Şiyê
Di van rojan de ku amadekariya civîna Cenevre 4 tê kirin, gelek hêz li gorî berjewendiyên xwe hesaban dikin. Ev hesab ji bo berjewendiyên siyasî yên şexsî û hegemonyayê ne. Lê hesabê diyardeya civakî ya herêmê, avahiya wê ya bi çanda xwe dewlemend û bi nakokiyên xwe kûr, nekirine. Dîrok wê destnîşan bikê ku ew hesabên şaş dikin.
Di zanista civakê de hevsengiya diyardeya civakî pir kûr e û zanista pozîtîvîst a navenda wê li Ewrûpa, nikare wateya diyardeya civakî ya herêma Rojhilata Navîn a ku koka xwe ji kûrahiya civaka neolîtîk digire fêm bike û çareseriyên guncaw ji bo wê bibîne. Ji ber wê, destwerdaneke biçûk a şaş dikare bandorê li ser hevsengiya diyardeya civakî bike û bûyerên ku ne li bendê ne, derxînê holê. Tam di vê wateyê de polîtîkaya ku xwe dispêrê sepandina hegemonyayê, weke rojane çiqasî bandora wê hebe jî demdirêj nikare guhertinan li gorî xwe bi rê ve bibe.
Bûyerên di meydana civakî de diqewimin, dikarin meyla polîtîkaya heyî biguherînin û bi awayekî nayê texmînkirin encaman derxînin holê. Niha li navenda şerê cîhanê yê sêyemîn li bakurê Sûriyê projeya neteweya demokratîk qelîştekek li planên hêzên navdewletî xistiye û diherike. Ev proje, tevî hemû zehmetiyan jî di xeta xwe de dimeşe. Ji ber wê, hesabên şaş ên tên kirin beyhûde ne.
Yek ji wan hesabên şaş ên hêzên hegemonîk ên cîhanî ew e ku di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de difikirin ku dikarin li Cenevreyê li hev bikin. Ev ne gengaz e, dagirkeriya Tirk ji milekî ve xaka Sûriyê dagir dike, ji milê din ve jî bawer dike ku ew ê meyla Cenevreyê diyar bike. Ev hesab çiqas şaş e, hêzên ku dixwazin Tirkiyeyê bikişînin nava bereya xwe yîn weke Rûsya û Emerîkayê jî ewqasî şaş in.
Hesabê din, difikirin bi pereyên welatên kendavê dikarin eşîrên Ereb bikirin û nijadperestiya wan kûr bikin. Hin grûban ji QSD’ê qut bikin û şerekî Kurd-Ereb derxînin. Ger li ser vê hesabê xwe dikin, ev hesab jî pir şaş e. Belkî hin grûb û kesayetên nefsa wan lawaz bên xapandin, lê esaleta Erebî tu carî xwe li vê yekê danayne. Yek jî êdî tovê biratiya gelan û jiyana hevbeş hatiye çandin. QSD û rêveberiya xweseriya demokratîk projeyek e, êdî tirsa gelan ji vê yekê nîne. Careke din ev proje wê bimeşe û rexmî her hêzê jî ew ê bi ser keve.
Hinek jî hesabên xwe bi hatina qaşo pêşmergeyên Rojava dikin. Bi vê jî şerê birakujî di nava Kurdan de derxînin, hêzên YPG’ê di nava QSD’ê de qels bikin û qaşo pêşmergeyên Rojava weke nûnerên Kurdan dest nîşan bikin. Bêguman ev hesab jî şaş e. Em ê nehêlin dîrok xwe dubare bike û ezmûna Başûr li Rojava biqewime.
Hinek jî hesabên xwe dikin ku me li derveyî diyalogên Cenevreyê bihêlin û bi navê herêman biryaran bigirin. Ev hesab jî şaş e. Weke civînên berê, ev civîn jî wê bi ser nekeve.
Ev hemû hesabên heyî bêguman rê li ber kûrkirina krîzê vedikin û ew ê nehêlin pirsgirêk çareser bibe. Jixwe niyeta kesî ya çareseriyê heya 2025’an nîne. Ev civîn , nîqaş û şerê heyî hemû ji bo ku her kes karibe di herêmê de bandora xwe zêde bike û bibe xwedî gotinek hîn bi bandor e. Lê ya ku hesabên van hemûyan xera dike, hêza civakê ye. Têkoşîna gelan, baweriya jinan û ciwanan ya bê hempa wijdanê mirovahiyê xistiye nava tevgerê û nahêle jiyan di mecraya desthilatdar û dagirkeran de bimeşe. Ger ev hemû hêz cidî ne, bila li ser projeya demokrasiyê li hevdu bikin û rê li ber êşa civakê bigirin. Ji bo vê jî careke din pêwîst e mirov bibêje, ji bo hemû hesabên şaş werin sererastkirin û vîna gelan bingeh werê girtin, bi hevgirtina hêza hemû gelan em têkoşîna xwe xurt bikin.