Kurdê 34 salî û lîstikvanê şanoyê, Orhan Mustak, di lîstika xwe ya nû de bi rola Erebekî penaber û Elmanekî radibe. Navê lîstikê Dreck e. Ev monologa hanê Roobert Schneider nivîsiye û sala 1992´yan hatibû weşandin. Li gorî temaşevanekî lîstikê li Bernê, ev cihê daxê ye ku “hîna jî pêşhukm hene.” Ji temaşevanên li bajarê Swîsreyê Bernê li lîstikê temaşekirî, jinek bi xwe hêrsa xwe venaşêre; piştî bi deh salan jî ev lîstik bi naveroka hîna jî aktuel e. Naveroka wê jî li ser Sad ê Ereb e ku hisa “kes min navê” pê re heye û pirsa wî ya çima li dinyayê aştî nîne bêbersiv dîmîne û Elmanekî ku tirs û endîşeyê wî hene ji ber ku welatê wî bi biyaniyan diguhere. Pêşhukm û klîşe her bi zimanekî qehwexaneyê ji devê Orhan ji bo herduyan didin der.
Şanogerê Kurd Orhan Mustak, lîstika yekkesî şemiya bihurî êvarê li ser dika Kulturmuhle nîşan da. Ew bi malbata xwe re sala 1995´an tevî malbata xwe dibû penaber li Elmanyayê, lê axir beriya wê li Bernê jî bûye. Ew li Bernê çûbû dibistana navîn û niha vegeriya bajêr û li pêşberî 1000 temaşekerî lîstikvaniya Dreck (Qirêj) kir.
Tevî ku Elmanya jê re bûye welat jî, ji ber malbata wî ya Kurd û ya Elman li Elmanyayê ne, lê dîsa jî hesreta kes û karên xwe yên li Kurdistanê jî derdixe pêş. Axir, organîzatorên Kulturmühle ewqasî ji Orhan Mustak razî bûn ku hêvî jê kirin ku lîstika xwe ya bê jî li Bernê nîşan bide.
BERN