Li Rihayê welatiyên bi navê Yusuf û Elîf Toprak navê "Kurdistan" li zaroka xwe kirin û li nifûsê qeyd kirin. Lê Dadgeha Huqûqa Asliyê bi hinceta 'Zarok û civakê rencîde dike navê Kurdistan guherd û kir Hêlîn. Bavê Kurdistan Yunus Toprak, diyar kir ku mafê her welatî heye ku li gorî daxwaza xwe navan li zarokên xwe bikin û navê keça wî kesî rencîde nake. Toprak anî ziman ku ev neheqiyek e û ev neheqî nayê qebûlkirin.

Yunus û Elîf Toprak ên li navçeya Hîlvanê ya Rihayê dijin di 30'ê tebaxa 2012'an de zaroka wan çêbû û navê wê kirin "Kurdistan". Piştî dayîk û bav li Midûriyeta Nifûsê ya Hîlvanê nav qeyd kirin li dozgeriyê derbarê wan de serlêdana sûc hate kirin. Dozgeriya Komarê ya Hîlvanê ji bo navê bêbetalkirin li Dadgeha Hiqûqê ya Asliye ya Hîlvanê doz vekir. Heyeta Dadgehê ji di encama darizandinê de biryara, "Hem zarok û hem jî civakê rencîde dike û ji ber vê yekê bila navê wê Helîn be" da. Dadgehê bi betalkirina navê Kurdistan neba ji zarok re jî navê Helîn da.

'Dadger qet guh neda min'

Yunus Toprak, diyar kir ku dema li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Yunus Emre ya Eskîşehîrê dayîka xwe derman dikir navê jinekê ya li cem odeya wan dima Tirkiye bû û biryara "Heke rojekê keçekî min çê bibe ez dê navê wê bikim Kurdistan" girt. Toprak, anî ziman ku navê erdnîgariya li ser dijîn li zaroka xwe kir û wiha got: "Niha madeyên 7-8'an li ber çavan digirin û navê zaroka min betal dikin. Qasî ez dizanim ev made paşnavan sererast dikin. Lê min ji zaroka xwe re paşnav na nav lê kir. Dadger di rûniştinan de qet guh neda min û ji min re got, 'An ez dê navê dayîka te 'Zelo' an jî navê 'Helîn' lê bikim ji xwe re yekî hilbijêre' Min jî got ez her du navan jî qebûl nakim û dixwazim navê zaroka min Kurdistan be. Ligel biryara me nav betalkirin û ji navê 'Helîn' re biryar dan. Toprak, da zanîn ku bi navê li zaroka xwe kir Tirkiye perçe nekir û tu armanca wî ya siyasî jî tuneye û wiha axivî: "Heke dadger li şuna min nav li zaroka min bike ezê çawa vê neheqiyê qebûl bikim. Çawa Tirk li zarokên xwe navê Tirkiye dikin ez jî dixwazim li zaroka xwe navê Kurdistan bikim û ev yek zirarê nade tu kesî." Toprak, bilêv kir ku dadger parastina wî negirt û nav betal kir û navê "Helîn" guncav dît. Toprak, destnîşan kir ku ew dê biryarê li Dadgeha Bilind temyîz bike.
Elîf Toprak jî wiha got: "Dadgeh ji perçeyê ez hildigirim navê bavtiyê dike. Gelo neheqiyekî wisa çêdibe? Li nexweşxaneyê dora kesên dihatin bi nav bang dikirin. Lê dema dora Kurdistanê hate bi nomreyê bang kirin. Ev yek bê tehmûliye. Gelo biratî wisa dibe. Hêvî dikim ku Kurdistan wê bibe çîçeka aştiyê ya herî biçûk."

Hemû daxwaz red kirin

Şêwirmendê Hiqûqê yê Malbatê Prz. Bekîr Benek, diyar kir ku piştî nav li midûriyeta nifûsê hate erêkirin, midûriyetê li dozgeriyê, dozgeriyê jî li Dadgeha Hiqûqê ya Asliyê serlêdan kir û dozê wisa dest pê kir û wiha got: "Medyên 7-8 ên paşnav sererast dikin esas hatin girtin. Lê ev made tenê paşvan esas digirin nav na. Madeya 7'an dibêje, 'Navê netew û nîjadekî biyanî nayê bikaranîn' Madeya 8'an jî dibêje, 'Navên weke kabîle, eşîr û hwd. nayên danîn' Ev paşnav di zagonê de nayên bikaranîn cih digire. Lê navê Kurdistan paşnav nîn e û navê netew û nîjadekî biyanî nîn e. Navê erdnîgariyekêye û biryarên emsal ên hiqûqî hene." Benek, anî ziman ku ji dadgehê têkildarî navê Kurdistanê zanîngeh, saziyên fermî agahiyan bixwazin xwestin û wiha axivî: "Dadgehê hemû daxwazên me red kirin û biryar da. Di hinceta biryarê de navê Kurdistan 'Ji zarok re rencîdeye û ligel vê yekê aliyên din ên civakê jî rencîde dike' Lê nav ne li dijî exlaqe û da ku rencîde bike. Ev nav navê erdnîgariyekê ye û binegekî wê ya dîrokî heye. Ev biryar hiqûqî nin e û înkara 90'an e."
Li Rihayê di sala 2008'an de welatiyê bi navê Ahmet Atiş jî navê zaroka xwe Helîn Kurdistan danîbû û ji ber vê yekê bi îdîaya "propagandeya rêxistinê" kir doz derbarê wî de hatibû vekirin û pişt re hatibû beretkirin.

DÎHA/RIHA