Ji 55 endam û rêveberên BDP’ê yên 3 roj berê di çarçoveya doza KCK’ê de li Stenbol, Mugla û Mêrsînê hatin binçavkirin û di navde enama Meclîsa BDP’ê Prof. Dr. Buşra Ersanli, Rêveberê Lijneya Navendî yê BDP’ê Mustafa Avci, nivîskar Ragip Zarakolu jî hene 50 kes sewqî dadgeha Stenbolê hatin kirin. Derdorê Edliyeya Stenbole ya li navçeya Beşîktaşe ji aliyê polîsan ve hate dorpêçkirin.
Di lêpirsînê de li gel ku hemû partiyên siyasî xwedî mafin ku Akademiya Siyasetê ava bikin heye. Her wiha li gel ku di rêziknameya BDP’ê de Akademiya Siyasetê cih digire jî disa Akademiya Siyastê ya BDP’e wekî sûc hate dîtin. Dozgeriyê di lêpirsînê de cîhgirtina endam û rêveberên „BDP’ê ya di akademiya siyaetê de rêveber, endam, xwendekar û xebatkar wekî têgeha sûc dît û bi vî rengî sûcdar kir.
Li Akademiya Siyasetê ku mijarên wekî „Hunera rêveberiyê“ „Felsefe“ „Fîzîka Kuantumê“, „Dîroka Şaristaniyê“, „Dîroka Rojhilata Navîn“, „Li Tirkiyeyê dîroka siyasetê“, „Bîrdoziya Rizgariya Jinê“, „Civaka ekolojîk û demokratîk“, „Komfederalîzma demokratîk û modernîteya Kapîtalîst“ ten dayîn de Hîndekar Prof. Dr. Buşra Ersanlı, bi destdayinê hate tawanbarkirin. Nivîskar Ragip Zarakolu jî ji ber ku beşdarî vekirina akademiyê bûye hate tawanbarkirin. Ji Zarakolu pirsên „Çima zêde derdikeve dervê welat? jî hate pirsîn. Dîsa pirsa „Çima navnîşana maîla nivîskar Aziz Tunç di lîsteya navnîşana te ya mailn de cih digire?“ hate pirsîn.

Her wiha parêzeran xwestin ku girteka pirsên lêpirsînê bistîne, lê bi hinceta dê kesên din ku di vê çarçoveyê de tên darizandin têxe bin bandorê nedan parêzeran.

STENBOL