ve xweseriya demokratîk bi ragihandina kantonan, Peymanên Civakî û herî dawî bi Federaliaya Demokratîk a Bakurê Sûriyê xweseriya xwe xurt kir.
Kurdî wekî zimanê edeb, felsefe û fikrê
Di nava Şoreşa Rojava de Kurdî ji nû ve ket dibistanan, navên Kurdî ji nû ve li deverên Şên kirin û heman mafên zimanî û çandî ji bo hemû pêkhateyan misoger kirin.
Di çarçoveya projeyê de sê pirtûkên din jî hatin wergerandinî Kurdî, yek ji van “Destana Gilgameş“ e, yeke din pirtûkeke helbestan a ji Erebî wergerandî ye, wekî din pirtûkeke li ser Kurdan a bi Ingilîzî jî hatiye wergerandin.
Ev her sê pirtûk jî wê di demeke kin de werin çapkirin. Paşê wê proje bi wergerên nû dewam bike. Ev berhemên wê werin wergerandin jî ji aliyê komîteyekê ve li gorî pîvanên cihê tên neqandin. Di nava van pîvanan de yek ji yên girîng ew e ka ev berhem li jiyana Kurdan dike yan na.
Ev înîsiyatîf, înîsîyatîfeke xwebexş e û mesrefên wê jî bi bêşa ferdî ya xelkê tên dayîn. Herçî wergêr in ew jî xwebexş dixebitin.
Pirtûka wergerandinî Berf ji niha ve li pirtûkfiroşan cihê xwe girtiye. Li gorî Şehu bihayê wê piçekî ji dolarekê zêdetir e û ev buha bi zor mesrefên çapê dide. Piştî wergerê her berhem ji aliyê komîteyekê ve ji nû ve tê kontrolkirin.
Piştî qedexeya bi dehsalan, roja me ya îro kêm nivîskarên Kurd bi zimanê xwe dinivîsin, ev jî dike ku xwendevanên dildar ên wekî Şehu berê xwe bidin wergera ji zimanên din.
Firehkirina pirtûkxaneya Kurdî
Huseyn Zîdo yê 45 salî dibêje, “bi tenê çendek nivîskar hene ku berhemên edebî bi Kurdî dinivîsin. Kurdan ti carî mafên xwe yên çandî, civakî yan jî siyasî bi temamî bi dest nexistin di dîroka xwe ya dirêj a li Rojhilata Navîn de.”
Herçî Şehu ye, wiha îşaret bi grîngiya projeya Hinar dike “Em ya ji destê me tê dikin da ku em ne tenê em berhemên edebî wergerînin, lê belê her wiha berhemên felsefî û fikrê jî... Da ku Kurd karibin wêjeya dinyayê bi zimanê xwe bixwînin”.
Malfa Elî yê 37 salî jî hevdamezrînerê projeya Hinarê ye ku li Qamişlo dimîne. Ew jî dixwaze pirtûkên li rojava çapbûyî zêde bibin. Bi xwe jî çîrok û stranên gelêrî berhev dike da ku wan bide çapê. Ew bi xwe bi saetan li ber çîrokbêj û dengbêjan rûniştiye û yek ser ji ber gotina wan tomar kiriye û nivîsiye. Lê belê ji ber qedexeya dema rejîmê ti carî nehatine weşandin. Ew dibêje, “Em ê pêşî tevahiya çîrok û serhatiyên li herêmê têngotin berhev bikin. Paşê em berê xwe bidin stranan”.
Armanceke din a projeyê ew e ku ferhengeke zimanê Kurdî amade bike ku wê di heman demê de biwêjan û rengê peyivîna gelêrî jî tomar bike.
Bila zarok bi Kurdî bixwînin
Ji destpêka 2012´an ve bi şoreşê re ji bo komele û kovarên çandî meydana azadiyê vebû. Weke mînak kovara “Sormî” a hingê bi Erebî weşana xwe dikir, ji aliyê rejîmê ve hat girtin. Niha wê dest bi weşana xwe ji nû ve kiriye û vê carê zimanê wê jî Kurdî ye.
Ji endamên edîtoriya kovarê Ebas Mûsa yê 31 salî dibêje, “Zimanê Kurdî yekem tişt e ku divê em biparêzin. Tevî ku nasnameya milêetekî temsîl dike jî beriya niha hîç şensekî wisa bi dest nexistibû. Em hewl didin ji bo wan kesên elaqedarî çandê tiştekî cihê û pirreng pêşkêş bikin.”
Edîtorê kovara li Qamişlo tê çapkirin û li du bajarên din jî tê belavkirin, dibêje, gotarên xurt ên bi Kurdî wê nîşan bidin ku zimanê wî yê dayikê ne qels e.
Herçî Behar Murad ê 39 salî ye ku ji edîtorên heman kovarê ye, pirtûkên çîrokan ên zarokan ji Ingilîzî werdigerîne Kurdî. Li buroya xwe ew wergereke nû ya çîroka “Zêrka Zêra û Heft Qambostikan” nîşan dide û dibêje, ew dixwaze bibîne ku zarokên Kurdan bi Kurdî dixwînin.
QAMIŞLO