Li Serhedan bi hatina biharê re jinan dest bi paqijiya biharê jî kir. Li taxa Sûrmeliya Wanê dayika bi navê Mecbûre jî bi hatina biharê re balgeh, doşek û lihêfên xwe yên hirî vekirin û paqijiya wan dike.

Jinên ku ji germahiya roja biharê sûdê werdigirin hîriya xwe digirin destê xwe û li baxçeyên malên xwe bi xebateke hevpar dixebitin. Bêrîvanên ku havînan hiriya pez kom dikin, biharê ji bo amadekariya zivistanê hiriyê dişon, ziwa dikin û vediçirin. Hiriya ku vediçirin ji bo lihêf û balgehan amade dikin. Ji bo çêkirina nivînan hiriya nû pêwist e. Ev kevneşopî herî zêde li gundan pêk tê. Li gundan jin li hev kom dibin û bi hev re hiriya xwe li ber çeman dişon, piştre ziwa dikin û dest bi bikaranîna wê ya ji bo alavên curbicur ku ji hiriyê tên çêkirin dikin. Her çiqas li bajaran kevneşopiyên dîrokî ber bi nemanê ve diçin jî dayik û jinên Kurd destûrê nadin rêûresmên wan nemînin û li bajar û gundan jî wan li ser xwe dihêlin.

‘Hirî afirineriya dapîr û dayikên me ye’

Li Taxa Sûrmeliya Wanê dayika bi navê Mecbûre Kaçak her serê sibehê radibe û bi alikariya cîranên xwe dest bi paqijiya hiriyê dike. Mecbûreyê diyar kir ku ew naxwaze ev adet tine bibe û got, wan hertim ji mîrasa pîr û kalên xwe sûd wergirtiye, “Di demên berê me bêrîvanî dikir. Mîhrîcanên me çêdibûn mîhrîcana Berxbirê. Di van mîhrîcanan de me pezê xwe dibirî û hîriya pez kom dikir. Ji hiriyê balgeh û lihêv çêdikirin. Hirî afirineriya dapîr û dayikên me ye. Ev lihêfên ku ji hiriyê tên çêkirin ji bo tendûristiya mirov jî pirr baş in. Ji ber ku bihar û havîn dereng tê Wanê em jî vê germahiya rojê firsend dibînîn û tên baxçeyan, hîriya xwe dişon û paqij dikin.”

Mecbûreyê da zanîn ku ew her roj serê sibehê radibe û karê wê yê yêkem dibe paqijiya hîriyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em bi her awayi ji hîriyê sûdê digirîn. Cîranên min jî tên alîkariya min dikin, civateke pirr xweş derdikeve holê, ji ber vê yekê jî ez pir kêfxweş dibim. Lihêf û balgehên ne ji hiriyê, ji bo tendûristiyê ne baş in. Hîriya me hem xwezayî ye hem jî em bi keda destê xwe wê amade dikin, çê dikîn.”


ZEYNEP TURGUT / ŞÛJIN / WAN