Der barê Konferansa Hiqûqnasan ya Bakurê Kurdistanê li avahiya KCD'ê ya Amedê daxuyanî hat dayîn û gelek parêzer tevli daxuyaniyê bûn. Li ser navê hiqûqnasan ji Baroya Şirnexê Pirşeng Bartan daxuyanî xwend û wiha got: "Di dîrokê li Mezopotamyayê her tim li hember gelê Kurdistanê polîtîkayên asîmîlasyon, îmha û înkarê hatin pêkanîn, êrîşî mafê Kurdan yên bingehîn kirin. Bi milyonan însan ji ciha û warê xwe hatin derxistin. Mirovahî bi komkujiyan re rû bi rû ma, pêşî li rêxistinbûyînên siyasî hatin girtin û fikir hatin qetilkirin. Em li gorî qanûnên ku rûsipiyên civakî hatin daliqandin ji bîr nakin, înfaz û wehşetên li girtîgehan ji bîr nakin. Em pêkanînên faşîzan, derveyî hiqûqê yên dadgehên îstîklalê, dadgehên rêveberiya awarte, dadgehên ewlehiya dewletê, dadgehên peywira taybet û di roja me de TMK wan temsîl dike qebul nakin."

Bartan destnîşan kir ku gelê herêmê bedelên mezin dane û wiha pê de çû: "Li Kurdistanê 30 sal in şerek tê meşandin û hatiye dîtin ku polîtikayên înkar û îmhayê yên li Kurdistanê bi ser neketine. Em banga birêz Ocalan ya Newrozê wekî pêvajoya azadiya gelan pênase dikin." Bartan da zanîn ku divê hiqûqnasên Kurd bên gel hev û li ser esasê civakeke demokratîk hiqûqê çêbikin.
Parêzer Serhat Karaşîn diyar kir ku dê konferans di mehaÎlonê de bê lidarxistin û wekî hiqûqnas li hember komkujiya ku li Rojava pêk tê bêdeng namînin. 

AMED