Têkoşer û şervana înternasyonalîst Îvana Hoffmann li rojavayê Kurdistanê di encama şerê li dijî çeteyên DAIŞ´ê de jiyana xwe ji dest da, li paytext Berlînê jî bi çalakiyekê hat bibîranîn.
Çalakî roja înê saet di 20.00 an de li Kottbuser Tor a Keruezbergê dest pê kir. NAVDEM, MLKP, Partiya Marksîst Lenînîst a Almanya MLPD û Antîfaşîstên Alman çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de herwisa gelek Kurd, Tirk û Alman jî beşdar bûn. Di çalakiya bibîranîna Îvana Hoffmann de nûnerên partî û saziyan li ser girîngiya beşdarbûna Hoffmann a di şerê Rojava de nêrînên xwe anîn ziman û xwestin cîhan li hemberê vî şerê çeteyan ê qirêj bêdeng nemîne.
´Di vê em li mîrateya wê xwedî derkevin´
Li ser navê antîfaşîstên Alman Arian Wendel di axaftina xwe de li ser jiyana Hoffmann sekinî û da zanîn ku wê ji bo mirovahiya pêşverû, ji bo azadiya gelên bindest xwe feda kiriye. Wendel bi berdewamî wiha axivî:“Hevala me, hevrêya me, hevala me ya çekdarî, hevala me ya piralî pêşî beşdarî li nav refên MLKP´ê kir û dûvre jî ji bo gelê Kurd tevli nav refên YPJ´ê bû. Ji me re mîrateyeke bêhempa hişt, divê em li mîrateya wan pakrewanan xwedî derkevin."
´Avaşîn di navbera Efrîka, Elmanya û Rojava de bû pirek´
Li ser navê MLKP ê jî Bakî Selçûk axivî: “Avaşîn Tekôşîn Gûneş ji Efrîkayê, ji Duisburga Almanya bû pirek ji bo Rojava. Rojava ya ku ji roja destpêkê ve ji aliyê hêzên emperyalîst û paşverû ve hatiye dorpêçkirin divê parastina wê jî erkeke li ser milên tevahiya şoreşgeran be. Ji ber ku li hemberî gelên li Rojhilata Navîn û berpirsiyariya me ya li hemberî çîna karker em wek partî beşdarî li têkoşîna li Rojava dibin. Heta ku li Rojhilata Navîn û li herêmê dîktatoriyên faşîst têk biçin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Heta ku gelên li herêmê di nav aştî û aramiyê de bijîn em ê şerê xwe dewam bikin."
Nazîfe Kaya jî li ser navê komunîstên şoreşger TIKB ê wiha axivî: "çeteyên DAIŞ´ê li Kurdistanê bi barbariyeke nedîti mirovan ser jê dikin, dişewitînin û talan dikin. Di vî karî de misilmanan jî wek navgîn bi kar tînin. Li ku derê dinê dibe bila bibe emê li têkoşîna xwe berdewam bikin. Kurdistan û berxwedana wê bûye mînak û em ê vê têkoşînê heta serkeftinê jî berdewam bikin."
Çalakiya bibîranînê paşê veguherî meşê, girse ji Kottbusser Tor bi qasî 3 km yan meşiya û li heman cihê bi bîranîna pakrewanan ve dawî li çalakiya xwe anî.
YEKO ARDIL/BERLÎN