FIRAZ BARAN / KOLN
Ocaxa Axucan yek ji ocaxên Elewiyan ên herî kevin e ku herî zêde talibên wê hene. Weke nimûne, pirraniya Elewiyên Meletî, Semsûr, Elbistan û Bazarcixê, weke talib ser bi Ocaxa Axucanê ve ne. Yek ji navendên wê li navçeya Dêrsimê Xozatê li gundê Bargînî ye, navenda din jî li gundê Sînê yê ser bi Xarpêtê ye.
Çaxê ez 29´ê Hezîrana 2018ʼan çûm bajarê Ulmê yê Elmanyayê, li wir min murşidê herî kal ê Ocaxa Axucanan dît û ez pê re peyivîm. Ev kesê hanê wê Gulana 2019ʼan rêya xwe bibira ber bi heq ve; ez behsa Aşiq Baba dikim. Ew ji şahidên qirkirina sala 1938ʼan bû. Wî ji min re got, tu çi dixwazî, wê ji min bipirse. Min jî pirsa qirkirinê jê kir.
Aşiq Baba kî ye?
Aşiq Baba sala 1930ʼî li gundê Bargînî tê dinê. Navê wî yê di nifûsê de Hasan Hayri Cihan e. Li gorî ew dibêje, çar kur çêdibin ji Axucan re: Koca Seyîd, Mîr Seyîd, Kose Seyîd û Seyîd Mençekî Îrfanî. Seyîd Mençekî Îrfanî li Bargînî bi cih dibe. Aşiq Baba jî ji nevî çirçirkên wî ye. Ew ji 1950ʼî heta bi 1965ʼan murşîdiyê dike û diçe cem talibên xwe. Meletî, Semsûr, Sariz, Qeyserî (Taxa Mehînan), Enqere, Stenbol, Dêrsim, Erzirom, Sêwas û Elbistanê beşdarî Ceman dibe. Sala 1965’an diçe Elmanyayê û piştî ku 24 salan kar kir. Ew li Elmanyayê jî xizmeta xwe ya ji rayê (olê) re dewam dike û dibe yek ji damezrênerên Federasyona Yekîtiya Elewiyan li Ewrûpayê (AABF).
Şahidiyên wî yên dema qirkirinê
Di çaxê qirkirina Dêrsimê de ew 7-8 salî ye û tê bîra wî: “Ji gundê me 23 nefer birin û ew li gundikê ser bi Bargînî li Seke Sûrê şewitandin. Metika min Fatme û hevjînê wê Ezîzî û sê kur û keçeke wan şewitandin. Keyayê gund Seyîd Hasan, hevjîna wî, kurek û keçeke wî, azayê yekê Seyîd Turabî û hevjîna wî şewitandin. Qeymeqam gazî wan dike. Ji wan re dibêje, ‘Hûn ê riha xwe kur bikin.ʼ Ew jî dibêjin, ‘Em ser didin, lê em riha xwe kur nakin.ʼ Ew tên, vê ji bavê min re dibêjin. Bavê min ji wan re dibêje, ‘We şaş kiriye, herin jê re bibêjin, em ê riha xwe kur bikin.ʼ Qeymeqam jî hingê ji wan re dibêje, “Min haya alayê pê xist, êdî hûn divê riha xwe kur kin û divê kur nekin.ʼ Ew jî riha xwe kur nakin. Ew birin û şewitandin. 23 kes… ez hingê 8 salî bûm.
Li Dêrsimê gelek mirov kuştin. Li gundan mirov kuştin. Li gundan mirov li ser banan danîn û şewitandin. Gundê me li baniyan bû. Bi şev xuya dikir. Gund hemû dişewitandin. Hemû gundî bûn.”