Hincetên ji bo tecrîdê derhiqûqî ne
Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê derbarê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de biryara “qedexekirina serdêran, pêwendîdanînê û parêzeran” dabû. Parêzerên Ocalan serî li AYM’ê dan û di serlêdana xwe de dest nîşan dikin ku tevahiya hincetên biryarê razber û ne rast in û derhiqûqî ne.
Îtîrazî biryarê kir
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê Dadweriya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê derbarê Abdullah Ocalan, Hamîlî Yilidirim, Veysel Aktaş û Omer Hayrî Konar ku di Girtîgeha Îmraliyê de ne biryara “qedexekirina serdêran, pêwendîdanînê û parêzeran” dabû. Piştî ku Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê ev biryar erê kir, parêzerên Ocalan dosye şandin Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) û îtirazî vê biryarê kir.
Ne adilane ye
Di serlêdana parêzeran de hat destnîşankirin ku ev biryar ne adilane ye û ev biryara ku li gor madeyên 114 û 115’an ên qanûna jimare 5275’an de hatiye dayîn tenê ji bo girtiyên ku di asta lêpirsîn û şopandinê de ne tê sepandin, lê belê serlêdêrên li Girtîgeha Îmraliyê ne girtî, hikumxwar in.
Hincetên derhiqûqî
Di serlêdanê de hat diyarkirin ku ev biryara ku Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn xwe spartiyê, di qanûnê de wekî tevdîrên ku bi awayekî ne zelal esas hatiye girtin û wiha hat gotin: “Ji ber ku maf û azadiyên sereke sînordar dike, di warê hiqûqî de pîvana raberkirinê hatiye binpêkirin.” Di îtirazkirinê de hat gotin ku ev yek bi her awayî li dijî pîvana Qanûna Bingehîn e.”
Di serlêdanê de hat gotin ku qedexekirina hevdîtina bi parêzeran li dijî hiqûqê hatiye kirin. Di îtirazkirinê de hat destnîşankirin ku tevahiya hincetên biryarê razber û ne rast in û hincetên derhiqûqî ne. MA/AMED