Çapa duyê ya romana niviskarê Kurd Ferhat Pîrbal a bi navê “Hôtel Europe” ji Weşanên Avesta bi wergera Bessam Mistefa derket.

Mihemedê Hacîzade, meleyekî kevn ê Îranî ku ji aliyê rejîma meleyan a Tehranê ve hatiye xel’îlîbaskirin û li Parîsê penaber e, heger peyde bibe bi qaçaxî kar dike, bê nasname ye, nikare here ciyekî. Herî rehet danasîna pirtûkê, bi mijarên di vê pirtûkê de dadikev: “Ferhad, vebêjerê romanê, ressamekî Kurd li Parîsê li ser girê Montmartre portreyan çêdike. Bi şev li hotêlekê kar dike: Hôtel Europe. Monsieur Luciana, cihûyekî bi eslê xwe portekîzî, li Parîs, Oxford û Tel Avîv xwediyê milkên mezin, doktora xwe li ser şaîrekî Îranî kiriye, xewna wî ya mezin serdana Esfehanê ye. Saqî Gulçîn, li San Francisco xwediya galeriyeke navdar, femînîsteke ehlî keyf… Hôtel Europe laboratuwareke Rojhilat û Rojava ye, doh û îro, em û ên din, niştecih û biyanî, rastî û çewtî raserî hev in. Û wek di romanê de tê gotin bûyereke piçûk: Hertim tekane bûyereke piçûk heye çarenivîsa me destnîşan dike. Lewma em, hemû, hergav ji xwe re dibêjin, ‘Eger ew bûyera ji rêzê neqewimîba, ew hemû bûyerên din qet nedihatin serên me.’ Tu kes nîne rojekê ji rojan, ev gotin ji xwe re negotibe! Her bûyerek riyek e bo gihiştina bi bûyereke din.”

Bûyer li pey hev diqewimin, rû tev li hev dibin, nav tev li hev dibin, rojava û rojhilat, dûrbûna wan xewnek e, nêzîkbûna wan du xewn in… paradoksên ku di dawiyê de û bi hev re tevneke hevdûgirtî pêk tînin, û gotina yekalîker ji devê Saqî Gulçînê tê der…”

Berhema nivîskarekî bê hedan

Ferhat Pîrbal ku bi deham pirtûk nivîsîne, sala 1961’ê li Hewlêrê ji dayik bûye. Di sala 1979’an de, yekemîn berhema wî ya belavkirî çîrokek bû, bi piştgiriya M. Zamdar di kovara Rojî Kurdistan de (Bexda) hat weşandin. Di sala 1984’an de, yekemîn pirtûka wî bi navê şanoya “Malava ey welatê min” li çapxaneya şehîd Îbrahîm ‘Ezo ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurdistanê li çiyê hat çapkirin. Di 1984’an de, ji Iraqê koç kir û li Îranê bû penaber. Piştî wê bi salekê ber bi Lehistan û Elmanyayê û pişt re jî li Danîmarkayê mafê penaberiya siyasî wergirt. Di 1987’an de li Zanîngeha Sorbonne dest bi xwendinê kir. Di 1994’an de vegeriya Kurdistanê. Ev romana wî Hôtel Europe bi xwe ji 2090 rûpelan tê pê. 

 

 STENBOL