„Heftê salên Usivê Qurzkizî“ navê Romana Munzur Çem e. Ev roman di zaravaya kirmanckî de yekem roman yan jî ceribandina romanê ye. Bi zimanekî gelek sade û herikbar hatiye nivisandin, Li aliyê din li pişt romanê ferhengokeke gelek hêja heye, lema yekê kurmancî baş bizane, dikane bi alîkariya vê ferhengokê bi vê romanê bi hêsanî fêrê kirmanckî be, naveroka romanê fêm bike û têkiliya zaravayên kurdî fêr bibe.
Roman romaneke bîrewariyê ye. Rasterast jiyan û vegotina Apê Usiv e, ew ji gundê Qurzkizî ye ku ev gundê nivîskar Munzûr Çem e jî. Ew behsa bîrewarîyê xwe dike. Qurzkizî gundeke Xolxolê ye. Xolxol (Xorxol) berê nehiyeyeke Gêxiyê bû, lê niha ji ber armancên leşkerî kirine qeza. Di romanê de karekterê sereke xwe û gundê xwe wiha dide nasîn:
„Ez Qurzera wûnê, Qurze mezra dewa Hop a. Nahiya ma Xorxol o. Namê Xorxolê binî Conage wa, Conage girêdayiyê Gêxî ya.“
Naverok bi kurtî:
Karekterê sereke Usiv berê zarokti û belavbûna malbatê û dijwariyên derketiye pêş endamên malbatê yek bi yek vedibêje. Li pey wê jî behsa helwesta elewiyan û serhildan Şêx Seid dike. Ji ber nakokiya elewîtî û mislimaniyê (şafii) piraniya kurdên elewî wê demê bi helwesteke nerênî nêzîkê vê serhildanê dibin (bêguman bangaşiya dagirkeran di vê mijarê de roleke mezin lîstiye. Ji min): Di romanê de ev mijar jî gelek bi zelalî tê vekirin. Mînak: „Wertê elevû û şafû de xiraviyêda henêne tê re biye ke, eke gonî zuvîn biwerdêne, mird nebiyêne. Rûpel: 14“
Usiv Qurzkizî mijara têkiliyê kurdên elewî û ermenyan jî vedike, bi xwenêr dide zanîn ku dema rûs hatine, ermeniyan ji wan wêrekî hildaye, zor û heqaret li kurdan kirine. Lê di dema kujeriyê de kurdên elewî dîsa jî alîkariya ermeniyan kirine:
Li pey mijara şikestina lingê karekterê sereke, karekter behsa kuştineke nedihat xwestin û encama wê dike. Hewldanên li hevkirinan jî nakokiyê çareser nake û ji gund diqetin. Lê ev jî bes naye dîtin, ji malbatê Heyder jî tê kuştin. Ew bi neçar derbasê herêma Demanan dibin. Dê û Bavê Usiv dimirin. Gundê wan bi aliyê leşkeran ve tê dorpêçkirin. Li Dêrsimê li her derê pêlên Kujeriyê bi awayeke hovane û ji mejî der didoma. Li pey jî derbideriya şêniyên Dêrsimê destpê dike. Piştî leşkerî û zewacê ji bo kar berê xwe dide Stenbolê, dû re jî tê Almanyayê. Roman di rûpela 270 yî de diqede.
Beşa dawiyê de jî mijara kar edet û ananeyên heremê vedibêje. Wek mînak: çandinî, bêder, ajalwanî, pincarên biharê, qurban, rojên baş û xirab, ziyaretên elewiyan, hîvastin, kîrvetî, musahîb, pîr, rehber, cem, çiralix, gulbang (ev edetên elewitîyê ne)
Di nav de gelek gotinê pêşîyan yên bi wate jî hatiye bikaranîn. Mînak: „Wexto ke pîlê ma baz bî, karê ma serfiraz bî. Wexto ke pîlê ma bî kesexur, karê ma bî serexur! Rûpel 119“
Peyva „keçên wenda“ yên Dêrsimê bi aliyê her kesî ve tê zanîn. Karekterê sereke Usiv li ser wendabûna xwişka xwe wiha dibêje: „Eke waya mi û çêneka xo se biyê, hona heta nika ki eskere niyo, nêzonen. Eke amê kiştene kî, xelaşîyê ke, xevera ma zûvîn ra çîna. Rûpel 125“
Munzur Çem kî ye?
Munzur Çem di sala 1947 an de li gundê Qurze ya girêdayiyê Gexiyê tê dunê. 1966 an koleja tendûristiyê ya Amedê, li pey jî zanîngeha aborî û zanyariya bazirganiyê li Enqerê diqedîne. Ji sala 1975 hetanî 1980 yî di dîwana hesibandinê de dixebite. Bi navên cûda gelek gotaran dinivîse. Bi tirkî û kirmanckî gelek berhemên wî tên weşandin. Çend ji berhemên wî ev in: Hotay Serra Usivê Qurzkizî, Ferhenga tirkî kirmanckî, Taye kilame Dêrsimî. Kêşeya Elewitiyê û Serhildana Dersim (bi tirkî) Bê vê bi tirkî jî gelek berhemên wî hene.
Nasnameya Berhemê
Navê Berhemê: Hotay Serra Usivê Qurzkizî
Niviskar: Munzur Çem
Berg: Wêneyê dayîkek e Dêrsimî li nav çiyan.
Weşanên Roja Nû.