Prof. Dr. Kadrî Yildirim ê destpêkê axivî, got ku gelek an jî kesek dema zilm lê bê kirin dikare şer bike. Di Îslamê de çawa rêgeza aştiyê heye, ya şer jî heye û got: “Ji ber vê sedemê dema mecbûr man şer bikin jin û zarokan ji şer dûr dixin. Nabin sedema mirina wan. Niha rêxistina ku jêre DAIŞ tê gotin li Rojhilata Navîn jin û zarokan qetil dike û bi cenazeyan dilîze.”


´Dengê xwe bilind bikin´

Yildirim di axaftina xwe de diyar kir ku di destê DAIŞ de hîn zarokên kamil nebûne hene û got: “Dayik û bavên zarokên wan di destê DAIŞ de werin li Qada Dagkapi ya Amedê kon vedin û zarokên xwe bixwazin. Wê demê wê tevahî gelê Kurdistanê li pişta we be. Bûyerên li Rojhilata Navîn rû dane, girîngiya Kongreya Îslama Demokratîk nîşan daye. Di Îslamiyetê de di nav 12 mehan de tevahiya 4 mehan şer guneh e. Hz. Muhamed ew kesên ku di nava 4 mehan de şer dikin wek hov pênase kiriye. Rêxistina DAIŞ a niha êrîşî Misilmanan dike, bi awayekî hovane xwînê dirijîne û mirovan qetil dike.”

´Wê sibe werin vir jî´

Rojnamevan-nivîskar Ayhan Bîlgen jî got; “Ji bo em qedera xwe ji wan re nehêlin, ji siyasetê heta aboriyê divê em bi rêxistinkirina her qadê bixebitin.” Bîlgen bang kir ku pêwîst e gel dengê xwe li hember DAIŞ bilind bike û wiha dewam kir: “Eger em dengê xwe li tiştên Rojhilata Navîn diqewimin dernexin, sibe DAIŞ bê Amed, Wan û Mêrdînê emê çi bikin. Bê ku direng bikeve divê her kes dengê xwe li hember vê hovîtiyê bilind bike.”
Hevşaredara Erdîşê Diba Keskîn jî wiha axivî: “Di bûyerên ku li Rojhilata Navîn rû didin kêmasiya me hemûyan heye. Em hemû dibêjin em Misilman in, lê belê em tiştekî ji Îslamiyet û Misilmantiyê fêm nakin. Eger me ya dikeve ser milê xwe pêk anîba wê niha Êzîdî li Şengalê û Kurd li Rojava nehatibana qetilkirin. Em bang li her kesî dikin ku dengê xwe li hember vê hovîtiyê bilind bikin û têkoşîneke rêxistinkirî pêş bixin.” Panela bi mijara ‘Aştiya li Rojhilata Navîn û Îslam’ piştî beşa pirs-bersivan bi dawî bû. 

WAN