Di wêneyên Bîrlîk de yên ku di dema otopsiyê de hatin kişandin, gelek şopên guleyan hebûn û hovîtiya polîsan raxistin berçavan. Şahidê bûyerê diyar kir ku dema hewl didan xwîna piyê Bîrlîk rawestinin wesayîta zirxî hat û ew gulebaran kirin.
Di wêneyên dema karên otopsiyê yên Bîrlîk hatin girtin de gelek şopên guleyan xuya dikin. Li gorî vegotinên şahidan, piştî ku Bîrlîk ji piyê xwe birîndar dibe dikeve erdê û pişt re wesayîta zirxî nêzî wî dibe û wî gulebaran dike.
Dema birîndar bû înfaz kirin
Şahidê bûyerê yê ku navê xwe eşkere nekir, got piştî ku Bîrlîk ji piyê xwe birîndar bû ji bo xwîna piyê wî rawestînin, ew mijûl dibûn û di wê demê de wesayîta zirxî ew gulebaran kirin. Heman şahidî anî ziman ku piştî ku Bîrlîk jiyana xwe ji dest da jî polîsan gulebarana xwe dewam kir.
Êşkence li nexweşxaneyê jî dewam dike
Piştî ku cenazeyê Bîrlîk anîn nexweşxaneyê jî dema xebatkarên nexweşxaneyê xwestin sedyeyê bînin rastî lêdana polîsan hatin û cenaze jî di wê demê de hate derbkirin. Hate ragihandin ku cenazeyê Bîrlîk ê ku bi panzerê ve di erdê re hat kaşkirin, li nexweşxaneyê jî bi heman pêkanînan re rûbirû ma.
DÎHA/ŞIRNEX