Endamê mekteba siyasî ya Hizba Komunîsta Kurdistanê Hîwa Umer got, hinek partî û aliyên siyasî di bin bandora welatên din de ne, ji bo wê nikarin di pratîkê de li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk rol bilîzin.

Li gorî min komek partî û hêzên siyasî xwedî helwest bûn. Em jî weke çepgir li ber dagirkeriyê rabûn û her diçe eniya çepgir li hemberî êrîşan helwesta xwe nîşan da. Me berê jî anî ziman û niha jî em piştgiriya Rojavayê Kurdistanê dikin.

Herwiha hêzên çepgir tevlî xwepêşandanên ji bo Rojavayê Kurdistanê jî bûn.”

Hîwa da zanîn ku beşek ji partî û hêziyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê hîn jî li ber êrişan bê helwestin û beşekî din jî li ser dagirkeriya dewleta Tirk rola xwe nalîzin.

HEWLÊR