Wekîlê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Atalan li ser êrîşên hevpar Ên PDK-AKP’ê yên bi ser Şengalê de got: ‘’PDK qebûl dike ku hêzên girêdayî Erdogan in li Başûrê Kurdistanê bi cih bibin. Çavê wî bar nabe ku birayên wî yên Êzîdî li xaka xwe bimînin.’’ Atalan got Şengal ji bo Kurdan û Kurdistanê pîroz e û hişmendiya PDK-AKP’ê ji ya DAIŞ’ê pir ne cihê ye û got êrîşa 3’yê Adarê ya bi ser Şengalê de biryara hevpar a AKP-PDK’ê ye.
Atalan êrîşa DAIŞ’ê û helwesta PDK’ê ya li dijî van êrîşan wiha got: ‘’Êrîşa bi barbarî, komkujî û bi rêbazên qirkirinê ya 3’yê Tebaxa 2014’an a bi destê DAIŞ’ê ne dîrokeke tesadûf e. Dibe ku bêyî ku hêzên PDK’ê bêyî ku şer bikin vekişandina wan ji ber sedema îdeolojî, hişmendiya PDK’ê ya li Êzîdiyan e.’’
Atalan diyar kir ku gotinên PDK’ê yên vê dema dawî ya bi rengê ‘Şengal a me ye’ û ev helwest divê li ser têkiliyên wê yên bi AKP’ê re were nirxandin. Atalan diyar kir hem ji hêla îdeolojîk, paradîgma, siyaseta netewî ve nêzîkatiya wan a li Êzîdiyan pir hêwilnak e û nayê qebûlkirin.
‘YBŞ/ YJŞ hêzaparastina Êzîdiya ye’
Atalan li ser pirsa Şengalê ku bûye hedefa êrîşa hevpar a PDK-AKP’ê wiha got: ‘’Êzîdî êdî xwerêveberî û xweprastina xwe sazkar dikin. Ev biheq û rast e. Ên ku berevajî vê difkirin bi rengekî demokratîk bila vê bibin referandûmê. Pêşniyara me ev e; werin em Şengalê bi Şengalê, Êzîdiyan ve bihêlim. Em hemû Êzîdiyên li Duhokê, Zaxo, Hewlêrê bibin wir û referandûmê bikin.’’
Atalan li ser hêzên YBŞ/YJŞ’ê got, ‘’Hêzên YBŞ/YJŞ’ê ji hêmbêza Êzîdiyan şîn hatine û piştî 3’yê Tebaxa 2014’an ji hişmendiya ‘’ez êdî nikarim bi kesî bwer bim, nikarim vîn û siberoja xwe radest bikm’ pêk hatiye, hêzeke xweparastinê ya wiha ye ku xwe dispêrê helwesta, êdî ez ê xwe parêzim. YBŞ /YJŞ hêza xweparastinê ya Êzîdiyan e. Ji bo vê jî ti hêzeke siyasî, tevgerek nikare bibêje çi karê wan li vir heye, çima ne girêdayî min e, kesek nikare vî fikrî biparêze û Êzîdî jî vê qebûl nakin.”
Têkilî bi referandûmê re heye
Atalan diyar kir, êrîşên di vê demê de li Kurdan tê kirin pêwendiya xwe bi referandûma 16’ê Nîsanê re heye û got, “Êrîşên li Şengalê, hewldana operasyona li Başûrê Kurdistanê û zêdekirina operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê pêwendiya xwe bi referandûmê re heye.
Ev hemû bi hev ve girêdayî ne. Hikumeta AKP’ê naxwaze vê pirsgirêka sed salî ya kronîk bûye bê çareserkirin. Ev yek bi rengekî eşkere derketiye holê.”
‘Emê bêjin na û bi ser bikevin’
Atalan li ser referandûmê ku 16’ê Nîsanê wê li Kurdistanê û Tirkiyê were kirin got, Newroz ji bo Kurdan girîng e û Kurd bi piştî Newrozê wê di referandûmê de bersivê bidin Erdogan. Atalan got Kurd komkujiyên dewletê yên li Cizîr, Sûr, Nisêîn, Şirnex, Silopya, Geverê ji bîr nakin û ji bo vê jî 16’ê Nîsanê, referandûm ji bo Kurdan girîng e. Atalan bi berdewamî got ne pêkan e ku Kurd di referandûmê de bibêjin erê û got: ‘’Kurd 16’ê Nîsanê bi rengekî xurt wê yekîtiya xwe, tifaqa xwe pêk bîne, wê bibêje, ez demokrasiyê, heq û hiqûqê dixwaizm, ez li dijî faşîzmê û şer im û bibêje na û bibêje, teqez em ê bi ser bikevin’’
YAŞAR AKSÛ/DÎHABER/MÊRDÎN