Wê roja xwedê dinya ava kir, şêr û pilingê vê dinyayê lê peyda kir… Ha bi van gotinan şairên Goyî stranên xwe yên li ser Kela Qumrî didin destpêkirin. Van gotinan timî dikir ku tevzînok bên laşê min, lewra ya ku van gotinan behsa wê dikir her destpêkeke li perdeya nediyariyê, zelûliyê pêçayî bû.
Lê îro ev gotin ji bo min bi gewde bûn, êdî mekanekî wan, bedeneke wan, dengekî wan ê diyar heye.
Li Sûrê, li Cizîrê, li Geverê, li Nisêbînê û li gelek navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê ha ew “roja xwedê dinya ava kir” e êdî, û ji hikmeta xwedê ye, mirov biheyire jî wisa ye, şêr û pilingên vê dinyayê, jin û mêr, li van navçeyan dinyayeke nû, ya azad diparêzin. Êdî ew perdeya mîstîk ya zelûliyê diriya û li pişta bendan mekanekî azad peyda bû.
Lê ya neqewimî ew e ku şairên vî zemanî nekarî behsa vê jidayikbûnê bikin. Pênûsên jêhatî serçemandî û berxweketî ne li ber wêrekiya van şêr û pilingan û nikarin du gotinan jî li qelema xwe siwar bikin ji bo ku behsa wan bikin.
Ne ku niyeta wan nîne, yan jî naxwazin; pirr diyar e ku barê vê rastiyê pişta wan şikandiye û ew ji bo vî barî ne hazir bûn û ne bi gurçûpêç jî bûn.
Ma bend bend e xweha min, birê min?
Ma kozika Eliyê Betê tenê kozik bû? Ma Medoka Melê tenê serî li bavê xwe rakiribû xweha min, birê min?
Ma çima hingê şairên bênav dikarî behsa wan bikin û îro em bixwe jî di heyreta heybeta wan gotin û teşbîhan de ne, çima şair û edîbên îro nikarin?
Ma dema dostika Smaîlê Eyo dibêje “Ez ê baraneke hûr im tevlî bê me, ez ê ewrekî reş û tarî me li ser behrê me” qisûrek kiriye ji bo teşbîha wê bûyerê, wan hestan û wê kêliyê?
Çima qelemgirên îro, şair û edîbên îro nikarin gotinên xwe bi vê xemlê, bi vê xurtiyê û bi vê bedewiyê bi gurçûpêç bikin?
Ma we hindikî behsa destanên berê kir?
Ka binihêrin li Cizîrê, ma Mehmet Tunç sed Bedirxan Beg nakin edîbino? De bextê xwe xera nekin û bi rastî bersivê bidin. Heta hûn rast nebin bi xwe re, heta hûn van Dimdiman nebînin û her di Dimdimên dohî de bimînin, pênûsên we wê serçemandî bimînin, gotinên we berxweketî, bedena we jitaqetketî.
Ev gotinên li jor dibe ku min ji kolektîfekê re nivîsî be, lê ne bi tenê ji edîban re di serî de ji xwe re û ji kolektîfeke nivîskar re dibêjim, û ev gotin hisên min in li hemberî qelsiya min bixwe.
Kî dixwaze behreke xwe jê bigire ji wî re ye jî. Ma ne heqîqeta me bi bi hizra me ye! Ha ev jî hizra min e: Çêyên me ji hizr û gotinên me bi leztir û çêtir bûn. Xwedê bike li me negirin.