Pirtûkên ku ji aliyê nivîskar Mem Bawer ve hatin nivîsandin, piştgiriyê dide perwerdehiya zarokan. Der barê armanca weşandina pirtûkên zarokan de nivîskar Mem Bawer diyar kir ku, weşanxaneya Hîva bi taybetî ji bo zarokan hatiye avakirin. Bawer, da zanîn ku weşanxane kurdî ye û bi tevahî ji bo zarokan avakiriye û wiha axivî: "Em ji bo perwedeya zarokan pirtûkên bi kurdî amade dikin û dixwazin karê me bi rêk û pek be. Me ewil bi 5 pirtûkan dest bi weşana xwe kir."

Weşanxaneyeke ji bo zarokan

Bawer, li ser naveroka pirtûkan jî dibêje: "Weşanxaneya me weke weşaneke pêş dibistanê setek “Mîro” derxist. Mîro pisîka Wanê ye. Navên pirtûkên hatine çapkirin wiha ne; Mîro paqişiyê dike, Mîro û hevalên wî, Mîro hatin û çûn, Mîro rojbûna Mîro, Mîro laşê Mîro. Em dixazin zarokên kurd wan pirtûkan bixwînin. Ji bo ku zarokên diçin dibistana seretayî sûdê ji waneyan bigirin me ev pirtûk wekî pêşdibistan amade kirin. Em dixazin pirtûk bi herdû zarawayên din jî hebin. Nivîskarê me yên din jî hene. Ev nivîskarên me pirtûkên zaravayê zazakî dinivîsinin. Ew jî wek setekê me amede kirîye. Em dê wan pirtûkan jî çap bikin." Zarok û dêûbav dikarin ji navnîşana li jêr pirtûkan sprîş bikin: Taxa Peyasê kolana 222'an a Barış sitesi B/blok kat:6 no:21.

STENBOL