Dema ku mirov bala xwe bide qanûnên welatekî mirov der barê rewşa civakî û têkiliyên civakî yên wî welatî de de dibe xwedan nêrîn û ramanekê.
Her wiha qanûn welatekî der barê çemk û têgihîştina wê civakê de jî agahiyan dide. Hiqûq asta pêşketina civakî ya ramanî, helwesta wê ya li hemberî pîvanên exlaqî û wijdanî jî nîşan dide. Kevntirîn pîvanên hiqûqî li ser bingeha wijdan û exlaqê ava bûne, lewre jî kevntirîn hiqûqa civakî xwe di asta bicihanîna pîvanên wijdanî û exlaqî de nîşan dide. Di hiqûqê de heke dad û wijdan tunebe, pîvanên wijdanî li ber çavan neyên girtin, ew hiqûq di xuyangê de çendî pêşketî be jî di rastiya xwe de hiqûqeke paşverû ye.
Dema ku mirov ji vî aliyî ve bala xwe dide hiqûqa Tirkiyeyê, mirov dibîne ku rewş zêde ne hêvîbexş e. Piraniya qanûnên Tirkiyeyê dûrî pîvanên dadî û wijdanî ne. Kesek li ser navê dewletê mirovan dikuje, hiqûq wî mafdar dibîne, lê ciwanek li ser navê rêxistineke demokratîk pankartekê vedike bi salan ceza lê tê birîn. Hin kujer ji ber ku pişta xwe didin îdeolojiya fermî dadger destê xwe li pişta wan didin, lê hinek rojnameger ji ber ramanên xwe têne girtin û cezayên giran li wan têne birîn. Mirovek çendî xerab be, çendî karên pîs bike dema ku li ser navê dewletê bike yan jî bîrdoza fermî ji xwe re bike mertal tiştek pê nayê, lê mertalên zindî ku doza aştî û azadiyê dikin ji hêla hêzên dewletê ve têne kuştin, hiqûqa Tirkiyeyê piştevaniya kujeran dike.
Bala xwe bidin bûyera kuştina Emrah Gezer û rewşa hiqûqa Tirkiyeyê li gorî wê binirxînin. Li gorî doznameyê, Emrah Gezer ji ber ku strana “Agir ketiye dilê min” bi kurdî gotiye, rastî devjenî û dijûnên jinika bi navê Sînem Uludag hatiye, piştre pevçûn di navbera polîsên li derdora Sînem Uludagê Emrah Gezer kuştiye. Di encamê de dadgeha Tirkiyeyê strana bi kurdî wekî hinceta tahrîkê nirxandiye û cezayê kujeran daxistiye. Her wiha Sînem Uludaga ku kuştin han daye û heqaret li kurdan kiriye bi cezayê pereyan filitiye. Xuya ye ku di vê biryarê de pîvanên exlaqî û wijdanî li ber çavan nehatine girtin. Ji ber ku hiqûqa Tirkiyeyê li ser red û înkara kurdan ava bûye, heqareta li kurdan wekî tiştekî rewa hatiye dîtin.
Ji vê jî diyar dibe ku hiqûq berhema têkiliyên civakî ye û asta pêşketina wijdanî û exlaqî ya civakê nîşan dide. Ji ber ku hiqûqa Tirkiyeyê kurdan red û înkar dike hemû êrîşên li ser kurdan rewa dibîne. Ji ber vê yekê ji pîvanên dadî û wijdanî dûr dikeve. Bi vê bûyerê jî diyar dibe ku îro roj li Tirkiyeyê kêşeya kurdî maka hemû kêşeyan e, heta ku ev kêşe çareser nebe, li Tirkiyeyê civakeke azad û demokratîk ava nabe. Divê em ji bîr nekin ku dîrok û çîroka zilm û zordariyê dûr û dirêj e. Ji qirkirina ermenan heta qirkirina Dêrsim, Sêwaz û Meraşê gelek sûcên ku divê civak li xwe mikur were û pê re hevrû bibe hene.