
HEVİDAR JİN SÜRER / FRANKFURT
Di rêzefîman de her çiqas temsîla jinan sînordar be jî hin berhem hene ku van sînoran ji xwe re wek xaleke sekinandinê nahesibînin û perên xwe heta dikarin bel dikin. Mirov dikare vê werekiyê di bin sîwana teoriya fîlmên Femînîst de şîrove bike. Femînîst sinemayê bi qasî ku wek mêr û mêrbûne şîrove dikin di heman demî de wek qadeke jinê û li ser jinbûnê çalakiyên çandî jî dihesibînin. Jinên roja me ya îro bi awayekî nekûr em dikarin bêjin xwe dabeşî du aliyan dikin. Yên kolekirinê wek cureyeke ‘azadkirinê’ dibînin û yên hîn bi wateyeke rast pêvajoya azadiya jinê destpênekirî dipejirînin. Ev her du beş li aliyekî cîhana sînemayê heta niha gelek berhem hilberandine ku mirov dikare bibêje ev her du alî jî ramanên xwe di wan de dibînin. Wek mînak em dikarin rêzefîlmên wek Veronica Mars, Top of the Lake û The Fall bigirin dest.
Jin a guh nadê mêran
Beriya bi deh salan li Emerîkayê Veronica Mars wek rêzefîlmê ji bo ciwanan hat weşandin. Lê ev rêzefîlm ne wek yên em dizanin ji rêze ye. Bi awayekî balkeş têgihên femînîst dihewîne. Di beşa yekemîn de Veronica ya di dibistaneke zarokên ji malbatên herî dewlemend yên Emerîkayê lê xwendevanin de bi kuştina hevala xwe Lilly di jiyana xwe de xaleke girîng dijî. Piştî ku bavê Veronica yê li bajar Şerîf e li ser kuştina Lillyê lêkolînan dike rastî nerazîbûna malbatên xwendevanên tê û ev malbat dikin ku bavê Veronicayê ji kar werê avêtin. Bi vê yekê keç û bav dest bi dedektîviyê dikin û Veronica bûyerên nepen yên li bajêr qewimî yek bi yek derdixe hole. Ev yek dike ku Veronica bibe keseke li derdora xwe nayêxwestin.
Veronîca jî vê rewşê dipejirîne lê dizane ku di rêya rast de ye. Di berdewama rêzefîlm de mirov dibîne ku her diçe kesayeta Verocicayê vediguhere ber bi kesayetiyeke cihêreng ve. Karektera rêzefîlmê gotinên xwe li ser ti kesî qet di dilê xwe de nahele û li ser mijarên destdirêjî, şidet û tecawizê ku di nav civanên Emerîkî de belav in, hûr dibe û guh nade mêrên di vê rêyê de li hember disekini. Her wiha bi awayekî eşkere bi wan dide hîs kirin ku qedrê wan ji bo wê ne ti tişt e.
Di nav pergala mêran de Robin
Top of the Lake (Jora golê) çîroka Tuî ya 12 salî ya li Zelendaya Nû li bajarekî kêleka deryayê ku pê dihise ducanî ye û dixwaze xwe an bebeka xwe bi fetisîne re bi pêş dikeve kiriye mijar. Dedektîf Robîn Griffin ê li heman bajarî mezin bûye lê belê paşê li metropoleke mezin kariyera xwe bipêş xistiye ji bo bi vê dozê re eleqedar bibe tê Laketop ê. Robîn ku di nava sîstema mêran de bi zanistiya xwe ya derbarê derûniya zarokan de dixwaze derbarê hemîlebûn û wendabûna Tuî de agahiyan bidest bixe yekser xwe di nava sir û razên kirêt ên kûrr ên bajêr de dibîne. Dema tê xwestin ev doz bê çareserkirin em bi herka film re şahidiya bandorên dijwariya mêr, tecewîz û erka bavkanî ya li ser mirovan û encamên wê re şahidiyê dikin.
Bi vê yekê re jî li Laketopê li zeviyên bi navê Paradîse di konteynerên mezin de komek jinên ku dijîn hewl didin hev û din tedawî û baş bikin. GJ a mîna lîdera wan tê xuyakirin lê belê ew vê yekê qebûl nake bi replîkên kêm hûnera vegotina gelek tiştan nîşan dide. Tevî ku hinekî tund e jî ji bo xwe gihandina rastiyan GJ jî dibe alîkar. Top of the Lake wê bihêle ku bê sebr em li benda sezona duemîn bimînin û beyî heya me ji me hebe jî em karibin gelek tabuyan bixin lêpirsînê.
The Fall (Ketin)
Gillian Anderson ê di rêzefilmê bi navê The X Files de navdar bû vê carê bi filmekî hevpar ê Îngîlîstan-Îrlanda yê polîsiye yê bi navê The Fall de bi rola Stella Gibson tê pêşberî me.
Bez û şopandina Stella Gibson û qatilê gelek kesan Paul Spector a mîna pisîk û mişkê em jî dişopînin. Hem jî berovajî karakterê dedektîf ê cinsparêz Stela mîna dedektîfeke femînist bi replîkê xwe yên mîna dersê mirovan ronî dike.
Stella di çîroka vî qatilê serî yê qurbanê wî tev jinin de hewl dide rastiya hevpîşeyên we ku meyldariya wan jî ji vê yekê re heye radixe ber çavan. Beranberî yên hewl didin qatil û tecevuzvanan mîna ku ne normal in nîşan bibin û bi vê yekê re bingehê civakî yê dijwariya mêr ji holê rakin tê dikoşe. Stella israr dike ku Paul kesekî normal e û heman tişt ji aliyê tevahiya mêran ve dikare were kirin û heger vê nekin dibe ku ne zêde cesûr an dîn bin.
Di sahneyekê de Stella çîrokeke ku derbarê jin û mêran de dibêje piştrast dike ku The Fall ji porjeyekê ji rêzê ya filmê polîsiye zêdetir e: “Ji neke ku niha nayê bîra min bê kî bû rojekê ji hevalê xwe yê mêr dipirse ka “Mêr derbarê jinan de ji çi ditirsin?“ Bersiva ku standibû wisa bû, “Em ji kenîna jinan a bi xwe ditirsin.“ Dema jinek ji hevala xwe pirs dike “Ji têkildarî mêran ji çi ditirsin?“ wê demê bersiva, “em ditirsin ku me bikûjin.

