Şarederiya Bajarl Mezin a Wanê û Navenda Çand û Hunerê ya Nuda Gîtarîstê navdar ê Spanyolî Efren Lopez di pêşbirka muzikê ya ku li Amerîkayê de “Di warê Strana Word Beat de Xelata Serbixwe ya Muzikê ya Amedikeyê” stendibû û bi armanca perwerdeyê atolyeyê de anî Wanê.

Efren Lopez wê 4 rojan perwerdeyê gîtarê bide şagirtan. Lopez di perwerdeya atolyeyê de anî ziman ku bi hatina Wanê gelek kêfxweş bûye û eleqeya Waniyan ya bi muzikê re kelecana wî zêde kiriye. Lopez hezkirina xwe ya bi muzikê re bi hevoka; “Bi muzikê re hatim dinê û bi muzikê re jî bimrim” îfade kir. Her wiha Lopez bilêv kir ku bi hilberîn û çêkirina muzikê xwe azad hîs dike û bi hawî bawer dike ku bi hunerl dikare cîhanê biguherîne.


Aram Tîgran ez mest kirim

Lopez ragihand ku herêma Kurdistanê bala wî pir dikişîne û ji bo Kurditanê baştir binase di nava lêkolîneke kûr de ye. Her wiha Lopez derbirî ku naskirina Kurditanê ji xwe re wekî şansekî dibîne û wiha pê de çû: “Kesê ku muzika wî bala min dikişîne Aram Tîgran e. Gava ez wî guhdarî dikim, mest dibim. Hezeke mezin dide mirov. Niha li ser muzikalê Aram Tîgran dixebitim. Her wiha xwezayê Kurdistanê jî bandorek pir mezin li ser min kir. Hê jî ji alî sîstemê ve nehatiye tehrîpkirin, û divê neyê tehrîpkirin jî.” 


 WAN