‘Gutʼ bi Elmanî yanî baş, li cih bi maneya qenc tê bikaranîn: û herî zêde jî bi maneya xweş û xêrê, gava mirov rojxêriyê dide hev, li halê hev dipirse mirov vê gotinê bi kar tîne. Yanî ti gunehê vê peyvê ku mirov ji ber peyvbûna wê û ji ber Elmanîbûna wê lê bar bike nîne. Ji ber ku li Elmanyayê dimînim jî herro duro li halê xelkê dipirsim û gelekê vî xelkî jî Elman in, yanî ‘gutʼ peyvek e ku guhê min xweş lê baniyaye.

Doh min ev peyv careke din bihîst, lê bi rastî pêşî ez qerisîm û paşê jî ez behitîm. Ev behitîna min ne ji ber tirs û sawekê ye ku berê wilo gelek caran jî min his kiribe. Naxêr, min hîç bîr nebiribû ku ‘gutʼek karibe ev qasî biêşîne. Lê ya ku ez qerisandim, behitandim û ji ber wê jî tevizandim ne ‘gutʼ bi xwe bû, lê ew peywend bû ku ‘gutʼ tê de hatibû bikaranîn.

Ez dizanim bi vê ‘gutʼê min kezebê we reş kirin, belkî hinek ji we teterxanî jî bûn, lê bi xwedê û bi mishefê, çawa marek bi mirov ve bide, ha welê li min hatiye. Ez dest bi terîfkirina peywendê bikim. Mesele li mekanekî qewimî, li wî mekanî bikaranîna Kurmanciyê ji qewlê Rojavayiyan ve, adî ye. Jixwe kesên li vî mekanî jî bi pirranî Kurd in. Beriya vê meseleyê ne bi gelekî jî, ez bi kesekî Holandî re peyivîbûm, min li hal û wextê wî pirsîbû, ji ber ku hawîrdor Kurd bû, min jî bi Kurdî li hal û wextê wî pirsî, wî jî got "baş im, spas", têra xwe kîtabî, lê bi Kurdî li min vegerand. Piştre ji min re got, ez bi Kurmanciyê nizanim, ez hez dikim fêr bibim. Ev kur înternasyonalîstek bû, ji ber ku Elmaniya wî jî ne kamil bû, me galegal xwe bi Ingilîzî dewam kir û di dawiyê de wî careke din got, "spas" û me xatir ji hev xwest. Ma ne ya ‘adîʼ jî ev e!

Lê li wî mekanê ez behsê dikim, siyasetvaneke/î (bi qest ez nêr û mêbûnê diyar nakim) nas di astên jor ên siyaseta Kurd a legal a Bakurê Kurdistanê de cihê xwe girtiye, gava min li hal û wextê wî/wê pirsî, kêliyekê wilo dudilî bû û piştre got, ‘gutʼ!

Wê ‘gutʼê derbeke xweş li mejiyê min da û derb ne ji ber elmanîbûna wê bû, lê ji ber peywendê bû. Li mekanekî Kurmancî lê tebî‘î be, li nava Kurdan, mirov li hal û wextê hev bipirse, mirov bi Kurdî nizanibe jî, dikare qet nebe bibêje, "Baş im, spas". Ev kesê/a hanê demeke kurt e li Elmanyayê ye û dikare bi ser peyva ‘gutʼ ve bibe, li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeya ku Kurd lê nifûsa diduyê ya zêde ne, wî/wê emrê xwe hema hema hemû bihurandiye û nikare bi ser du gotinên Kurdî ve bibe.

Ha di vê peyvendê de û bi wê tecrûbeya hema beriya wê meseleyê ya axaftina bi înternasyonalîstekî Holandî re, ‘gutʼê ez behitandim, saweke mezin kire dilê min, kir ku xwîn ji laşê min bikişe. Gava van dibêjim jî nadim helemanan. Bi rastî ez li cihê xwe weke mast qerisîm. Wî/wê kesî/ê piştre uzra xwe got, lê uzra wî/wê tenê kula dilê min kir, agirê Helebê û berda hinavên min. Divê ev biguhere, nabe ku kesek behsa doza Kurd û heqê miletê Kurd bike, bêyî ku jê re tiştekî tebî‘î be ku bi ser du gotinên Kurdî ve bibe. Li vir mesele ne kurdbûn û yan kurdnebûn e. Li vir mesele zêhniyetek e ku hebûna weke Kurd, yanî xwebûna Kurdan fêm nekiriye. Aliyê nezaketê jî ji xwe aliyekî din e ku tenê dike ku mirov ber xwe bikeve. Hema tu bi Kurdî nizanibî jî tu dikarî bibêjî, "Ez baş im, spas" ma wê çi bibe, piştre bibêje, ez nizanim bi Kurdî. Ma ne welê ye ji bo xwedê!