Dema mirov navê Dengbêj Reso hil dide, yek ji remza rêûresma dengbêjiyê tê bîra mirov. Reso ne tenê dengbêj e, ew serhildêr e, ew hosteyê yek ji şagirtên herî mezin ên dengbêjiyê hosteyê nifşa beriya me, Dengbêj Şakiro ye, ew serhildêrê Agiriyê yê bi şibheta dengê mîna “Bilbilan” hatiye terîfkirin. 

Di dîrok û bîra gelê Kurd de cihekî girîng ê dengbêjiyê heye û yek ji stûnên navmala wêjeya devkî ya Kurdî ye û ji sedan salan heta roja îro jî hatiye. Rêûresma wêjeya devkî heta niha bi hezaran bûyer û çîrok bi xwe re anîne roja îro. Çanda dengbêjiyê û çandên mayîn ên mîna dengbêjiyê bi awaz û terhên cuda li gorî herêman heta roja me îro xwe parastine. Destan, berxwedan, leheng, evîn, hezkirin, xizanî, bûyerên civakî û siyasî bûne mijara kilamên dengbêjiyê. Çanda dengbêjiyê nifş bi nifş li ser axa Kurdan dewam kiriye. Yek ji van dengbêjên bi nav û deng jî dengbêj Reso ango Resoyê Gopalan e. 


Reso pirrnav bû lê yek deng bû 

Reso nexasim jî li Serhedê navdar e lê li tevahiya Kurdistanê navdar e. Tevî ku deng û kilamên wî belav in jî serpêhatiya jiyana wî nayê nasîn. Tevahiya jiyana Reso bi berxwedan û sirgûnan derbas bûye. Ji dengbêj Reso re lehengê gel jî tê gotin. Dengbêj Reso beriya bi 34 salan rehmet kir. Navê Reso di nav Kurdan de weke Resoyê Gopalan, Resoyê Mihacir, Resoyê Qilîwelo û Mîrê Dengbêjan jî hatiye hildan. 

 

Hem şivan û hem dengbêj e 

Bavê Reso, Welo û birayê wî Evdo û xizmên wan bi hev re neçar in ji ber serdema şerê navbera Osmaniyan û Rûsan (1877-1878) ku wek “Herba 93’an” tê nasîn, ji gundê Varansofkê yê ser bi Rewanê ango quntarên Çiyayên Elegezê koçberî gundê Kerîmbeylî yê Îdirê bibin. Reso li wir, sala 1902’an tê dinê. Ji ber ku derfet nînin Reso naxwîne. Reso li gel malbata xwe ji Îdirê koçberî gundê Gopalan ê girêdayî navçeya Qaraçoban a Erziromê dibe. Reso li wî gundî mezin dibe û di jiyana wî de guhertinên mezin pêk tên. Di zarokatî û ciwaniya xwe de ji bo debara malbata xwe şivantiyê dike. Li vê herêmê bi Dengbêj Sîno re tê nasîn û Reso dibe şagirtekî dengbêjiya Sîno. 

Reso hingê gund bi gund digere, hem şivaniyê dike û hem jî li dîwanên gund û mezinan kilaman dibêje û dengbêjiyê dike. Di demeke kin de navê Reso deng vedide li herêmê. 

 

Dengbêjê serhildana Agirî

Reso paşê li gundê Xêrgîs ê ser bi navçeya Kopê ya Mûşê bi cih dibe. Li wir bi dengbêjê navdar Ferzê Milazgirê re tê nasîn û ew jî dibe yek ji hosteyên wî. Tesîra Ferzê li ser Reso gelek e û êdî ew qîr dike kilamên şahê dengbêjan, Evdalê Zeynikê. Reso êdî li herêmê dengbêjekî bi nav û deng e û roj bi roj dengê wî li nav Kurdan belav dibe. 

