
Di jiyana gundewar a Kurdan de hin lawir xwedî cihekî taybet bûn. Mirovan ji nava kerî an koma lawirê xwedî dikir, yek jê bi taybetî hilbijart û gelekî bi delalî ew xwedî dikir. Zad û êm bi taybetî didanê, paqij dikirin her wiha dixemilandin. Mînak berxê ku ji bo namzetiya beraniyê dihate neqandin, nav li wan dihate kirin, bi taybetî dihatin xemilandin û xwedîkirin. Berx û beran ên ji bo nezer li wan nexe, nivişt ji wan re hatibûn çêkirin, hebûn.
Dîsa yek ji lawirên xwedî şans dîk bû. Mirovan derbarê lawiran de ji çand û mîrasa hezarên salan sûd werdigirt; piştî ji hêkê derdiket bi demeke kurt wan ji liv û tevgera çîvçikê fêhm dikir ku xwedî taybetmendî ye û yekser ew diparastin.
Di tercîhkirina lawiran de secereya wan lawiran referanseke girîng bû. Yanî berxê biçûk an çîvçik a nû ji hêkê derketî ji kîjan tuxmî bû ji bo xwediyê wan girîng bû. Ji bo domandina tuxmên baş û berhemdar berxê namzetê ‘beranê tov’, çîvçikê namzetê ‘dîkê tov’ bi hostayî û daneyên pisporiya xwezayî ya ji dîrokê ve afiriyê, dihate neqandin. Dîk û beran mîna pîvanên, teşbîhên ‘mêranî’, ‘lehengî’ hatine dîtin di biwêj, gotinên pêşiya û stran û çîrokan de cih girtine.
Mijara me ya îro dîsa derbarê stranên li ser lawiran de ye. Ya yekemîn strana Mihemedê Kinê yê Mitirb ê ji Rojavayê Kurdistanê ye ku li ser berxê xwe yê guran revandiye dibêje. Di dawiya her beşa stranê de dengên qalibî yên bîna, “birrr”, “hirr”, “ho hooo”yên komînîkasyona navbera şivan û pez de îfade dikin, mîna neqerat hatine bikaranîn. Bi derxistina van dengan re şivanî pez koordîne dikir û her yek ji wan dihate wateya fermanekê…
Strana Mihemedê Kinê ‘Ka Berxê min” jî ku ji serî heta binî pesin dide û di her beşê de kêfxweşî, heyecan, xemgînî ya hebûn û kuştina guran a berx îfade dike, wisa ye:
Berxê min e li zozana
Sukra wîna bi mircan e
Navê berxê min Naman e
Bavê berxê min beran e
Cohtikê guran, bi xwedê van ne!
‘Birr birr birr… ka berxê min
Hirr hirr hirr.. Xwedê da min
Ho ho hooo..! Ho ho hooo..!
Gura bir çû…*)
Berxê min hat û meşiya
Çi çavreş e, bi rêşî ye
Pişta wî gelek spî ye
Weke berfa li serê çiya
Wextê xatir ji min xwestiye
Ez ketim û dilê min êşiya
Cohtikê guran min dîtiye
Berxê min e li sûlavê
Keriyê miyan hate şaxê
Berxê pêşî berxê axê
Berxê min çûye germavê
Xwe şûştiye daya tavê
Berxê mine li Gedûkê
Keriyê miyan hate sûkê
Berxê pêşê berxê Bûkê
Wextê berxê min meşî
Weke zabitê li bêlûkê
Yax û neman li van roviyan
Strana me ya duyê jî li ser mirîşka ku roviya xwariye, hatiye amadekirin. Kesê stran cara yekemîn gotiye nayê zanîn. Jixwe, tenê çend kesên herêmî ku ev stran di hişê wan de maye, hene û gelekî bi sînor tê naskirin. Min jî di sohbetekê de ji gundiyê me Hiseyinê Mûso guhdarî kir. Li gora navê gundê Êsê û Xerabê Bena di stranê re derbas dibin, li gundên derdora Kercosê hatiye gotin. Mirovê xwedî hêza mîzahê ji aliyê roviyan ve xwarina mirîşka zer ji bo xwe îfadekirinê xistiye hincet. Ji Xalitê Bekçî dest pê dike, xebaran ji lawê xwe Elo Gazî re dide û “Textê Enqerê dihejîne”. Ji trajediya mirîşka zer a bûye qurbana roviyê fenok berhemeke balkêş derketiye holê:
Yabo yeman li van roviyan
Roviya mirîşka me xwariye
Darê tifinga Xalitê Bekçî ji bona çi ye?
Ezê herim cem qeymeqamê mîrê amê
Bêjim qirûşek meaş nedin Xalit, ê bekçî ye
Destûra roviyan li mirîşkê gundê me dayiye
Yax û neman li van roviyan…
Kuro Elo Gazî tuxmê kerê
Rabe seriyekî bide avîka li
pişt bênderê
Bê ma bêxwediyê rovî, ne
yê sala çûyî, sala berê?
Gelî ehlê malê li me
rebenan
Hûnê rabin seriyekî bidin
Sirdê, Êsê û Xerabê Bena
Dibêjin, pirtik di devê wa
wîkê wan de hene
Binêrin ka ew pirtik ne yê
mirîşka me ne
Ezê rabim lez kim, bi lezînim
Ezê textê Enqerê bihejînim
Ji Tepa Berava heta Geliyê Bedlîsê
Ji Bêmkê Hesinan heta Deşta Sirûcê
Ezê fermana roviyan bi qanûnê biderînim
Ezê heyfa Mirîşka Zerik bi destê xwe hilînim
Yax û yeman li van roviyan….
Û sê mirîşkên Siyahpûş
Şairê Kurd ê bi nav û deng, Siyahpûş (Muhammed Cewad) ku weke derwêşekî li tevahiya Kurdistanê geriyaye û her cihê tê re derbas bûye şopa xwe hiştiye. Helbestên giranbûha nivîsandine. Demekê li Gundê Ferqîn Kurbeytê ê li herêma Narîk dimîne. Narîkî yên bi diziyê navdar, mirîşkên Siyahpûş ê xizan didizin. Li hember vê yekê helbesteke li ser diziya mirîşkan dinivîse û dibêje: "
Ehlê Narîk ehlê nar in
Bi dev dost in bi dil neyar in
Sê mirîşkên Siyahpûş hebûn, ew jî xwarin
Ji sê nivîsên dawî yên li ser lawiran û cihê wan di wêjeya devkî de mabesta min ew bû ku tiştên di serdema me de gelekî ji rêzê xuya dikin jî di jiyana gundewarî ya Kurdan de xwedî nirxên bêhempa bûn. Bêzariya Siyahpûş û helbesta li ser diziya mirîşkan jî mîna stranên din ên li ser lawiran di rastiyê de têkildarî jiyan, çand, debar, exlaq û hestên mirovî ne.