
Li gundê Mişrefê yê Licê, eskerên Tirk gule li Munîr Serîn barandibûn û ew birîndar kiribûn. Waliyê Amedê daxuyanî dabû û welatî wekî “Hevkar” îlan kiribû. Wêneyên dema gulebaranê derketin holê. Di wêneyan de jî tê dîtin ku Serîn sivîl e. Li aliyê din saziyên civaka sivîl jîç çûn Mişrefê û çav li rêye rapora xwe çend rojên li pêşiya me biweşînin.
Berî çend rojan eskerên Tirk li gundê Mişrefê yê navçeya Amedê Licê operasyoneke eskerî ya dagirkeriyê dabûn destpêkirin. Welatiyên li zeviyên xwe dixebitîn, bûbûn hedefa guleyên eskerên artêşa dagirker û yek jê bi giranê, 3 kes birîndar bûbûn. Her wiha derket holê ku eskerên Tirk bi êşkenceyê yek ji birîndaran kuştiye. Wêneyên dema hovîtiya eskerên Tirk hatin dîtin.
Gule li hevjîna birîndarî reşandin gefa kuştina zarokên wê xwarin
Yek ji birîndaran Munîr Serîn e ku li ber deriyê mala xwe di encama gulereşandinê de birîndar bû û malbata wî ew xiste hundirê xênî. Wêneyê dema birîndariya Serîn, derketin holê. Ji welatiyên bi cotkariyê debara xwe dikin Munîr Serîn ê 32 salî, piştî ku vegeriya malê bû hedefa guleyên eskerên Tirk. Walîtiya Tirk a li Amedê, Serîn û gundiyên din ên bûn hedefa êrîşa çekdarên dewletê, weke ‘hevkar’ pênase kirin. Malbatê nerazîbûn nîşanî daxuyaniya waliyê mêhtingeriya Tirk da û eşkere kir ku Serîn sivîl e û wêneyên dema birîndariyê jî derketin holê.
Hevjîna Serîn, Şîlan Serîn da zanîn ku eskeran ew jî gulebaran kiriye û eskeran ji wan re gotiye “Em ê zarokên we jî bikujin”, gef û çêr li wan kirine. Serîn destnîşan kir ku wan ji eskeran ambulans xwestiye, lê bi saetan hevjînê wê bi birîndarî rawestandine û êşkence li wî kirine.
Wêne derketin holê
Di wêneyên ku derketine holê de, malbata Munîr Serîn wî dixe hundirê xênî û hewl dide birîna Serîn bipêçin. Serîn bi saetan di nava xwînê de li erdê dirêjkirî dimîne û wî ranakin nexweşxaneyê. Hêzên dewleta dagirker a Tirk Serîn bi birîndarî girtin bin çavan û bi rojan e nayê zanîn li ku derê ye.
Saziyên civaka sivîl çûn Mişrifê
Nûnerên saziyên civaka sivîl û demokratîk çûn serdana gundê Mişrifê û heyeta ji nûnerên saziyan piştî serdanê rapor amade kir.
Nûnerên saziyên sivîl ên ji Rêveberiya Baroya Amedê, Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD), Veqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Odeya Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Înîsiyatifa Mafan pêk dihat, heyet ava kirin û çûn serdana gundê Mişrifê. Heyet çû serdana xizmên birîndaran. Heyet piştre jî bi Serdozgerê Komarê yê Licê re civiya û xwest daxuyaniyê bide. Lê polîsan heyet asteng kir û destûr neda daxuyaniyê. Heyetê li ser astengiya polîsan li derveyî bajêr daxuyanî da.
Rapor paşê wê bê eşkerekirin
Li ser navê heyetê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, diyar kir ku wan lêkolîn kir û piştî lêkolîna xwe bikin rapor, wê di rojên pêş de raporê bi raya giştî re par ve bikin. Ozmen anî ziman ku ew bi xizmên birîndaran û Serdozgerê Komarê yê Licê re civiyane û got, “Me ji dozger xwest ku bûyerê bi her awayî lêkolîn bike û destûrê nede ku kitekit û delîl bên windakirin.” Ozmen, destnîşan kir ku dozger bi hinceta derbarê bûyerê de biryara nepeniya dosyayê heye agahî nedaye wan.
Endamê Konseya Yekîtiya Tabîbên Tirk Şeyhmus Gokalp jî anî ziman ku wan piştî lêkolînê gelek binpêkirinên mafan tespît kirine û got, “Pêkanînên li ser gundiyan ferz dikin dixwazin bi hinceta rêveberiya Rewşa Awarte asayî û rewa bikin. Lê ev yek nayê qebûlkirin.”
AMED
Komkujiya bi gotina 'hevkar in'
Li gundê Mişrifê yê navçeya Amedê Licê, eskerên Tirk avêtibûn ser gund û 3 gundî birîndar kiribûn. Di serdegirtinê de Celal Yildirim ê 58 salî, kurê wî Bedran Yildirim û welatiyê bi navê Munîr Serîn ê 32 salî birîndar bûbûn. Serîn û Bedran Yildirim hîna jî li qereqolê di bin çavan de ne û Celal Yildirim, ku rewşa wî giran e, dermankirina wî dewam dike.
Li aliyê din derket holê u eskeran di dema serdegirtina gund de gule li jina ducanî Vesîle Yildirim hatiye gulebarankirin. Hevjîna Munîr Serîn ê birîndarkirî Şîlan Serîn got, jinbira hevjînê wê a ducanî Vesîle Yildirim, hevjînê wê yê birîndar kişandiye nava malê û wê gevê eskeran gule li wê reşandiye û hîna jî li ser dîwêr şopên guleyan hene.
Esker got, min ew kuşt
Serîn wekî din îşaret bi hûrhiliyeke din kir û got, eskeran kesekî bi cilê sivîl kuştibû cenazeyê wî bi erdê ve kaş kirin û anîn cihê ku ew lê bûn, û got, "Cenazeyê vî kesê ku kuştî anîn gel hevjînê min. Eskeran ji hevjînê min re got; 'Tu vî nas dikî?'. Hevjînê min jî got, nas nakim. Yek ji fermandarên li ser serê min rawestiyayî, cenaze nîşanî yek ji eskerên da û got; 'binêre dijî yan ne?' Esker jî got; 'Dijiya, min jî stûyê wî şikand, mir'. Heke em wê demê ne li cem hevjînê xwe bûna wê ew jî bi heman awayî bikuştana."