Wergera Farisî ya Hotel Ewrûpa ku yek ji romanên Ferhad Pîrbal e, ji bo çapê amade bû. Lê ji ber naveroka romanê, li Îranê çapkirin û belavkirina wê hat qedexekirin.

Ferhad Pîrbal li ser qedexekirina pirtûka wî ya Hotel Ewropa, ji Rûdawê axiviye û gotiye: “Ji ber ku romana Hotel Ewrûpa behsa melayekî Şîe yê Îranî yê li Parîsê dike, diyar e karektera mela li cem Îranê guncaw nebû, lewma nehiştin bi zimanê Farisî were çapkirin û belavkirin.”

Her wiha Ferhad Pîrbal gotiye, wergera wê ya Farisî li Swêdê bê çapkirin û belav kirin.

Hêjayî gotinê ye ku pirtûka Hotel Ewrûpa ya Ferhad Pîrbal, bo zaravayê Kurmancî hatibû wergerandin û ji aliyê weşanxaneya Avesta ve hatibû çapkirin û belavkirin.

 

 HEWLÊR