Sifir yek ji wan madeneye ku bi karîgeriya xwe tesîreke mezin li ser jiyana mirovahiyê kiriye û navê xwe jî daye serdemekê. Li gor lekolînên li ber destan û amajeyên şûnnwarnasan sifir yekem car li şikeftên Erxeniya Amedê yên navendî ji mirovahiyê re kirine de hatiye bikaranîn. Bermayiyên sifirê yê ji wê demê mane derziyên dirûnê, xişt û xalên xemlê, kevçî û dewriyên xwarinê ne. Xebatên arkeologan ê li ser qaz û girên Kurdistanê jî dide îspatkirin ku sifirê ji destên hosteyên destkariyê yê axa Kurdistanê teşe girtiye.
Hasan Ozcan ê xelkê Mêrdînê jî yek ji wan hosteyên sifirê qedîm ê Kurdistanê ye. Mamê Hesen teşeyê dide sifirê û weke xêl û xeml dineqişîne. Hasan Ozcan bi nasnav Mamê Hesen, li Mêrdîna rengîn û qedîm nêrîteya destkariya sifirê didomîne û zêdeyî 45 pênc sala ye hêmayên Rojhilata Navîn li ser sifirê dineqişîne. Çîroka Mamê Hesen weke çîroka her Kurdekî ye û serboriyeke sirgûnê têde heye. Bapîrên Mamê Hesen, ji ber zilma Komara Tirkiyê, ji Cizîra Botanê derdikevin û berê xwe didin Keleha Mêrdînê li bin kelehê di maleke kevirî de bi cih dibin. Li Mêrdîna rengîn dest bi kar dikin. Binemala Mamê Hesen ji xelkên Cizîra Botanê ne, ji cihê navenda kelepora mîrnişinaya Kurdan in. Ew dest bi karê destkarî û hostaya sifirê dikin. Bav û apên Mamê Hesên hemû li dikana destkariyê fêrî karê sifirê dibin û hemû dibin hosteyên sifirê û hêmayên Rojhilata Navîn li ser sifirê dineqişînin.
Destpêka hostayê
Mamê Hesen jî bi çûyîna serdana apê xwe û bavê xwe ya li dikana destkariyê, çav li kar û hosteyiya wan dikeve û ew jî dil dide destkariya sifirê. Di dozdeh saliya xwe de li cem bav û apên xwe dest bi kar dike. Bav û apên Mamê Hesen bêhtir kevçiyan, cezweyên qehwê û sêniyên sifirî çê dikin. Mamê Hesên berkeksî wan dest bi çêkirina şahmaran û baz boraq û teyrê tawiz li ser sifirê dike. Mamê Hesen yekem kese ku li ser sifirê şahmaran çêkiriye. Mamê Hesên nerîteya ji bav û kalên wî mayê didomîne û du karên xwe jî fêrî destkariya sifirê kirine. Mamê Hesen bi çîrokên şahmaran, teyrê tavûs, boraq û Hezretî Dawid, Hezretî Alî, Hezretî Meryem û Hezretî Îsa mezinbûye û wan li ser sifirê dineqişîne.
Gera li Amerîka û Ewrûpayê
Şahmaranê li ser qenewîçên bûk û qîzan cih girtiye û li diwarê her maleke Kurdistanê hatiye daliqandin bi destê Mamê Hesên êdî li ser sifirê jî hatiye nexşandin û mayînde bûye. Û li bajar û welatên rojava jî belav dibe. Destkarî û keda Mamê Hesên ji hêla Wazereta Kultur û Turîzmê ve tê ecibandin û di festivalên navdewletî de tê nîşandan. Bi vê minasebetê Mamê Hesen du cara berhemên xwe di sala 2009an de dibe Zankoya Pasifika Amerikayê û li wir pêşengeheke destkarên xwe vedike. Rayaderên Tirkiyê û Amerîkayê wî li bajarên Amerîkayê digerînin.
Mamê Hesen li bajarê Gent ê Belçikayê, Nancy a Fransayê û li bajaren Luksembûrgê jî pêşengehan vedike û hêmayên destkarên xwe yên ol, mezheb û nirxên Kurdistanê nîşanî Ewrûpayiyan dide. Mamê Hesen her sal beşdariya pêşengeha Beyogluya Stenbolê ya Destkarên Zêrîn ê Hunerê jî dibe û berhemên xwe li wir jî nîşan dide.
Xema destkariya sifirê
Di serdana dikana Mamê Hesen de me dît ku Mamê Hesen li ser sendeliya xwe rûniştiyê û bi çakûçê şahmaraneke nû saz dike. Mamê Hesên bi germî pêşwazî li me kir û fînncanek mirra da destê me. Û dest bi serboriya xwe kir. Me wisa dizanî ku Mamê Hesenê hostayê destkariyê ye lê Mamê Hesen hostayê peyvêye jî. Weke wan çîrokbêjên şerqê dest pê dike û peyvê li hev siwar dike. Zanîna wî ya wan çîrokan tesîrê li destkariya wî jî dike û honandina destkarê wî hêsan dike.
Mamê Hesên, dixwaze rojekê destkariya xwe bibe Başûrê Kurdistanê û li bajarên Kurdistanê jî pêşengehan veke. Mamê Hesen, xema mirina destkariya sifirê dixwe û bangawaziyê li rayaderên Kurd dike û ji wan dixweze ku li nêrîteya destkariya sifirê xwedî derkevin û wê li ser piyan bihêlin.
SALIH BATIRHAN/BASNUCE-MÊRDÎN