ZEYNEP KÛRAY / MA/STENBOL

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ev 62 roj in di greva birçîbûnê de ye. Keça Guven, Sabîha Temîzkan li ser rewşa dayika xwe peyivî. Temîzkan bal kişand ser nexweşiyên li dayîka wê peydabûyî û got, “Rewşa tenduristiya wê gihiştiyê asta metirsîdar. Li hemberî  ronahî, bêhn û deng gelekî hesas bûye. Ji ber bêtaqetî û ketina tansiyon êdî nikare bimeşe. Moralê wê bilind e û dibêje, ji ber vê çalakiya xwe ew aramiyeke manewî dijî û xwe xurt hîs dike.”

Ji dayikeke berxwedêr re

Temîzkan li ser jiyana dayika xwe jî got, “Çawa min xwe nas kiriye heta niha diya min di nav vê têkoşînê de ye. Zahmet e ku mirov keça dayîkeke wisa be, lê di heman demê de xurtbûnê jî nîşanî we dide. Ez her dema ku diçim serdana diya xwe, ez dibêjim qey, ez ê wê di halekî xerab de bibînim, lê ew her carê dilê min rehet dike.”

Pîra min jineke xurt bû

Sabîha Temîzkan di dawî de qala  wefata pîrka xwe jî kir û got,” Pîra min jineke xurt bû. Xalê min di dema zanîngehê de hatibû girtin û pîra min emrê wê li ber hepsê derbas bû. Diya min dema ku di operasyonên KCK’ê de hate girtin jî pîra min ji ber tendirustiya xwe nikaribû biçûya serdana wê û di wê demê de kalê min jî rehmet kir. Diya min çawa ku nekaribû biçe ser cenazeyê bavê xwe û niha jî nekarî biçe ser cenazeyê diya xwe. Ev bêwijdanî ye. Dema mesele Kurd bin, hiqûqa dijminatiyê tê kirin.