Li gor vê hiqûqê, têkiliyên navbera gelan (zedetirîn dewletan) li ser hîmêkî wekhev tên dirûstkirin.
Ev hîqûq li bingeha xwe ji Peymana Netewên Yekbûyî digre.
Li gor peymanê, şîdet bi gelemperî qedexe ye. Ji bo endamên Netewên Yekbûyî êrişên şer qedexe ne. Hiqûqa navnetewî, ji hiqûqê dewletan bilindtir hatiye organîzekirin. Li gor vê hiqûqê, mafê tu dewletê nîne ku, êrîş bibe ser axa dewletêke din. Lê ev hiqûq car caran ji aliyê dewletan ve binpê dibe. Yek ji dewletên ku li dijî hiqûqa navnetewî radiweste Tirkiye ye. Bi salane Tirkiyê êrîş biriyê ser axa welatêkî cînar û dewletên din bêdeng mane.
Îro jî rewş negûharî ye.
Tirkiye bi rojan e, axa welatêkî cînar bobabaran dike. Bi vê jî Tirkiye li dijî hiqûqa navnetewî derdikeve.
Lê hemû dewletên ku giredayiyê Peymana Netewên Yekbûyî ne, bê deng diminîn. 7 kesên sîvîl ji malbatêkê hatin kuştin, lê dîsa jî ji dewletên Rojava deng derneket.
Enqarê deng neda.
Kesêkî jî ji Enqarê hesab pirs nekir. Rast e; Iraq tenê li ser kaxizê dewlete. Lê li ser ev kaxizê jî hiqûqa navnetewî hatiye nivîsandin. Heger Netewên Yekbûyî, Enqarê bi êrîşêkê wezîfedar bikariba, mafê Enqarê hebû ku êrîş bikira. Heger NATO mafê parastina tixûbên xwe bidaya Enqarê, dîsa jî pisporên hiqûqa navnetewî dikarîbûn bêjin, mafê Enqarê heye. Lê Enqare, li gor reaksiyonên xwe yên pilîtîk dilive û çawa dixwaze wûsa dike. Mirov dikare polîtîkaya kevnar a hikûmatên Tirkiyeyê fehm bike. Û ev ne cara yekeme ku Tirkiye hiqûqa navnetewî binpê dike. Ev ne cara yekeme ku, sîvîl ji aliyê Arteşa Tirkiyeyê ve tên kuştin.
Û ev ne cara yekeme ku, kumkujiya Kurdan bi destê Arteşa Tirkiyê pêk tê.
Lê Ewropa çima bêdeng e.
Heger Tirkiye bi daxwaza xwe bîryara şer dide û şer didomîne; Ewropa dikare ji ber vê yêkê mûzakerên endametiya Tirkiyê bicedimîne an bi dawî bîne.
Lê em dibînin ku binpêkirina hiqûqa navnetewî ji bo hinêk dewletan serbest e?!
Ev dewlet mecbûr nîn in ku îsbat bikin ku ev xwediyê mafên bingehîn ya Ewropayê ne. Wek em ji paşerojê jî nas dikin: Ji bo Tirkiyê ne krîter, ne jî etîka Ewropayê derbas dibin. Dewletên Rojava li gel Tirkiyeyê ji bo mafên xwe yen stratejîk bêdeng diminîn. Dema mirov ji nezik ve binere: Li Tirkiyeyê nijadperestî bi derfetên dewletê pêk tên; Lê ev ne li gor krîterên devletên Ewropayê ye. Tirkiye bi serê xwe bîryarê dide û şer dide destpê kirin; Ev ne li gor hiqûqa navnetewî ye. Hemû nirxên YE’yê ji aliyê Tirkiyeyê ve binpê dibin. Peymana Netewên Yekbûyî ji bo Hikûmatê AKP’ê derbas nabe. Lê mirov çawa dikare li ser vê rewşê raweste?
Ez dibêjim: Tirkiye bi agir dilîze. Bombebaran polîtîka lîstîna bi agir e. Û Tirkiye nikre bi bombeyan bi ser bikeve. Ev berê jî wûsa bû û îro ev agirên bomban dê dawiya AKP’yê bi xwe re bîne.