Li bajarê Elmanyayê Bielefeldê Festîvala Çanda Êzîdxanê ya 1´ê bi coşeke mezin bi rê ve çû. Di peyamên di festîvalê de parastina çanda Êzîdî û biserxistina Xweseriya Şengalê ji bo misogerkirina hebûna civaka Êzîdî derketin pêş.
CANO ŞAKIR / BIELEFELD
Şemiya bihurî li bajarê Elmanyayê Bielefeldê Festîvala Çanda Êzîdxanê ya 1´ê bi rê ve çû. Di festîvala bi organîzasyona NAV-YEK, SMJÊ´yê de gelek sazî û rêxistin jî bi nûnerên xwe beşdar bûn. Ev festîvala 1´ê bi şîara “Xweseriya Şengalê Azadiya Civaka Êzîdiyan e” bi rê ve çû.
Festîvala Çanda Êzîdxanê ya 1´ê li Meydana Festplatz Gleisdreieck am Sudring a li Bielefeldê çêbû. Federasyona Yekîtiya Êzidiyan a rêxistina Ewrûpayê, Navenda Yekîtiya Komelên Êzidî (NAV-YEK), Sîwana Meclîsa Jinên Êzidî (SMJÊ) Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD) û gelek saziyên Êzîdî beşdar bûn.
Serê pêşî, piştî rêzgirtinê û beriya bername dest pê bike, Cercûr Cemîl li ser navê Komîteya Amadekar axivî. Piştre bername bi xwendina Qewlên Êzîdiyan, dua û Qewlên Dînî dewam kir ku koma zarokan ew xwendin û gotin.
Beşdariya we coş xurt kir
Li Meydana Festîvalê, biyografiya nivîsandî ya jinên ku ji destê DAIŞ’ê hatibûn rizgarkirin, hate daliqandin. Nav û wêneyên wan ên bi şîfre hatibûn xêzkirin, bûyerên hatin serê wan li ser afîşan hatibûn vegotin.
Li ser dikê jî pankarta li ser wan nivîsandî, ‘Xweseriya Şengalê, azadiya civaka Êzîdiyan e’ û pankarteke li ser wêneyê Mam Zekî Şengalî hatin hildan.
Piştre bi dorê Hevseroka NAV-YEK´ê Çîçek Yildiz û Yilmaz Guney, peyivîn, herduyan jî ji haziran re got, beşdariya wan coş û peroşa festîvala wan zêdetir kiriye û malavahiya wan kir.
Piştre Şaredara Bajarê mezin a herêma Bielefeld-Brackwedeyê Regina Kopp-Herr, endamê MŞD’ê Şêx Lûqman, Endamê KNK’ê Mecît Heso, Keşeyê Xiristiyan Jochen Reidegeld (Bistum-Manastir) axivîn. Malbatên Şehîdan jî derketin ser dikê. Dîsa peyama xwişka Mam Zekî Şengalî ê di 15’ê Tebaxa 2018’an de li Şengalê di êrişa dewleta Tirk de şehîd bûbû, Xezal hate xwendin.
Her wiha ji bo festîvalê peyameke bi deng a endama Konseya Hevserokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta jî hatibû şandin û li wê jî hat guhdarîkirin. Paşê bi dorê, Hozan Şemdîn, Koma Bilûrê ya Zarokan-Lehrte, Hozan Xemdar-Harîman, Helbestvan Hecî Qîranî, Dexîl Osman, Narînxan, Qoroya Ciwanên NÇÊ, Tîtalê Feyzo, Koma Foklorê ya Zarokên Rojê derketin ser dikê.
