
Piştî ku hikûmeta Hollandayê serdana ji bo lidarxistina civîna referandûmê ya Wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Mevlût Çavuşoglu qede kir û destûr neda sefera balafirê, AKP bi gefan xwest civînê pêk bîne. Bi rêyên bejayî wezîra Tirk a ji polîtîkayên malbatê berpirs Fatma Betul Sayan Kaya beyî destûrê bigire ji Elmanyayê derbasî Hollandayê bû. Li ser vê yekê rayedaran 30 nêzî sefareta Tirk ew rawestandin, binçav kirin û dersînor kirin. Beriya niha jî Elmanyayê serdanên propogandayê yên wêzîrên Tirk asteng kiribûn. Rêveberiyên herêmî sedemên ewlekariyê nîşan dabûn. Hikûmeta Federal jî ragihandibû ku înîsiyatîf û rayeya biryarê di destê rêvberiyên herêmî de ye. Awûsturya jî bang li tevahiya Yekîtiya Ewropayê kiribû ku destûra propogandayê ji bo AKP’ê neyê dayîn.
Bi Hollandayê re aloziya mezin
Di pêvajoya ku hewldanên propogandakirinê yên AKP’iyan dihatin qedexekirin û guftûgo kirin de vê carê Hollanda bû hedefa AKP’ê. 11’ê Adarê roja Şemiyê Wezîrê Karê Devre yê Tirk Mevlût Çavuşoglu gef xwarin û got heger Hollanda destûrê nede wê berdelê wê giran e. Li ser vê yekê sefera balafira Çavuşoglu hate betal kirin. Rayedarên Hollendî li gel hikûmeta AKP’ê axifîn û ragihandin ku serdana wan aramiya welêt dike nava xeterê û ew naxwazin werin. Lê belê domandina gef û heqaretan bû sedem ku Hollanda biryara xwe tund bike û ragihîne ku rêya çareseriyê ne maye.
Kaya bi korsanî kete Hollandayê
Piştî betalkirina serfera balafira Çavuşoglu vê carê wezîra jin Fatma Betul Sayan Kaya tevî ekîbekê bi rêyên bejayî beyî destûr ji Almanyayê derbasî hollandayê bû û berê xwe da Rotterdam ê. Rayedarên Hollendî ku rê li Kaya girt û tevî kesên pê re ew mîna ‚mirovên nayên xwestin‘ îlan kirin û bi eskorta polîsan ew dersînor kirin. Polîsê Hollendî ku dora nûneriya Tirk a Rotterdamê girt bi seaten wezîra Tirk û ên pê re rawestandin û nehiştin bikevin hûnndir.
Kaya ku plan dikir li Almanyayê doh civîneke girseyî lidar bixe li wir jî li rasta qedexeyê hat neçar me vegerê Tirkiyeyê.
Danîmarka naxwaze Yildirim biçe
Di nava rojeva tund a redkirin, qedexekirina rayedarên AKP’î û dewleta Tirk de hamleyek jî Danîmarkayê hat. Hat hînbûn ku serokwezaretiya Danîmarkayê ji Serokwezîrê Tirk xwestiye ku serdana xwe ya Danîmarkayê ya dawiya hefteya pêşiyama tê payin pêk were texîr bike. Agahî ji aliyê ajansên navneteweyî ve mîna agahiya lezîgen a deqeya dawî hate parve kirin. Di nûçeyan de hate ragihandin ku Serokwezîrê Danîmarkayê Lars Lokke Rasmussen ji Serokwezîrê Tirk xwesziye ku serdana xwe bide paş.
Swêd jî destû neda Eker
Di demên borî de çend caran komcivînên parlementerên AKP’î li Swêdê hatibûn qedexe kirin. Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Mehdî Eker dixwest civîna propogandaya referandûmê li Stockholmê pêk bîne. Lê belê ev civîn hate qedexekirin. Piştî vê yekê Eker bi hin karsazên Tirk re hate cem hev. Li Swîsreyê jî destûr neda civîna wezîrê kevin ê AKP’î Taner Yildiz.
Serokomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û AKP’i yên ji helwesta bibiryar a dewletê Ewropayê bêzar bûn mîna her carê serî li gef û qeretan dan. Erdogan piştî Elmanyayê Hollendî jî mîna, ‚bermayihen Naziyan û faşîst‘ binav kirin û got ‚hunê bedel bidin‘.
Li Enqere, Stenbol û Hollandayê alîgerên AKP’ê derketin kolanan û hewldan provokasyonan pêk bînin. Li Enqerê ala Hollandayê ji Sefaretxaneyê hate danîn û ya Tirkiyeyê hate rakirin.
NAVENDA NÛÇEYAN