Carinan şevbuhêrk heta serê sibê didomin, lê Reso xwe ji geşedanên wê demê yên siyasî dûr nagire û qet ji şevbuhêrkan nahêle. Li herêmê didin zanîn ku Reso sala 1930’yî beşdarî Raperîna Agiriyê ya bi pêşengiya Îhsan Nurî Paşa bûye. Ji ber raperînê, Reso neçar dimîne û berê xwe dide Sûriyeyê. Reso li vir gelek kilaman li ser raperîna Agiriyê dibêje û berxwedana Agiriyê li ser zar û zimanên Kurdan digerîne. Reso serhildana Agiriyê bi kilama “Weylo weylo” tîne ziman û bi vê kilamê behsa berxwedanê dike. Her wiha di kilamê de behsa pêşengên serhildanê dike û rave dike ka li bereyên şer di kîjan şert û mercan de li ber xwe dane. Têkildarî serhildanê heta niha belgeyeke nivîskî nîne û tenê kilamên Reso hene û portreya berxwedan, komkujî û şer di nav kilaman de veşartî ne.

Li gel ku ji kilamê beşek heye jî, Reso li gel derfetên kêm jî berxwedana destanî wiha dike mijara kilaman:

“Nedîm Beg, Feyzî Paşa, Gazî Kemal nezan e

Digo, “Bajonê pêşiya çar Kurdane”

Heyran, were rûnê li ser têl û têlqirafane

Ez ji tera bixwînim secera kurdane

Em ne çar kurd in, du bira; Seyidxan û Elîcane

Dinyayê, zilmê wan zilmekî giran e

Hucûmê wan ser piştê hespan e

Guleyên wan tê meriva ji xeybane

Hewariya wan tê, meriv dizane melayketê di asîman e

Şerê wan ne fenanî şerê Yezîd û Merwan e

Fenanî şerê dewra berê qehreman û dêwan e

Were rûnê li serê têlan û têlqirafane

Ji tera bixwînim sûretê têla

Ji êvar de bidim yek bi yek medhê mêrane”

 

Şagirtê Reso Şahê Dengbêjan e

Reso piştî demeke kin careke din ji sirgûniyê vedigere herêma Serhedê û vê carê êdî li herêmê baş tê nasîn. Reso êdî li mala xwe nasekine û gund bi gund, navçe bi navçe û bajar bi bajar digere; wî vedixwînin şevbuhêrkan. Kilamên Reso li şevbuhêrkan tên tomarkirin û navê wî li her deverên Kurdistanê tê bihîstin. 

Dengbêj Şakiro  yan jî Şahê Dengbêjan, şagirtê Reso ye, li ber dest wî fêrî dengbêjiyê dibe. Reso gelek bandorê li Şakiro dike. 

Reso yê ku li her bihosta herêma Serhedê geriya, sala 1976’an koçî Manîsayê dike. Reso yê ji ber hesreta welatê xwe nikare li Manîsaye bijî, piştî bi 4 salan dîsa vedigere ser axa xwe. 

Reso vê carê li gundê Pagê yê ser bi navçeya Kopê bi cih dibe û li wir dijî. Li gel kalbûna xwe jî diçe şevbuhêrkan û daxwazên guhdaran pûç nake. Reso sala 1983’an ji nişkeve nexweş dikeve û ji bo dermankirinê wî dibin Enqereyê, ew li wir di 81 saliya xwe de rehmet dike. Reso li gundê Pagê tê veşartin. 

 

Bi kilam û destanan bilbil e

Reso di nav civakê de wek bilbil tê nasîn. Gelek kes bi kilamên wî mezin dibin. Hê jî gelek kes kilamên Reso dibêjin.  Reso li gel kilaman destanên Kurdan ên mîna “Ker û Kulik”, “Memê Alan”, “Cembeliyê Lawê Mîrê Hekariyan” û “Siyabend û Xecê” jiber û li gorî meqamê xwe dibêje.

Gelek kilamên Reso hene û hin ji wan ev in: Sincalê Talo, Nêçîrvano, Mîr Beg, Hewara Xwedê, Ez Evdal im yeman, Evdal û Şêx Silê, Xalid Begê Hesenî û Keremê Qolaxasî, Gula Serhedê, Bişarê Çeto, Elîka Şerê Heseno, Têliyê, Lo Dewran, Lo Mîro, Dîlberê, Weylo Weylo, Sed Yeman, Qûlingo, Nemînim, Şerê Mala Bişar û Seydo. 


NAVENDA NÛÇEYAN