Xweseriya Şengalê Azadiya Êzîdiyan e
Tevî hemû êş û qirrkirinên bê navber û fermanan, Êzîdiyan bi beşdariya festîvalê nîşan da ku wan dev ji nirx û çanda xwe ya qedîm û dîroka kevnar a hezarê salan bernedaye. Çawa ku Hevseroka NAV -YEK´ê Çîçek Yildiz di despêka axiftina xwe de got, “Dema ku navê Êzîdiyan tê bilêvkirin, êş û azar, ferman, weranî, komkujî û qirkirinên etnîkî tên bîra merivan. Êzîdî ev zêdeyî 40 salan e li vî welatî dijîn û pêdiviya wan bi van festîvalan heye. Ciwanên Êzîdî dikarin hêza xwe di van çalakiyan de xurt bikin û çanda xwe nas bikin. Êzîdiyan li ser dirêjahiya dîrokê, gelek wêranî û bindestî dîtine, lewra me wek civaka gelê Êzîdî di serî de NAV-YEK û hemî saziyên li der dora wê, me festîvala xwe a bi dirûşma “Xweseriya Şengalê Azadiya Civaka Êzîdiyan e) li dar xist.”
Li dijî fermanan bibin yek
Jina Êzîdî bi rengê xwe yê Kurdî û bigiyanê xweyî Êzdayî beşdarî vê şahiya festîvalê bû. Hevseroka NAV-YEK´ê Yildiz got, festîval grîng e ji bo ku jina Êzîdî xwe nas bike.
Hevserokê NAV-YEK´ê Yilmaz Güney jî da zanîn ku ji bilî xweseriya Şengalê, “em dengê xwe di vê festîvalê digihînin heta bi Efrînê, her ji bo ku em dengê fermanan bi dawî bikin û çanda xwe ya kevnar bi hemî gelên dinyayê bidin naskirin, em vê festîvalê li dar dixin.”
Ji bo ku xisleta festîvalê ya li derveyî siyaseta partiyan jî Yilmaz Guney got, “Ji derveyî fikir û dîtinên siyasî û partîtî, armanca me ya sereke ew e ku em hemî Êzîdiyan bînin cem hev û wan di warê kurdewarî û Êzdayetiyê de nêzî giyanê hev bikin. Em bang li her kesî dikin, di serî der rewşenbîr, rûspiyên Êzîdiyan, li hemû kesayet û zanyarên olî ku bi giyanê Êzîdîtiyê, xwe li dora civaka xwe bidin hev û dawî li hêzên tarî û fermanan bînin.”
Festîval mekanên xurtkirina yekîtiyê ne
Di Festîvala Çanda Êzîdxanê ya 1´ê de li ser navê Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) Şadiya Xelo jî beşdar bû û got, “Di serî em wek HRRK´yê girîngiyê bi vê festîvalê didin ku ev festîval dikare wek kaniyeke ava zelal me rewşenbîran bîne ba hev, lewra em wek rewşnebîrê Rojava bi giyanê xwe yê kurdewarî bang li hemû civaka xwe ya Êzîdî dikin ku hêza xwe bi rengê festîvalan xurt bikin.”
Şadiya Xelo wekî din banga beşdariya Mihrecana Rojava li hemû rewşenbîran kir ku di 16´ê Hezîrana 2019´an li bajarê Wuppertala Elmanya wê bê lidarxistin.
Bernameyeke dewlemend a hunerî
Ji rêvebera Sîwana Meclisên Jinên Êzîdî (SMJÊ) Xanê Agal jî got, “Her çi qasî bi derengî be jî, Festîvala Çanda Êzîdxanê ya 1´ê, wê di serî de ji bo me jinan û ji bo hemû civaka me bibe despêkek ku em jin rol û mîsyona xwe bi cî bînin.”
Xanê Agal bi bîr xist ku jina Êzîdî serkêşî kiriye ji dînê Êzîdiyan re di nava dîrokê de û got, “Ne tenê wilo, ev dikare ji bo mafê jinê bi giştî bibe gaveke bi hêz.” Festîval heta derengiya rojê bi stran û helbestan dewam kir û sînevizyona axaftina Endama Konseya Serokatiya KCK´ê Sozdar Avesta jî hat nîşandan.
Di bernameya hunerî de Dexîl Osman, Hecî Qîranî, Hozan Xemdar Û Harîman, Narîn Xan, Hozan Şemdîn û Tîtalê Feyzo li ser dikê beşdar bi hunerên xwe şa kirin.
BIELEFELD