Li Hambûrgê bi çalakiyeke korsan re bal hat kişandin ser hovîtiya li Gimgim, Lice, Farqîn û Cizîrê. Li ser banga Meclîsa Gel a Hambûrgê û Meclîsa Jinê ya Rojbîn, bi sedan Kurdistanî saet di 18:00 de li ber Parlamenta Eyaleta Hambûrgê civiyan û meşiyan. Di nava çalakgeran de parlamentera Partiya Çep a Hambûrgê Cansûz Ozdemîr hebû.
Girseya gel piştî daxuyaniyan bi qîrîna dirûşmeyan heta kolana Jungfernstieg meşiya. Piştî meşê Parlamentera Partiya Çep Cansû Ozdemîr li vir axivî û destnîşan kir ku divê li hemberî bûyer û rewşa li Kurdistanê diqewime, ti kes bêdeng nemîne. Ozdemîr da xuyakirin ku dewleta Tirkiyeyê bi ti awayî li dijî DAIŞ’ê şer nake û di serî de hikûmeta Elmanya bang li welatên Yekîtiya Ewropa (YE) û NATO’yê kir, ku li hemberî şerê taybet ê desthilatdariya Erdogan helwestê nîşan bidin.
Di dawiya çalakiyê de ji bo mîtînga roja Înê saet di navbera 15:00-19:00 a li Monckebergstrasse, ku bi dirûşmeya ‘Jin li dijî şerê AKP û DAIŞ’ê radibin ser piyan’ tê lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin.
Li Munchenê AKP-DAIŞ’ê teşhîrkirin
Li bajarê Elmanya Munchenê, Însiyatîfa Jinên Kurd-Sara û Komuna Jinan, ji bo balê bikişînin ser komkujî û hovîtiya li Kurdistanê diqewime, çalakiyek lidar xistin. Li konê agahdarkirinê yê hat vedan, li ser rastiya komkujiyê wêne hatin nîşandan û belavok hatin belavkirin. Zubeyde Akmeşe di çalakiyê de daxuyaniyek da û got, „Armanca me, protestokirina îşkenceya tazî ya li cenazeyê gerîlaya YJA Starê Kevser Elturk (Ekîn Wan) û balkişandina ser hovîtî û şerê qirêj ê li Kurdistanê ye. Em ê ji faşîzma tecawizkar a bi serdestiya mêr, her tim hesap bipirsin.“ Di çalakiyê de bang li her kesî hat kirin ku li hemberî bûyerên li Kurdistanê diqewimin ti kes bêdeng nemînin û bi taybetî bang li jinan û saziyên jinan ên navneteweyî hat kirin ku li dijî şerê qirêj ê zîhniyeta AKP-DAIŞ‘ê çalakiyan lidar bixin.
HAMBUGR/MUNCHEN