Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê, li gelek navendên Ewropayê bi awayekî girseyî hat protestokirin.

BERLÎN: Li paytexta Almanya Berlînê di çalakiya bi organîzeya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Platforman Gelan a Demokratîk ya Berlînên de nêzî 2 hezar kesan hovîtiya DAIŞ'ê şermezar kir. Pêr piştî agahiyên tevkujiya li Kobanê belav bûn Kurdên li Berlînê û Dostên wan li ber Metroya Kottbuser Tor civiyan û heta Orientplatzê meyilan. Hebûnên di nava Yekîtiya Hêzê de cih digirin jî destek dane çalakiyê. Di axaftinê çalakiya ku vergeriya mitîngê de hatin kirin de bal hat kişandin ku di tevkujiyên DAIŞ'ê de rola Tirkiyeyê jî heye. Di çalakiyê de sloganên, "Terorîs Tirkiye", "Kujer Erdogan", "Tirkî fînanse dike DAIŞ bombe dike", "Bijî Berxwedana Kobanê" hatin qêrîn. 

FRANKFURT: Li sar banga Navenda Civaka Demokratîk a Kurd û Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê (YXK) bi sedan Kurdistanî li ber stasyona tirênê ya navendî civiyan. Girse ji ber stasyona trênê heta qada Romerplatzê meşiya û bi sloganan hevkariya DAIŞ û dewleta Tirk şermezar kir. 

NURNBERG: Kurdistanî û dostên wan li ber Lorenzkîrche ya li bajarê Elmanya Nurnbergê mîtîngek lidar xistin û êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê protesto kirin. Di axaftina li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Nurnbergê de hat destnîşankirin ku AKP a di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têk çû hevkarê êrîşa çeteyan a li hemberî Kobanê ye. 

STÛTTGART: Li bajarê Stûttgartê jî Kurdistanî û dostên wan li Schlossplatzê civiyan û êrîşa DAIŞ'ê protesto krin. Di çalakiyê de belavokên bi zimanê Elmanî yên li ser mijarê hatin xwendin û belavkirin.

MANNHEÎM: Li bajarê Elmanya Mannheîmê bi pêşengiya Navenda Civaka Kurd û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk, êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê hat protestokirin. 

MUNCHEN: Êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li hemberî Kobanê li bajarê Elmanya Munchenê li Marîenplatzê hat protestokirin. Di çalakiya ku ji aliyê SARA-Însiyatîfa Jinên Kurd û Meclîsa Gel a Munchenê hat organîzekirin de gelek Kurdistanî, Tirkiyeyî û dostên Elman amade bûn. Piştî xwendina daxuyaniya NAV-DEM'ê li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. 

TORÎNO: Li bajarê Îtalya Torîno, Kurdistanî saet di 17:00 de li Pîazza Castello civiyan û êrîşa çeteyên DAIŞ'ê şermezar kirin. Di çalakiya ku dostên Kurd ên Îtalyan jî lê amade bûn de, alên YPG û PKK'ê hatin vekirin, pankartên li ser komkujiyê hatin hildan. 

SAARBRUCKEN: Li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê êrîşa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Kobanê hat protestokirin. Kurdên li navenda Saarbruckenê hatin cem hev alên YPG-YPJ’ê hildan û bi mîtînga ku pêk anîn êrîşa terorîstî ya li hemberî Kobanê pêk hat protesto kirin.

KOPENHAGEN: Li paytexta Danîmarka Kopenhagenê ji bo şermezarkirina tevkujiya DAIŞê li balfirgehê çalakiya rûniştinê pêk anî. Di çalakiyê de piştgiriya dewleta Tirk a ji bo DAIŞ'ê re hate bibîrxistin û hevkarên DAIŞê hatin şermezar kirin. 

PARÎS: Li paytexta Parîs a Fransayê jî li herêma Vîllîers le Bel bi pêşengiya Ciwanên Azad meşek pêk hat û DAIŞ hat protestokirin.  Girseyê dirûşmên, "Bijî berxwedana Kobanê", "Terorîst Tirkiye, terorîst DAIŞ" berz kirin û daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku êrîşên DAIŞ’ê bi desteka dewleta Tirk pêk hatiye û hat diyarkirin ku qezencên Kurdan hezm nakin.”


 NAVENDA NÛÇEYAN