
Metran Îsa bi lehengî, evînî û xweşbiniya xwe di nava destanên Kurdî de cih digire.Heta niha gelek dengbêjan destana Metran Îsa gotine û xwendine. Dengbêjên weke Mihemed Arifê Cizrawî, Eyşe Şan, Miço Kendeş, Hesen Cizîrî, Esker Cizîrî, Mistefayê Botî, Salihê Qûbînî, Hîkmetê Xelatê, Dengbêj Zahiro, Dengbêj Ezo û Seyidxanê Ker. Her çiqas destana Metran Îsa vegotibin jî weke çavkaniya destanê rastiya bûyerê ji hêla derûnî, hunerî, çandî û erdnîgarî ve nikare xwe bigihîne dengbêjên herêma Serhedê. Li Serhedê jî rastî û çavkaniya destanê ji aliyê kîjan dengêjî ve hatiye gotin, nayê zanîn.
Pirraniya dengbêjan rasterast dest bi awazê dikin û destanê dirêsin, hew dengbêj Salihê Qûbînî tenê pêşî destanê bi awayê axaftinê çîrokê bi lêv dike û paşê lê dinûhirîne û dirêse. Salihê Qûbînî diyar dike ku kilama Metran Îsa ji devê apê xwe Mamê Niyazî girtiye.
Ji awaza dengbêjan wêdetir ez dixwazim li ser bûyer, şêwaz û ahenga destana Metran Îsa bisekinim ku çawa cihê xwe di nava destanên Kurdî de cih girtiye.
Keça Serqîs dil dikeve Qolaxasî
Navê lehengê destanê Îsa ye, Îsa Metranê Dêra Aktermeyê ya Wanê ye. Dîroka bûyera destanê ji çi wextê ve dest pê kiriye, baş nayê zanîn lê tê diyar kirin ku berî fermana filehan e û bi vî awayî destan bi devê dengbêjan heta roja me ya îroyîn hatiye.
Di destanê de bûyera çîrokê bi kinasî weha ye; li Wanê bi navê Meryemayê keçek fileh heye. Meryemaya keça Serqîs bi xweşikbûna xwe dikeve nava sî û sê diranan û heta digihê ber guhê waliyê Wanê. Waliyê Wanê hew debar dike û diçe Meryemayê ji bavê wê dixwaze, bav jî ji tirsan keça xwe dide walî. Dilê Meryemayê jî di Eliyê Qolaxasî yê Misliman de heye. Di nava vegotinên gelek dengbêjan de dibêjin, Eliyê Qolaxasî emirberê walî ye û bi fermana walî Eliyê Qolaxasî diçe Meryemayê ji walî re bixwaze, lê dilê Meryemayê dikeve Elî û dixwaze wê birevîne.
Kurê Misilman û Keça Xirîstiyan xwe davêjin bextê Metran Îsa
Eliyê Qolaxasî Meryemayê direvîne û xwe diavêjin Dêra Aktermeyê, bextê Metran Îsa. Di demeke kin de walî dikeve pey wan, mal û milk rêz dike da ku wan bibîne. Di vir de hinek zêr û pere didin kelekvanên behra Wanê û bi vî awayî bi cihê wan dihesin. Li ser vê walî esker û cebilxanan amade dike û berê xwe dide Dêra Aktermeyê. Pêşî ji Metran Îsa dixwaze ku Elî û Meryemayê radestî wan bike, dinihêre nabe, walî bi torbeyan zêr û zîv û pereyan pêşniyazî Metran Îsa dike. Lê Metran Îsa tevahî xwestekên walî qebûl nake û bi lê paş ve vedigerîne.
Di tevahiyaî beşên destanê de ji gava ku Elî û Meryemayê xwe diavêjin bextê Metran Îsa û bi şûn de, tê gotin ku çi li pêşiya Metran Îsa ye, fahm dike û dikeve nava amadehiya liv û tevgerê ya şer û pevçûnê li hember hêza waliyê Wanê. Bi vî awayî çeper û xendekan li der dora Dêra Aktermeyê çê dike û di kozikan de xwe ji şerê li hember walî re amade dike.
Destanên heta niha bi waryantên cihê cihê li ser çîroka evîna Eliyê Qolaxasî û Meryemayê hatine gotin, weke leheng Metran Îsa tim li pêş e û evîna Elî û Meryemayê bi awayeke trajîk bi dawî dibe.
Hinek dengbêj jî dibêjin lehengê destanê Metran Îsa di vî şerî de bi ser dikeve û mehra evîndaran li gorî rê û dirbê Misilimantiyê dibirre.
Hinek dengbêj jî hîn bêhtir ji naveroka destanê bi dûr dikevin û îdia dikin ku Metran Îsa bûye Misilman.
Di rastiyê de gava ku dengbêj di dîwanan de rûdinên, ji bo dilê guhdaran xweş bikin, dawiya destanê li gorî civata hazir li hev tînin. Lê gava ku mirov li rastiya destanê dinihêre, xwedîderketin û berxwedana Metran Îsa û evîna trajik tim li pêş e.
Destana Metran Îsa di nava gel de bi naverok û bûyerê re yekîtiya di navbera gelan, de têkiliya çand, hûner, dab û nêrîtan li hember zilmê xwe spartina hev ku di her şert û mercî de li hev xwedî derketin tim dertê pêş. Metran Îsa bi vî awayî dibe pirek di navbera olan û gihandina evîna Eliyê Qolaxasî û Meryemayê de.
Metran îsa di vê destanê de bi lehengiya xwe rasterast xwe dike cangorî ji bo evîna lawikê Misliman û keçika Fileh. Eliyê Qolaxasî yê Misilman ku ji tirsan ji bo evîna xwe ji Metran Îsa re dibêje, “Ez dixwazim bibim Fileh!”, Metran Îsa jî li hember vê gotina wî dibêje; “Ez tiştekî weha qebûl nakim, ji bo jinekê dînê Mihemed qirêj neke!” ku bi vê gotina xwe ti cuûdahiyê naxe navbera olan û diyar dike ku ji her olî mirov dikare di xweşî û nexweşiyê de bêne ba hev, awaz û sêwaza destanê diguhere û milê derûnî bi helwesta xwe pûç dike.
Mînaka berxwedanê û bihevrejiyanê
Dawiya destanê her dengbêj li gorî xwe bi lêv dike, mirov li gorî dengbêjekî ger ku destanê şîrove bike, digihê encamekê lê gava ku ji tevahiya dengbêjên li vê kilamê bi lêv dike guhdarî bike, her çi qasî serê mirov tevîlihev bibe jî, rastiya destanê jî baş fahm dike.
Encama ku mirov di vê destanê de ya ku hîn li benda zelalbûnê ye bi dest xîne, ev e ku serkêşiya tekoşînekê tê kirin ji bo evîna du evîndaran û li hember zilmê serî nayê tewandin. Di roja me ya îroyîn de tenê ev dibe mînakek sereke. Bingeha xwe ji berxwedana ku li hember zilmê serî radike digire û diyar dike ku her ins û cins dikare di nava aştî û aramiyê de bi hev re bijîn.